Orhan Dogan li ser gora xwe hat bibîranîn

Siyasetmedarê Kurd Orhan Dogan di salvegera mirina xwe ya 16'emîn de hat bibîranîn.

Parlamenterê berê yê Partiya Demokrasiyê (DEP) Orhan Dogan ê di 29'ê hezîrana 2007'an de jiyana xwe ji dest da, di salvegera mirina xwe ya 16’emîn de li ser gora xwe ya li Goristana Asrî ya li navçeya Cizîrê ya Şirnexê hat bîranîn. Parlementerê Partiya Çepên Kesk ê Sêrtê Tûncer Bakirhan, Parlamentera Partiya Çepên Kesk û keça Orhan Dogan, Ayşegul Dogan, Parlementerên bajêr Mehmet Zekî Îrmez, Newroz Uysal, rêxistinên HDP’ê yên navend û navçeyan, MEBYA-DER, Meclîsa Dayikên Aşitiyê, TJA û ferdên malbatê tev li bîranînê bûn.

Bername bi axaftina hevserokê HDP’ê yê Cizîrê Mesut Nart dest pê kir. Nart diyar kir ku ew ê tekoşina Dogan a aştiyê bidomînin.

Pişt re parlamenterê Sêrtê Tûncer Bakirhan axivî. Bakirhan destnîşanî tekoşîna Dogan kir û wiha axivî: "Em îro hevrêyê xwe yê giranbuha heval Orhan Dogan ê ku nirxê gelê Kurd ê bi bîr tînin. Derfeta min çêbû ku ez demekî dirêj pê re kar bikim. Orhan Dogan jî yek ji pêşengên gelê Kurd e. Bi baweriyeke mezin têkoşiya. Tenê yek armanca wî hebû ew jî daxwaza demokrasiyê bû. Wî li hemberî bê nasnameyê ku gelên Cizîr û Şirnexê bi dijwarî dijîn, têkoşiya."

Bakirhan got ku ew ê têkoşina Dogan bidomînin û ev tişt got: "Têkoşîna wî neqediya, her tim hilberiya. Her tim difikirî ku ev hovîtiya dewletê, zilm û faşîzma dewletê çawa dikare ji holê rabe. Ji her demê zêdetir ji bo bihêzkirina partiyê têdikoşiya. Partiya me bi saya vê têkoşînê hewl da ku bibe hêviya kedkar, feqîr û gelên Tirkiyeyê û gelê Kurd. Gotina wan wê erdê nemîne. Gotina wan sedema têkoşîna me ye. Heta ku em vî welatî demokratîk nekin, em ê têbikoşin. Em ê soza ku me daye wan bi cih bînin. Heta ev zext bi dawî nebin em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin. Ev gotina herî bi nirx û bi qîmet e ku em ê li ber bîranîna wan bidin, têkoşîna me wê bidome.”

Pişt re keça wî Ayşegul Dogan axivî. Dogan jî destnîşanî tekoşina Dogan kir û got ku ew ê xeyalên wan pêk bînin.

Dû re dua hatin kirin. Bîranîn bi danîna qurnefîlan a li ser gorê bi dawî bû.