Di 17'ê Mijdara 2016'an de piştî ku Hevşaredarê HDP'yî Bekîr Kaya dîl hat girtin, qeyûm Îbrahîm Taşyapan weke qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hatibû kirin. Piştî Taşyapan endamên AKP'ê Mûrat Zorlu, M.Emîn Bîlmez û Ozan Balcî ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve weke qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin hatin kirin. Niha qeyûm-walî Ozan Balci rêveberiya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê dike. Walî û qeyyûm şaredariyên ku desteser kirine, kirine wekî qada rantê.
Derbarê Mûrat Zorlûoglû yê ku berê qeyûm bû û niha jî waliyê Trabzonê ye gelek îddîayên nelirêtiyê hene lê dîsa jî tu lêpirsîn nehate meşandin û ser sûcan hate girtin.
Hin nelirêtiyên ji sala 2016’an û vir ve wisa ye:
Li gorî rapora Dadgeha Muhasebeyê di sala 2017’an de qeyyûm Îbrahîm Taşyapan bi 125 milyon lîrayan Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê xistiye bin deyn û di sala 2017’an de lêçûna şaredariyê ji hatinê 95 milyon û 372 hezar lîra zêde ye. Li gorî raporê ev agahî ne rast in û deyn zêdetir e.
Li gorî raporan bi qasî ku di çapemeniyê de jî hatiye diyarkirin, qeyyûman gelek zêde pere xerc kirine û Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê 1,2 milyar lîra xistine bin deyn.
Belvan a girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, bêyî ku derkeve îhaleyê, xebitandina Parkomatê bi bazariyê dan şîrketeke nêzî xwe.
Caxên li ser dîwarên goristanan di sala 2015’an de beriya qeyyûm îhaleya wê hatibû çêkirin lê di sala 2016’an de piştî ku qeyyûm li ser şaredariyê hate wezîfedarkirin, wekî ku kar ‘şaş’hatine kirin, bi 1,5 milyon lîra dan şîrketa nêzî xwe.
Otobusa behrê ya ku li ser Gola Wanê xizmeta gel dikir 670 hezar lîra mesref lê hate kirin û dan bin xizmeta derdora nêz a qeyyûm.
Di sala 2018’an de erdekî girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ji aliyê qeyyûmê wê demê ve bi 19 milyon lîrayan hate firotin. Sê sal beriya vê firotinê bihayê vî erdî 97 milyon lîra bû û bi vî awayî şaredarî xistin bin xisareke mezin.
Qeyyûmê ku li ser Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hatibû wezîfedarkirin, 217 karkerên ku dixwestin ji taşeronê derbasî kadroyê bibin û bi biryara dadgehê sê caran ketibûn mulakatê ‘sernekeftî’ diyar kir. Di mulakatan de navê leşkerên ku li Efrînê mirine û pirsên li ser nimêjê hate pirsîn. Mesût Babat ê ku qeyyûm beriya van pirsan ew ji kar derxistibû, ji bo krîza ekonomîk xwe kuştibû.