Doza ku Komeleya Şêx Seîd ji bo tespîtkirina cihê gorên Şêx Seîd û 46 hevalên wî vekiribû, bi îdîaya ku di arşîvan de agahî û belge nînin, hate redkirin. Lê belê cenazeyê Şêx Şemsettîn ê bi Şêx Seîd re hate darvekirin, sala 1930'î radestî malbata wî hatibû kirin.
Di ser darvekirina ji pêşengerên raperîna Kurdan Şêx Seîd û 46 hevalên wî re 98 sal derbas bûn, ku li qada Deriyê Çiyê ya Amedê hatin darvekirin. 47 lîderên Kurd li Qada Deriyê Çiyê li çalekê hatin binaxkirin. Kuştina bêdaraz, komkujî û polîtîkaya 'bêpar hiştina ji gorê' ya lîderên Kurd, di sala 1925'an de bû nîşaneya feraseta serweriya nû ya rejîma Kemalîst. Polîtîkaya 'bêpar hiştina ji gorê' ya li hemberî kesayetên pêşeng ên Kurd, weke polîtîkayeke dewletê li Kurdistanê dewam dike. Ji bo têkiliya manewî ya civakê bi kadroyên xwe yên pêşeng re, polîtîkaya 'bêpar hiştina ji gorê' kiryareke sembolîk a herî bêrehm a ji feraseta serweriyê ya dewletê ye ku li dijî civaka Kurd dimeşîne.
Ji bo cihê gorê yên lîderên Kurd ên li çaleke qada Deriyê Çiyê di 29'ê Hezîrana 1925'an de hatin binaxkirin winda nebe, gel gelekî hewl da. Heta sala 1930'î cihê ku Şêx Seîd û hevalên wî lê hatin veşartin ji aliyê gel ve dihate parastin, bi dizî jî ber li ser gora wan Quran dihate xwendin. Dewleta Tirk ku tirsiya ev rewş civakî bibe, piştî salên 1930'î qad bi temamî girt. Ji bo nirxên Kurdan li nava civakê bêbandor bike, destpêkê febrîqeya alkolê li qadê ava kir. Piştre jî li şûna febrîqeyê Salona Sînemayê vekir. Herî dawî jî avaniyên leşkerî ava kir, ev jî bi temamî kir semboleke dagirkeriyê.
HIN CENAZE DI BERDÊLA BERTÎLÊ DE HATIN WERGIRTIN
Cihê ku Şêx Seîd û 46 hevalên wî lê hatin veşartin nehate eşkerekirin, lê belê karmendên ku di dema înfazê de amade bûn, şahidan û kesên ku li darvekirinê temaşe kirin, cihê gorê bi rengekî zelal nîşan dan. Li gorî vê vegotinê, 47 kes piştî darvekirinê li qadeke ku Sînemaya Yenîşehîr, Mala Artêşê ya Astsûbay û Lojmanên Leşkerî lê ne, hatin veşartin. Komeleya Çand û Perwerdeyê ya Şêx Seîd serî li Wezareta Karên Hundir a Tirk da û jê xwest ku cihê gorên Şêx Seîd û hevalên wî bêne eşkerekirin. Wezaretê îdîa kir ku di arşîvan de têkildarî mijarê agahî nîne. Halbûkî yek ji 47 kesên ku di 29'ê Hezîrana 1925'an de hate darvekirin Şêx Şemsettîn Bukarkî yê ji Bismilê bû ku cenazeyê wî di sala 5'an a darvekirinê de ji aliyê malbata wî ve hatibû wergirtin. Her wiha cenazeyê birayê Şêx Şemsettîn Şêx Nûrettîn ê li Xarpêtê di sala 1925'an de hate darvekirin, hatibû wergirtin. Herdu cenaze bi agahiya Wezareta Karên Hundir a Tirk û organîzeya Walîtiya Amedê li gundê Kamişli yê Bismîlê li goristana malbatê hatin veşartin.
KURÊ ŞÊX SEÎD: MIN SERDANA GORA BAVÊ XWE KIR
Kurê herî biçûk ê Şêx Seîd Ahmet Firat ku sala 2015'an wefat kir, diyar kiribû ku di dema zarokatiyê de tevî dayika xwe wî serdana gora bavê xwe kiribû. Ahmet Firat ragihandibû ku dema bavê wî hate darvekirin ew 5 salî bû, malbata wî bi temamî hate sirgûnkirin û got, "Tevî xizmên me em sirgûn kirin. Bi efûya sala 1928'an re em li warê xwe vegeriyan. Tevî dayika min, me serdana gora bavê min a li Deriyê Çiyê kir. Ez zarok bûm, li binê dara li wê derê min dilîst. Dayika min jî li ser gor Yasînî Şerîf xwend. Ew der rast bûbû. Ji ber ku mirovan xaka ji ser biribûn, hinekî bûbû kort. Piştî darvekirinê ji xwe ew der rast kiribûn. Lê belê mirovan cihê gorê parastibûn û diçûn serdanê. Ji ber vê yekê li wê derê qada leşkerî ava kirin û tunekirin."
PIŞTÎ 97 SALAN YEKEMCAR PÊVAJOYA HIQÛQÎ HATE DESTPÊKIRIN
Neviyê Şêx Seîd û wasiyê wî Kasim Firat ku di heman demê de Serokê Komeleya Şêx Seîd e, di sala 2022'an de ji bo tespîtkirina cihê gorê serî li Wezareta Karên Hundir a Tirk da. Wezaretê di nava dema qanûnî ya ji 30 rojî de bersiv neda ku ev yek dihate wateya redkirinê. Ji ber vê yekê jî Komeleya Şêx Seîd û Baroya Amedê li hemberî Wezareta Karên Hundir a Tirk doz vekirin. Piştî 97 salan di vê mijarê de serlêdanek ji bo darizandinê hate destpêkirin.
Di rûniştina dozê ya 22'ê Hezîrana 2023'an de Dadgeha Îdareyê ya 5'emîn a Enqereyê xwe spart daxuyaniya Wezareta Karên Hundir a Tirk ku digot, 'Di qeydan de agahî û belgeyeke bi vî rengî nîne' û biryara redkirina dozê da. Serokê Komeleya Şêx Seîd û rayedarên Baroya Amedê diyar kirin ku ew ê serî li dadgeha îstînafê bidin.
Kasim Firat li ser mijarê ji ANF'ê re axivî û diyar kir ku ew ne bawer in ji dadgehê encamekê bi dest bixin, ew ê ji ber vê yekê dozê bibin dadgehên navneteweyî û got, ji bo cihê gorên lîderên Kurd Şêx Seîd, Seyîd Riza, Mîralay Halît Bey bêne eşkerekirin, divê îradeyeke siyasî bikeve dewrê. Kasim Firat got, "Lê belê desthilatdariya heyî ya siyasî û mejiyê înkarkirina Kurdan a beriya sed salî bi heman rengî ye. Sed sal in li vî welatî înkarkirina Kurdan neguherî ye. Desthilatdar hemû weke dewama hev siyaseta tunehesibandina Kurdan dewam kirin."