Komîteya Dîplomasiyê: Dayikên me bi destê xwe xendekan tije dikin

Endamê Komîteya Dîplomasî Seîd Çomlek bal kişand ku rayedarên Iraqî ji diyalogê direvin û israr dikin ku xendekan bikolin û got: “Dayikên me xendekên ku artêşa Iraqê çêkirine, bi destê xwe tije dikin.”

Artêşa Iraqê ji danê sibehê ve ketiye nava hewldana ku bi xendekan dor li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî ya Mexmûrê bigire û piştre têl û kuleyan dayne.

Li ser vê yekê Xelkê Mexmûrê pêşiya wan girt, kon vedaye û li ber xwe didin.

Endamê Domîteya Dîplomasiyê ya Mexmûr Mamoste Seîd Çomlek ji ANF’ê re rewşa dawî nirxand.

Çomlek bal kişand ser van xisûsan:

‘LI SER DAXWAZÊN TIRKIYE Û PDK’Ê IRAQ KETIYE TEVGERÊ’

“Li dijî hewldana artêşa Iraqê ya ji nişka ve helwesta gel jî pir xurt bûn, me gelek hevdîtin pêk anîn. Me fam kir ku bi vê hewldanê dixwazin têl û kûleyan daynin derdora wargehê. Me ji bo wan anî ziman ku ev daxwaz ne rewa ye, ne demokratîk in. Derket holê ku ev daxwaz ne yên Iraqê ne, li ser zexta Tirkiye û PDK’ê hatine kirin, me jî anî ziman ku em van daxwazan qet qebûl nakin.

‘SOZÊN XWE BI CIH NAYNIN, HEWL DIDIN ARMANCÊN XWE BIKIN’

Gel li ber vê rabû û li ber xwe didin. Piştî alozî û rêzehevdîtinan soz dan ku dev ji vê hewldana xwe berdin, lê piştre li ser sozên xwe nesekinîn û ketin nava hewldanên cuda.

Me dît ku dixwazin me sist bikin, bi wî rengî bikarin kiryarên xwe pêk bînin. Dev ji armancên xwe bernedane.

‘MAFÊ ME YE EM XWE BIPARÊZIN; VÊ YEKÊ QEBÛL NAKIN’

Me gotiye em vê yekê qet qebûl nakin, me ti bêrêzî li ber hikûmeta Iraqê nekiriye. Ev daxwazên Tirkiye li ser me dixwazin bidin ferzkirin, em qebûl nakin. Em dixwazin pirsgirêkan bi rêya diyalogê çareser bikin. Heta niha ti pirsgirêk di navbera xelkê Mexmûr û Iraqê de derneketiye. Ev cara yekem e tiştek wiha derdikeve. Ev cara yekem e tiştek wiha çêbibe, me xwest bi diyalogê çareser bike. Lê ew dixwazin ya xwe bidin ferzkirin. Em jî dixwazin mafê xwe yê demokratîk bi kar bînin. Ev mafê me ye ku em vê yekê qebûl nekin. Em ji bo civaka xwe û raya giştî dibêjin; bila çavê we li ser wargehê be. Ji ber ku di destê Wargeha Mexmûr de tenê berxwedan maye. Ji derveyî berxwedanê ti rêyeke din a me nîne. Eger ku îro têl û kule daynin wê daxwazên Tirkiyeyê zêdetir bibin. Divê gelê me hişyar be.”

DAYIK BI DESTÊ XWE XENDEKAN TIJE DIKIN

Îro careke din me dît ketin nava liv û tevgerê. Dest bi kolana xendekan kirin, li ber vê gel rabû ser piyan û helwestek tund raber kirin. Dayikan xwestin xendek bên girtin û bi destê xwe xendeq tije kirin.

Ji ber ku tiştek destê gelê me de tinebû, xendekan bi destê xwe tije dikin. Ev peyamek e ji bo hemû civakê. Em bi derfet û destê xwe xendekan dadigirin. Em vê li ber xwe bêrêzî dibînin. Mirov li derdorra xetere û sûcdariyê xendekan dikolin. Em dixwazin fam bikin çima van xendekan dikolin, mirovên me bi destê xwe xendekan tije dikin. Em ê bi hemû hêza xwe, van xendekan qebûl nekin.”