Xelkê Şengalê şehîd Zîlan bi bîr anî

Xelkê Şengalê şehîd Zîlan (Zeynep Kinaci) ku 30'ê Hezîrana 1996'an li Dêrsimê çalakiya fedayî kir, bi bîr anî.

Şehîd Zîlan (Zeyneb Kinaci) di 30’ê Hezîrana sala 1996’an de li dijî êrîşa li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Dêrsimê li dijî leşkerên Tirk çalakiyek fedaî pêkanî û navê xwe bi tîpên zêrîn li dîroka Kurdistanê nivîsî.

Bi pêşengtiya TAJÊ û bi beşdarbûna endamên meclis, sazî û dezgehan li Şengalê bi semînerekê Şehîd Zîlan hate bîranîn. Semîner li Meclisa Gel a Xanesorê hate dayîn.

Li Xanesorê semîner bi deqeyek rêzgirtin ji bo giyanê şehîdan destpê kir. Piştre sînevîzyonek li ser kesayet û têkoşîna Şehîd Zîlan hate nîşandan. Her wiha nameya ku Şehîd Zîlan li pey xwe hêlayî jî di semînerê de hate xwendin.

Di semînerê de beşdarvanan nêrînên xwe anîn ziman û diyar kirin ku Şehîd Zîlan pêşenga şoreşa gelan bû, xwedî derketina li keda hemû şehîdan bi xwe rêxistinkirinê wê pêk were. Her wiha hate destnîşankirin ku civaka Êzidî piştî naskirina fikir û ramanên Rêber Apo, famkirin ku jiyana azad bê berdêl nabe û Êzidiyan jî di vê oxirê de gelek kesên pêşeng feda kirine.

Semîner bi berzkirina dirûşmeyên ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bi dawî bû.