Şehîdê Çapemeniya Azad Karwan Horamî li Silêmaniyê hat bibîranîn

Şehîdê Çapemeniya Azad Karwan Horamî, bi boneya tijebûna çileyê şehadeta wî, bi merasîmekê li bajarê Silêmaniyê hat bibîranîn.

Li Mala Sindî ya li bajarê Silêmaniyê, bi boneya tijebûna çileyê şehadeta têkoşer, şoreşgerê Tevgera Azadiya Kurd, endam û xebatkarê Yekitiya Ragihandina Demokratîk (YRD), Şehîd Karwan Horamî (Mihemed Melekî) merasîmek hat lidarxistin. Gelek rojnamevan, azadîxwaz, hevrê û hevalên wî, beşdarî merasîmê bûn.

Di destpêka merasîmê de ji aliyê malbat û xizmên şehîdan ve 40 find ji bo rêzgirtina ji ruh û giyanê Şehîd Karwan Horamî re hatin vêxistin.

Wehab Mihemed, daxuyaniya Malbatên Şehîdan xwend û got: “Ji bo rawestana li dijî dijmin, hewcedariya gelê me bi têkoşîneke bihêztir û berfirehtir heye. Şehîd Karwan jî yek ji wan şehîdan e ku weke deng û rengê Çapemeniya Azad xwest vê têkoşînê bigihîne armancê. Bi saya xwîna van şehîdan, serkeftin ji bo gelê me hatiye mîsogerkirin. Ji bo dewamkirina li rê û rebaza şehîdan, erk û berpirsyartiyeke mezin dikeve ser milên me.”

Piştre belgefîlmek li ser jiyan û têkoşîna Şehîd Karwan Horamî hat nîşandan.

Bi bidawîbûna nîşandana belgefîlmê re, bavê Şehîd Polî wiha axivî: “Divê em her tim şopdarê rêbaz û têkoşîna Şehîd Karwan Horamî bîn. Armanc û xeyala wan, ya hemû azadîxwazan e. Bi vê boneyê serê xwe li ber ruhê pîroz yê Şehîd Karwan û hemû şehîdên rêya azadiyê xwar dikin.”

Di dewama merasîmê de hevalê Şehîd Karwan Horamî, Rebaz Hesen axivî û diyar kir ku Şehîd Karwan di aliyê ruhî de wê heta bi hetayê bi wan re bijî û hestên xwe wiha anîn ziman; “Şehîd Karwan kesekê şoreşger, têkoşer û azadîxwaz bû. Hemû pîvanên xweşik û watedar di kesayeta wî de dihatin dîtin. Beriya ku Şehîd Karwan bigihîje Têkoşîna Azadiya Kurd, kovareke perwerdehiya zarokan ji kîsê xwe ji bo zarokan derdixist. Lê ew bi vê tenê qayil nebû û berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Heta kêliya şehadetê jî wî kêliyek vala derbas nekir, hemû enerjî, sekin, kesayet û şiyana xwe xist xizmeta şoreşê. Ew kesekê rewşenbîr û xwedî şiyaneke mezin ya fikir û felsefeyê bû.”

Di dewama merasîmê de gelek axaftin ji aliyê heval û hevreyên wî ve li ser jiyan û rêbaza têkoşînê ya Şehîd Karwan hatin kirin. Hemûyan diyar kir ku Şehîd Karwan nemir e, soza dewamkirina li rê û rêbaza wî ya têkoşînê da.

Şehîd Karwan Horamî (Mihemed Melekî) şoreşgerê Tevgera Azadiya Kurd û endamê Yekitiya Ragihandina Demokratîk (YRD) bû. Li gundê Jawero yê girêdayê bajarê Sinê yê Rojhilatê Kurdistanê ji dayîk bû. 15 sal ji temenê xwe dan xebatên Têkoşîna Azadiya Kurd û Çapemeniya Azad. Di 14’yê Nîsana 2023’yan de li çiyayên azad yên Kurdistanê di encama nexweşiyê de şehîd bû.