Li Girtîgeha S ya Bodrûmê, ji xwarina girtiyan du cur hat kêmkirin

Desthilata AKP-MHP’ê, li Girtîgeha S ya Bodrûmê ji xwarina çar cur dihat dayîn, du cur kêm kirin.

Desthilata AKP-MHP’ê ku berê nexweşî kir hincet û zext li girtiyên siyasî kir û hemû maf ji wan stendin, niha jî bi hinceta krîza aboriyê hewil dide ku zextan li girtiyên siyasî bike. Wezareta Edaletê ku li Girtîgeha S ya Bodrûmê ya Mûglayê ketina hundir a pirtûk û rojnameyan qedexe kir, dest bi pêkanîna rêbazên zextê yên cuda kiriye.

Berê çar cur xwarin didan girtiyên siyasî, lê niha du cur xwarinê didin. Îtiraz li xwarinên bêvîtamîn û proteîn tên kirin, lê bi hinceta ku krîza aboriyê heye reda îtîrazan tê kirin.

GIRTIYÊN NEXWEŞ NAYÊN DERMANKIRIN

Li gor agahiyên ji girtiyên siyasî yên di girtîgehê de gihîştina ber destên ANF’ê, girtiyê nexweş Gurbuz Topçû divê ya li Stenbolê ya jî Enqereyê tedawî bibe. Nexweşê hîpertansiyonê Kûtbettîn Menteş di hicreyê de tê ragirtin. Alî Haydar Ildiz ku penceşêra kezebê lê heye nayê tedawîkirin.

Li girtiyên siyasî ku nû dikevin girtîgehê jî ji bo derbasê ‘odeyên serbixweyan’ bibin zext tê kirin. Li girtiyên siyasî ku derbasê ‘odeyên serbixweyan’ nabin, êşkenceya lêgerîna şilfîtazî tê kirin.

Girtiyan, banga hestyarbûnê kir.