Bûldan: Ji bo bidawîkirina tecrîdê em ê tokoşîna xwe bidomînin

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan anî ziman ku ne tenê li Îmraliyê lê li her çar aliyên welêt xelk tê tecrîdkirin û got: “Lê tecrîda herî giran li ser birêz Abdullah Ocalan e. Bêguman ji bo bidawîkirina tecrîdê em ê têkoşîna xwe bidomînin.”

Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan tev li bernameya pîrozbahiya cejnê ya Rêxistina HDP’a Wanê bû. Bernameya pîrozkirina cejnê li baxçeyê avahiya partiyê hate lidarxistin û partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl tev li bûn.

Bûldan, piştî pîrozkirina cejna beşdaran axivî û wiha got: “Di vê pêvajoya heyî de pêdivî bi aştiyê heye. Hêvîdarim ku her cejnek bibe wesîleya azadî û aştiyê ye. Lê em nikarin cejnên xwe bi dilxweşî pîroz bikin. Di vê serdemê de dîsa Kurd tune tên hesibandin û zilm lê tê kirin.”

Bi domdarî Bûldan bal kişand ser pêvajoya hilbijartinê û wiha pê de çû: “Tevî van zehmetiyan jî em têkoşîna xwe didomînin. Di serî de gelê Kurd, hêviya me ew e ku hemû gelên bindest di nava aştî û azadiyê de bijîn. Di rewşekî wiha de em nikarin bibêjin tifaqa AKP-MHP’ê bi ser ketiye. Ev hilbijartin di mercên demokratîk de nehatin kirin. AKP’ê hemû derfetên dewletê bi kar anî û bi darê zorê bi ser ket. Em li vir in û li gel gelê xwe, ji bo bidawîkirina zext, zordestî û înkara AKP’ê têdikoşin.”

Bûldan, bi domdarî bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Dê nekarin bi zext, gefxwarin û bi tirsê me ji rêya me bikin. Ji ber gotina ‘li vî welatî tecrîd heye’, rojnamegerek hate girtin. Ev yek nîşan dide bê ka tecrîd çiqas belav bûye. Ne tenê li Îmraliyê lê li her çar aliyên welêt xelk tê tecrîdkirin. Lê ya herî giran li ser birêz Ocalan e. Bêguman ji bo bidawîkirina tecrîdê em ê têkoşîna xwe bidomînin. Em ê vî welatî teslîmî tarîtiya AKP’ê nekin. Divê em têkoşîna xwe mezintir bikin. Banga min ji bo hemû kesî ew e ku piştgiriyê bidin vê têkoşînê. Em ê derhiqûqî û tarîtiya li vî welatî bi dawî bikin. Cejna gelê me pîroz be. Em ê di cejnê de li hemû navçeyan bi gelê xwe re bên gel hev.”