Ronî: Zîlanê nîşanî her kesî da ku şerê li dijî dijmin divê çawa be

Endama Konseya Leşkerî ya YJA Starê Eylem Ronî got, "Hevala Zîlan nîşan da ku li dijî dijmin divê têkoşîneke çawa bê kirin, li dijî êrîşên qirkirinê divê şer û çalakî çawa bêne kirin."

Endama Konseya Leşkerî ya YJA Starê Eylem Ronî bi wesîleya 27’emîn salvegera şehadeta yek ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê şehîd Zîlan (Zeynep Kinaci) beşdarî Bernameya Taybet a Stêrk TV bû.

Eylem Ronî destnîşan kir ku Şehîd Zîlan 30’ê Hezîrana 1996’an ji bo pêşî li êrîşên li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ên li hemberî PKK’ê û gelê Kurd bigire çalakiya fedayî kir û bi bîr xist ku çalakiyê bandoreke mezin hem li gerîla, hem gelê Kurd û hem jî dewleta Tirk kir. Ronî diyar kir ku piştî çalakiya Zîlanê di nava PKK’ê de xeta fedayî û çalakiyên fedayî pêl bi pêl mezin bû.

Eylem Ronî anî ziman ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan her roja ku derbas dibe tê girankirin û diyar kir ji ber ku Abdullah Ocalan ji bo mirovahiyê bûye paşeroj û hêvî tê hedefgirtin.

Eylem Ronî bal kişand ser êrîşên li hemberî jinê tên kirin û bi bîr xist ku herî dawî Hevseroka Kantona Qamişloyê Yûsra Derwêş û Alîkara Hevserok Leyman Şiwêş hatin qetilkirin. Ronî got: “Ev êrîşên dijmin wê li hemberî jinan nebe asteng.”

Endama Konseya Leşkerî ya YJA Starê Eylem Ronî di şexsê şehîd Zîlan de hemû şehîdên meha Hezîranê bi minetdarî bi bîr anî û wiha got: “Di şexsê heval Zîlan, Sema, Gulan û Leyla Agirî de soza ku me daye şehîdan, em dubare dikin. Meha Hezîranê meha şehîdan e, di heman demê de PKK partiya şehîdan e. Em deyndarê şehîdên xwe ne. Îro li ser Rêber Apo tecrîdek heye. Dixwazin di şexsê Rêber Apo de gelê Kurd, jinên Kurd û nasnameya Kurd tune bikin. Sala 1996’an li her dera Kurdistanê li hemberî gerîla operasyonên mezin dihatin kirin. Armanca dijmin her tim ew e ku welatê me dagir bike, gelê Kurd û gerîla tune bike. Lewma destpêkê Rêberê Gelê Kurd û yê gerîla kirin hedef. Wê demê li Şamê êrîşa sabotajê li hemberî qada Rêbertî pêk anîn.”

‘DI ŞEXSÊ RÊBER APO DE EM TÊN TECRÎDKIRIN’

Eylem Ronî diyar kir ku hêzên navneteweyî û MÎT’ê komployek hevpar pêk anîn û ev tişt got: “Ji roja derketina tevgera me hetanî îro di şexsê Rêber Apo de her tim komplo, êrîş, operasyonên fireh û komkujî hatine kirin. Li hemberî vê yekê ruhê ku Rêber Apo pêş xistî, wê heta dawiyê li ber xwe bide. Lewma îro di şexsê Rêber Apo de êrîşî gelê Kurd tê kirin. Lê êdî cîhan hemû xwedî li felsefe û paradîgmaya Rêber Apo derdikeve. Ji ber ku ev paradîgma ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo hemû jinên li cîhanê û gelan e. Gelek nivîskar, akademîsyen, rewşenbîr, hunermend, sendîka li Ewropa û gelek welatên din xwedî li Rêber Apo derdikevin. Rêber Apo li dijî dagirker û sîstema kapîtalîst bûye hêviya gelan. Di şexsê Rêber Apo de em hemû tên tecrîdkirin.”

‘RÊBER APO NASNAME Û PAŞEROJA ME YE’

Eylem Ronî di berdewama axaftina xwe de, ev tişt bilêv kir: “Rêber Apo ji bo gerîla her tişt e, mejî û dilê gerîla ye. Rêber Apo nasname û pêşeroja me ye. Rêbertî hebe, em jî hene. Em şervanên Rêber Apo ne. 30’ê Hezîrana 1996’an şehîd Zîlan çalakiyek mezin a fedayî pêk anî. Heval Zîlan bi vê çalakiya xwe gelek leşkerên dijmin kuşt. Cihê ku heval Zîlan çalakî lê pêk anî, gelek girîng e. Di ruhê heval Zîlan de Besê heye, Zarîfe heye. Jinên Dêrsimê her tim li azadiyê geriyane. Heval Zîlan lewma çalakî li navenda Dêrsimê, di nava dijminê ku pîrozbahî dikir de pêk anî. Çalakiyeke gelek bi bandor e û encamên wê yên girîng çêbûn. Rêbertî çalakiya heval Zîlan bi rengek pir fireh dest girt. Weke manîfestoyekê bi nav kir. Heval Zîlan nîşa kir ku wê li ser xetek çawa têbikoşe, wê çawa li dijî dijmin û êrîşên qirkirinê şer bike û çawa çalakiyê pêk bîne. Zîlanê bi çalakiya xwe xîtabî civakê kir. Hêz û îradeya gerîla derxist holê. Eger tu ji vê sîstemê bi rengekî xurt tolê bistînî, wê bibî pêşeng û xwedawend.”

