Şêx Seîd û hevrêyên wî hatin bibîranîn: Siyaseta înkarê bi tecrîdê didome

Komeleya Perwerde Çand û Piştevaniyê ya Şêx Seîd, Şêx Seîd û 46 rêhevalên wî bi daxuyaniyekê bi bîr anîn û xwest ku cihên gorên wan bên eşkerekirin. Di daxuyaniyê de hate gotin ku siyaseta înkarê bi tecrîdê didome.

Bi pêşengtiya Komeleya Perwerde Çand û Piştevaniyê ya Şêx Seîd re bi boneya 98’emîn salvegera qetilkirina Şêx Seîd û 46 hevalên wî li Qada Şêx Seîd ya navçeya Sûra Amedê daxuyaniyek hat lidarxistin. Serokê komeleyê Kasim Firat û endamên komeleyê, Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, Parlementerên Partiya Çepên Kesk yên Amedê Adalet Kaya û Halîde Turkoglû, Serokê Baroya Amedê Nahît Eren, hevserok û rêveberên DBP'ê, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Çepên Kesk, Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) û nûnerên saziyên sivîl tev li daxuyaniyê bûn.

Nevî û wasiyê Şêx Seîd Kasim Firat pêşiyê dest bi axaftinê kir ku destnîşan kir ku ew ji bo salvegera vê roja reş hatine ba hev. Firat diyar kir ku ew ê gunehên wan zlimkar û nemrûdan dîsa bînin ziman û wiha got: “Peyama min  ji bo gelê Kurd e. Ez ji dagirkeran tu tiştî naxwazim. Şêx Seîd û rêhevalên xwe di sala 1925’an de derketin û li dijî zagonên komarê ji bo gelê xwe tekoşîn kirin. Ji ber ku di nava wan zagonan de înkar û îmha hebû. Ew ê hertim di dilê me de bin.”

Pişt re Serokê Baroya Amedê Nahît Eren ku mafê axaftinê girt, Şêx Saîd û hevalên wî bi bîr anî. Eren bi bîr xist ku wan weke baroyê 2 sal berê ji bo dîtina goran serlêdan kirin û got ku serlêdana wan hatiye redkirin. Eren têkildarî pêvajoya hiqûqî agahî da û got: “Divê dadgeh bizane ku Şêx Saîd û hevalên wî bi biryara dadgehê hatine qetilkirin. Em ê îtîrazên xwe bidomînin. Pêşî em ê biçin AYM'ê û DMME’yê. Em banga edaletê, mirovahiyê dikin. Heta ku em encam bigirin, em ê têkoşîna xwe bidomînin,”

‘BI BIRYARA DEWLETÊ HATIN DARVEKIRIN’

Hevşaredarê Erxeniyê Ahmet Kaya metna daxuyaniyê xwend û wiha got: 

“Şêx Saîd û hevdozên wî 98 sal berê gihiştin mertebeya şehadetê. Ew li hember zilmê û înkar û tunekirinê rabûn. Bi vê munasebetê qiyam kirin. Dadgeha bi navê Îstîklalê bê darazindinek dadî bi biryara dewletê hatin bidarvekirin. Bi tevî ku 98 sal di ser berxwedana 1925’an re derbas bûye heqîqeta dîrokî û civakî hê jî nehatiye zelalkirin. Biryara bidarvekirina Şêx Seîd û hevdozên wî di encama darizandineke bêbingeh de hatibû dayîn. Cenazeyên wan jî bi mebesta binpêkirina berxwedana mafdar û maneviyata civakî nehat dayîn. Ji malbatên wan re gorên wan hatin veşartin.

Berî Şêx Seîd û hevdozên wî, bi Xalid Begê Cibrî, Seyid Abdulkadir,Yusif Ziya Beg û rêhevalên wan nedana cenazeyan, veşartin û tahrîbkirina goran dest pê kiribû. Ligel Xalid Begê Cibrî, Şêx Saîd û hevdozên wî, Seyîd Riza, Saîdê Kurdî û ciyên gorên gelek munewerên Kurd nayên zanîn. Piştî îdamkirina wan di sala 1938’an da bi qanûna hejmara 3527’an biryar hat girtin ku li ser biryarên Dadgeha Îstîklalê yên ku ceza xwarine hatin efûkirin û yên ku hatibûn îdamkirin jî biryara îade-i îtîbarê hate dayîn. Vê biryara îade-i îtîbarê jî di heman rojê de hate girtin. Ango di 29’ê hezîranê da ev biryar hate girtin. Ev jî watedar e.

Ev biryara ku ciyê mezelên şehîdan veşartinê ne tenê li ser malbatan, li ser hemû civaka Kurd heqareteke mezin e. Ev biryara siyasî bi tu rêbazek dînî, hiqûqî û exlaqî re li hev nake. Ev helwest tenê bi hêrsa dijberiyê nayê vegotin. Di heman demê de ev helwesteke li hember bîra civakê ye. Dixwaze bîra civakê ziwa bike.  Li vir em bangawazî dikin ku di serî da mafê rewa yê definkirina Şêx Saîd û hevdozên wî û Xalid Begê Cibrî, Seyid Abdulkadir, Seyîd Riza, Seîdê Kurdî û hemû şehîdên Kurdan ku di goristanan da bêne veşartin û mafê gorîkirinê bê dayîn.

