Milîsên HBDH’ê li Silopiyayê nuqteyeke polîsan dan ber agir

Milîsên Şehîd Helmet ên HBDH’ê li navçeya Silopiya ya Şirnexê li dijî tecrîda li Îmraliyê bi molotofan çalakî kirin û nuqteyeke polîsan dan ber agir.

Milîsên Şehîd Helmet ên Tevgera Şoreşê ya Yekbûyî ya Gelan (HBDH) daxuyaniyeke nivîskî dan û ev peyam dan: “Girtîgehên we li hemberî îradeya şoreşger bê çare ne! Ti girtîgeh nikare îradeya şoreşger bi zincîr bike.”

Di daxuyaniyê de ev tişt jî hate gotin:

“Em li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kolanan didin ber agir!

Weke milîsên Şehîd Helmet ên HBDH’ê şeva 27’ê Hezîranê me li Silopiyayê bi molotofan çalakî kirin. Milîsên me bi molotofan rê li trafîkê girtin. Her wiha me nuqteya polîsan jî bi molotofan şewitandin.

Milîsên me bi serketî ji qada çalakiyê veqetiyan.”