Er û Dag ên di greva birçîbûnê de ne, rewşa wan krîtîk e

Mazlûm Dag û Abdûrrahman Er ên li girtîgeha Hewlêrê kiryarên li dijî mirovahiyê li wan tê kirin, 43 roj in di greva birçîbûnê de ne. Apê Abdûrrahman Er Necmettîn Er diyar kir ku rewşa biraziyê wî roj bi roj nebaş dibe.

Mazlûm Dag û Abdûrrahman Er ên ku ji aliyê PDK'ê ve hatin girtin û cezayê îdamê li wan hate birîn, ji roja ku hatine girtin û vir ve mafên wan têne binpêkirin. Ji bo dawî li zext û binpêkirina mafên mirovan bê anîn, gelek caran ketin greva birçîbûnê. Herî dawî di 18'ê Gulanê de ji ber zexta lixwekirina kincê bi yek tîpî û dewamkirina binpêkirina mafên mirovan ketin greva birçîbûnê.

REWŞA WAN A TENDURISTIYÊ DI ASTEKE KRÎTÎK DE YE

Necmettîn Er diyar kir ku rewşa tenduristiyê ya biraziyê wî Abdûrrahman û Mazlûm Dag her roj bêhtir nebaş dibe û got, "Rewşa biraziyê min û Mazlûm gelekî xerab e. Di bin tecrîdeke girand e ne. Em nikarin têkiliyê bi wan re daynin. Li ser hevalekî li kampa Mexmûrê em agahiyan werdigirin. Kete roja 43'an a greva birçîbûnê. Li gorî agahiyên gihîştine me, rewşa biraziyê min gelekî krîtîk e. Pirsgirêka şekir bi biraziyê min re heye. Weke malbat em gelekî bi fikar in. Biraziyê min zêdeyî 20 kîlo kêm kiriye. Rewşa Mazlûm hinekî baştir e. tevî ku di greva birçîbûnê de ne B1'ê nadin wan. Weke ku ew di rojiya mirinê de ne. Em nikarin agahiyên baş ji wan werbigirin. Me parêzerek şand, çû û hat lê encam nîne."

ÊŞKENCE DEWAM DIKE

Necmettîn Er anî ziman ku li gorî daxwaza dewleta Tirk Abdûrrahman Er û Mazlûm Dag hatine tecrîdkirin û got, "Lixwekirina kincê bi yek tîpî li wan ferz kirin. NJi ber ku wan qebûl nekirin êşkence û kiryarên xerab li wan kirin. Destpêkê êşkenceya fîzîkî hinekî kêm bûbû, lê vê carê xistine hucreyên yek kesî, her wiha li korîdorê, bi deriyan ve kelepçekirî bi saetan têne rawestandin."

Necmettîn Er anî ziman ku li nava raya giştî bêdengî û xemsarî heye û diyar kir ku wan hevdîtin bi Rêxistina Efûyê ya Naventeweyî re kirin û got, "Rayedar ji min re got ku çi ji destê wan bê ew ê bikin. Lê belê got, ji ber ku li Başûrê Kurdistanê şaxê wan nîne ew ê bi rêya buroya li Bexdayê agahiyê bide. Muxatabekî yekser nîne. Wê hewl bidin bi rêya buroya li Bexdayê giliyê min bişopînin."

Necmettîn Er bang li her kesên alîgirê demokrasî û mafên mirovan kir ku xwedî li van ciwanan derkevin.

Daxwazên Abdûrrahman Er û Mazlûm Dag bi vî rengî ne:

1- Dawî li êşkence û kiryarên xerab bê anîn
2- Lixwekirina kincên bi yek tîpî neyê ferzkirin
3- Dawî li hiştina li yek hucreyê bê hiştin, herdu jî li heman odeyê bêne bicihkirin