WEZARETÊ DÎSA RÊYA ÎNKARÊ HILBIJART

Me wekî Komeleya Şêx Seîd û hevdozên wî û Baroya Amedê di 11 nîsana 2022’yan de me serî li Wezareta Karên Hundirîn a Komara Tirkiyê da ku gorên veşarî bêne dîtin. Lê wezaretê dîsa rêya înkarê hilbijart û tu bersiv neda. Digel şermezarkirina helwesta dewletê em ê doza xwe bidomînin. Di 98’mîn salvegera şehadeta Şêx Seîdê ku wiha gotiye: ‘Ez niha li ber xatirxwestina jiyana fanî me. Ez ne poşman im ku ji bona bawerî û gelê xwe, xwe feda dikim. Bi tenê ez dixwazim ku nevî û peyrewên min li hember dijmin, min fedîkar dernexin.’

EM ŞEHÎDÊN XWE BI BÎR TÎNIN

Em jî wekî peyrew û neviyên Şêx Seîd û hevdozên wî dibêjin ku em ê tu caran ji bîr nekin, her tim ew ê van gotinên pêşevanên me di bîra me de be û em şehîdên xwe yên ku di rêya maf, edalet, şeref, rûmet û azadiyê de jiyana xwe feda kirine bi bîr tînin û em dibêjin em jî rêwiyên rêwa wan in.”

BAL KIŞAND SER TECRÎDÊ

Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz ku pişt re axivî, diyar kir ku her çend 98 sal derbas bûne jî cihê Şêx Saîd û hevalên wî nehatine diyarkirin. Aydenîz, Şêx Seîd û hevalên wî bi bîr anî û got ku piştî 98 salan jî dewletê gorên wan nîşan neda. Aydenîz anî ziman ku tevî 98 sal derbas bûne jî dijminatiya Kurdan didome û got: “Şêx Saîd û hevalên wî ji bo gelê Kurd berdêlên mezin dan. Ji bo azadiya Kurdan tekoşîn kirine û têkoşîna wan heta îro jî berdewam dike. Em wek neviyên Şêx Seîd û Seyît Riza tu carî fedakariya wan ji bîr nakin û em ê şopdarên rêya wan bin. Şêx Seîd û hevalên wî bi neqebûlkirina zagonên dewletê yên ji bo hebûn, statu û yekîtiya Kurdan serî hildan. Yên ku li Dadgehên Îstiklalê tên înfazkirin îspata wê yekê ye ku dewletê çiqasî dijminatiya gelan kiriye. Îro jî heman zîhniyet plana wê rojê pêk tîne. Heman zîhniyet îro jî êrîşî goristanan dike. Zîhniyeta ku bi plana Îslahata Şerqê Kurdan ji nedîtî ve tê, îro jî li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tecrîd berdewam dike. Çawa ku duh ji gelê Kurd hat xwestin ku Şêx Seîd û hevalên wî nas nekin, îro jî heman polîtîka bi tecrîdê didome. Çawa ku me helwesta Şêx Seîd û hevalên wî ji bîr nekir, em ê polîtîkayên tecrîdê jî normal nebînin. Em ê têkoşîna xwe ya ji bo azadiya gelê Kurd mezin bikin.”

POLÎSAN XWEST ASTENG BIKE

Dema Aydenîzê qala tecrîdê kir, balkêş bû ku polîsên çevîkê bi mertalan beşdarên daxuyaniyê dorpêç kirin. Aydenîz di berdewamiya axaftina xwe ya dema astengkirinê de jî got, “Ya ku hatiye kirin paşguhkirina hebûna gelê Kurd e. Ev îtîraz neqebûlkirina serokên gelê Kurd e. Hûn çi bikin, hûn ê winda bikin. Hûn bi paşguhkirina Kurdan nikarin Kurdan bi dawî bikin. Hûn nikarin bi kuştina gelê Kurd dawî li vê yekê bînin. Weke neviyên wan em ê bi têkoşîna xwe ya azadî û yekîtiya gelê Kurd mezintir bikin.”

Herî dawî Hevserokê Komîsyona Baweriyan a HDP'ê Mele Emîn Ay, Şêx Saîd û rêhevalên wî bi bîr anî.

MEŞ HAT LIDARXISTIN

Piştî daxuyaniyê heta Nexweşxaneya Diyar Life ya dawiya Qada Şêx Seîd meş hat lidarxistin. Piştî meşê Kasım Firat axivî û got: “Dibe ku li vir hatibin definkirin. Tenê bi vî awayî em dikarin şehîdên xwe bi bîr bînin û cejnên wan pîroz bikin.”

Salîha Aydenîzê jî got: “Tu hêz nikare bikeve navbera me û şehîdên me. Em ê rêya wan bişopînin."

Bîranîn piştî kirinên duayan û axaftinan bi dawî bû.