Li Xelfetiyê 2 kes hatin destgîrkirin

Li navçeya Xelfetî ya Rihayê, serê sibehê di serdegirtinê de 2 kes hatin destgîrkirin.

Serdegirtin li taxa Yeşîlozen hate kirin. Polîs û jendermeyan avêtin ser gelek malan û di encamê de Abdûrahman Polat û Denîz Karayurek hatin destgîrkirin. Hinceta destgîrkirinê nehate eşkerekirin.

Li Colemêrgê serê sibehê di serdegirtinan de herî kêm 30 kes hatin destgîrkirin.

24'ê Gulanê 12 jê muzîsyen, nêzî 30 kes hatin destgîrkirin. 23'ê Gulanê nêzî 70 kes hatin destgîrkirin.