Xelkê Mexmûr: Heta hewldan dawî nebe, em ê ber xwe bidin

Xelkê Mexmûrê careke din pêşî li hewldana dorpêçkirinê ya artêşa Iraqê girt. Şêniyên wargehê bi biryar in ku rê nedin dorpêçkirinê.

Serê sibehê artêşa Iraqê hewl da ku li cihên stratejîk leşkeran bi cih bike û dest bi kolandina xendekan kirin. Li ser vê xelkê Wargeha Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê herikî pêşiya wan û ew da sekinadin.

Şêniyên berxwedêr ên Mexmûrê ku li pêşiya artêşa Iraqê kon danîne ji ANF’ê re axivîn.

Ehmed Hilalî: Bang hate kirin ku artêşa Iraqê dest bi xendekan kiriye. Xelkê fedekar û berxwedêr ê Mexmûr hinek aliyê kaniya ava sîso û hinek jî semta yek ve çûn. Di navbera me û wan de alozî derket. Me ew qedemeyek paş ve kişand. Me kon vedaye. Heta ev hewldan dawî nebe, em cihê xwe bernadin, ser wan de biçin. Eger me qebûl bikira me wê li Bakur ev tişt qebûl bikira. Em vî tiştî qebûl nakin, bi gelê xwe re li ber xwe bidin. Heta ew paş ve neçin wê çalakiya me dewam bike. 

Ferhan Didêrî: Ev 6 roj e em li ber xwe didin. Van 5 roj ên bihurî hinek civîn çêbûn, soz hatin dayîn, lê îro saet derdorî 05:00’an dîsa ketin nava hewldanan. Bi hêzek zêde xwestin wargehê dorpêç bikin. Dixwazin temamî kampê bixin bin kontrolê. Bi berxwedana mezin û vîna gel wê bê şikandin. Em bang cîhanê tev dikin, her kes rabe ser piyan. Dixwazin bi parçe parçe bi pêş ve bên û bernameya dayî pêşiya xwe bi cih bînin. Me kon daniye, bi vîna xwe li ber xwe didin. Baweriya me bi gelê me heye, em ê wan bişkînin. Ew nikarin vê vînê bişkînin.