Tecawizkar hatin berdan, rojnamevan kete ber dozê

Li navçeya Bêgirî ya Wanê, 6 kesên ku tê gotin dest avêtine Y. a 17 salî, hatin berdan. Lê belê bi îdîaya "Agahiyên derew belav kiriye' doz li rojnamevan Oktay Candemîr hate vekirin ku li ser bûyerê nûçe amade kiribû.

Rojnamevan Oktay Candemîr meha Çileyê ya derbasbûyî li ser doza destavêtinê ya li navçeya Bêgirî ya Wanê nûçe amade kir. Rojnamevan Candemîr bi vî rengî êrîşa destavêtinê bi raya giştî re parve kir: "Xwendekar Y. ya 16 salî ku li lîseya Nîzamettîn Aktaş a Mûradiyeyê dixwend, ji dawiya sala 2019'an û pê ve destpêkê hînî narkotîkê kirin, piştre jî bi rêk û pêk destavêtin lê hate kirin. Bi hinceta ku hînî narkotîkê bû, ji dibistanê hate dûrxistin. Polîs û karmend jî di nav de kesên ku wêneyên Y. kişandin, piştre bi rêya wan wêneyan şantaj kirin û bi salan dest avêtin Y."

Y. giliyê 6 kesan kir û 6 kes hatin destgîrkirin. 2 kes bi şertê kontrola edlî hatin berdan, 4 kes hatin girtin. Biryara nepenîtiyê li ser dosyayê hate danîn, rojnamevan Candemîr jî çû Emniyetê û ji ber lêpirsîna li hemberî wî hate destpêkirin îfade da. Li Emniyetê pirsa 'Te çima nûçe amade kir' ji Candemîr hate pirsîn.

Di nava 4 mehan de tecawizkar hatin berdan, lê doz li rojnamevan Candemîr hate vekirin.

Candemîr wê bi îdîaya "Agahiyên dûrî ji rastiyê belav kiriye" bê darizandin. Dozgeriya Komarê ya Wanê îdîanameya li hemberî Candemîr pêşkêşî dadgehê kir û îdîaname hate qebûlkirin.

Tecawizkar hemû hatin berdan, lê belê Candemîr ê ku nûçeya bûyerê amade kir wê di 6'ê Hezîrana 2023'an de bê darizandin.