‘RUHÊ FEDAYÊ YÊ ZÎLANÊ DI ŞEXSÊ SARA Û RÛKENÊ DE, LI MÊRSÎNÊ DERKET HOLÊ’

Ronî diyar kir ku di şexsê Zîlanê de PKK bû partiya fedayiyan û wiha pêde çû: “Hevalên mîna Zîlan, Sara û Rûken dibin pêşeng. Ruhê fedayî yê heval Zîlan, di şexsê Sara û Rûkenê de li Mêrsînê derket holê. Evane berdêlên mezin in, ruhê tolhildanê ye. Fedayîtî tarzê berxwedan, têkoşîn û lehengiyê ye. Li Mêrdînê di şexsê heval Zana û heval Xebat de ev ruhê fedayî derket holê. Heval Zana û heval Xebat li ser xeta fedayîtiyê peyamekî gelek xurt dan. Sara, Rûken, Zana, Xebat, Bager û Avzem, Leyla Sorxwîn xeta fedayî ya Zîlanê mîras girtin. Bi hezaran jin bi navê Zîlanê tevlî têkoşînê bûn. Heval Leyla Sorxwîn û Hêjar Zozan jî li pey şopa Zîlanê çûn. Dîsa herî dawî li gorî daxuyaniya HPG’ê li Xakurkê hevrêyek enternasyonal Asya, hevrêyek Elman Azad û ji Rojhilat heval Koçer şehîd bûn. Tişta ku ev hevrêyên me anî ba hev, ruhê fedayî ye. Bi vê ruhê fedayî bi ser dijmin de çûn.”

‘HER KES HÊVIYÊ DI PARTIYA ME, YJA STAR Û HPG’Ê DE DIBÎNE’

Ronî bi bîr xist ku tevî îlana wan a agirbestê jî ti carî êrîşên dewleta Tirk nesekinîn û got: “Li Botanê dewleta Tirk û cerdevanan xwezaya Kurdistanê qetil kirin; gerîla li hemberî vê yekê çalakiyek gelek bi bandor kir. Li Xakurkê di şexsê heval Asya, Azad û Koçer de bi ruhekî fedayî çalakiyên xurt hatin kirin. Her wiha li qada Metînayê hevalan bi taktîkên sabotajê peyamekî xurt dan dijmin.”

‘LI ROJAVA PARADÎGMAYA RÊBER APO ZINDÎ BÛ’

Endama Konseya Leşkerî ya YJA Starê Eylem Ronî diyar kir ku rojên borî Mesrûr Barzanî û Hakan Fîdan hevdîtinek kirin û got: “Dîsa li Moskovayê civîna Astanayê hat kirin. Sûriye, Tirkiye, Îran û Rûsya jî tevlî civînê bûn. Rejîma AKP-MHP’ê jî kabîneya nû ava kir. Dixwazin bi vê kabîneyê pêngavekî nû pêk bînin. Amadekariyên êrîşên nû li ser Rojava, qadên gerîla û Bakur dike. Li Rojava paradîgmaya Rêber Apo zindî bû, bû şoreş û gelek destkeftî bi dest xist. Li Rojava di sîstema hatî avakirin de jin di siyaset, dîplomasî û qada leşkerî de cih digirin. Heval Yûsra Derwêş û Reyhan Amdûdê di xebatên qada civakî de, di xebatên jinê de pêşeng bûn û xwedî rol û mîsyon bûn. Çawa ku dagirkeran bi destê DAÎŞ’ê êrîşî Hevrîn Xelef kirin, bi sûîkastê heval Yûsra Derwêş, heval Reyhan Amûdê û Firat Tûma qetil kirin. Rojek beriya wê komkujiyê, heval Yûsra bi daxuyaniyê nerazîbûn nîşanî tecrîda li ser Rêber Apo dabû. Jin li Bakur, Başûr, Rojava, Rojhilat û li her derê di nava tevgerê de ne. Di mihrîcanên Zîlan û Sakîne Cansiz de derketin qadan. Heval Nagihan Akarsel jî ji ber ku li ser bingehê felsefeya Rêber Apo di Jineolojiyê de xebatekî gelek xurt meşand, hat hedefgirtin. Heval Nagihan dixwest li Silêmaniyê ji bo jinan pirtûkxwaneyê veke. Armancên heval Yûsra, heval Reyhan û heval Nagihan nayên qetilkirin. Li Silêmaniyê pirtûkxwane hat vekirin.

‘DEM DEMA ÇALAKÎ Û BERXWEDANÊ YE’

Dewleta Tirk li Geverê zarokê 5 salî Erdem Aşkan li pêş çavê her kesê qetil kir. Divê helbet tola vî zarokê hatî qetilkirin, bê standin. Dîsa divê tola heval Reyhan û Yûsra bê standin. Em ruhê 30’ê Hezîranê herî zêde bi çalakiyan silav dikin. YPS û YPS-JIN çalakiyan dike. Ez çalakiyên YPS û YPS-JIN’ê û milîsên HBDH’ê pîroz dikim. Weke gerîlayên HPG-YJA Starê ji bo em tola şehîdên xwe bistînin û xwedî li mîrateya wan derkevin, divê em li pey şopa Zîlanan, Semayan, Gulanan û Leylayan biçin. Divê gelê me û ciwan jî bi çalakiyan bersivê bidin dijmin. Faşîst ti sînoran nas nake, lewma dem dema çalakî û berxwedanê ye.”