Bayik: Divê em zêdetir xwedî li projeya Rêber Apo derkevin

Cemîl Bayik diyar kir ku piştî hilbijartinan êrîşên li ser Rêberê Gelê Kurd, PKK û siyaseta demokratîik zêde bûne û got “Dixwazin Tifaqa Ked û Azadiyê ji holê rakin. Di vê pêvajoyê de divê em zêdetir xwedî li projeya Rêber Apo derkevin.”

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik beşdarî bernameya taybet a Stêrk Tvyêbû û di bernameyê de encamên hilbijartinê, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û berxwedana gerîla ya li dijî êrîşên dewleta Tirk, nirxand.

Bayik diyar kir ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe û azadiya wî ya fîzîkî pêk were, divê têkoşîn were geşkirin. Bayik bal kişand ser vî tiştî ku tu eleqeya tecrîdê bi hiqûqê re tune, tecrîd tiştekî siyasî ye û li hemberî tecrîdê divê her kes berpirsyariya xwe bi cih bîne.

Bayik bi bîr xist ku piştî erdheja meha Sibatê ya ku navenda wê Mereş bû, wan agirbest îlan kir û di dema hilbijartinê de jî ev agirbest dewam kir, Bayik destnîşan kir ku dewleta Tirk xwest ji agirbestê sûdê werbigire, êrîşên li ser gerîla zêde kiriye. Bayik bal kişand ser vî tiştî ji ber ku dewleta Tirk êrîşî Herêmên Parastinê yên Medyayê, Başûr, Bakur û Rojava dike, tu wateya agirbestê nemaye û ji ber vê jî wan biryara agirbestê bi dawî kirine.

Bayik, yek ji kadroya pêşeng a PKK’ê, şehîd Zîlan (Zeynep Kinaci) ya ku di 30’ê Hezîrana 1996’an de li Dêrsimê çalakiya fedaî li dar xistibû jî bi bîr anî û got “Îro li Herêmên Parastinê yên Medyayê, Zap, Metîna û Avaşînê xeta Zîlanê û ruhê Zîlanê bi awayekî kûr tê jiyîn. Sedema ku dijmin nikare PKK’ê tasfiye bike, gelê Kurd qir bike, ruhê berxwedanê yê Zîlanê ye.”

Roportaja bi Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik ku li Stêrk TV hate weşandin wiha ye:

Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hê jî didome. Abdullah Ocalan nikare bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê bike û bi ser de ‘ceza’yên nû li wî tê birîn. Hûn vê rewşê çawa dinirxînin?

Ji dema ku dewleta Tirk a dagirker ava bû, dest bi komkujiyên li dijî gelan kir. Gelek gel rastî qirkirinê hatin. Yek ji van gelan jî gelê Kurd bû. Êşên mezin bi gelê Kurd dan kişandin. Kurdan jî li hemberî van êrîşên dewleta Tirk serî hildan. Berxwedanên qehremanî kirin û xwe parastin. Dewleta Tirk a dagirker hê jî dixwaze polîtîkaya xwe ya qirkirinê bidomîne. Heke em polîtîkayên qetlîamên berê yên li ser gelan fêhm nekin, em ê nikaribin nêzîkatiya wan a îro ya li hemberî Rêber Apo jî fêm bikin. Heke li dijî Rêber Apo siyaseteke bi vî rengî tê meşandin, tê wateya ku ev polîtîka li dijî Kurdan, gelan û mirovahiyê tê meşandin. Ji ber ku Rêber Apo rêberê gelan e. Ji ber vê yekê pêwîst e feraseta dewleta Tirk baş were fêmkirin. Heke dewletek qirkirinê ji xwe re dike esas û ew dewlet hesabê hiqûq, edalet û qanûnên navneteweyî nake. Heke em îro lê binihêrin, wê were dîtin ku vê siyaseta li dijî gelê Kurd ne hiqûqa wan de û ne jî di hiqûqa navneteweyî de heye.

Tekane qanûna wan ev e ku Kurdan ji holê rakin. Hemû saziyên xwe ji bo vî tiştî bi kar tînin. Siyaseta li dijî Rêber Apo tê meşandin, li dijî gelê Kurd û nirxên wê yên mirovî tê meşandin. Rêber Apo nirxên mirovahiyê diparêze. Lewma tecrîda li ser Rêber Apo tê wateya temambûna polîtîkaya qirkirinê. Tecrîd ti eleqeya xwe bi hiqûqê re nîne, bingeha wê siyasî ye. Em dibînin ku dema têkoşîn bilind dibe, tecrîdê hinekî sist dikin, lê dema ku têkoşîn qels dibe, tecrîda mutleq ji nû ve dixin dewrê. Ji ber vê yekê divê her kes li hemberî tecrîda mutleq erka xwe baş fêm bike û li dijî qirkirinê derkeve. Wê demê dewleta Tirk di polîtîkaya xwe ya qirkirinê de gavekê paşde wê biavêje. Ev berpirsyariya gelê me, dostên me, şoreşger û sosyalîstan e. Loma jî divê kes rihet nejî. Yên ku xwe weke welatparêz, sosyalîst, demokrat û rewşenbîr pênase dikin, divê li dijî tecrîda mutleq bin û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têkoşînê bilind bikin.

Ji ber vê yekê divê hemû Kurd, sosyalîst, demokrat, dostên gelê Kurd li çar parçeyên Kurdistanê û li derveyî welat ji bo Rêber Apo têkoşîneke mezin bidin meşandin. Ji bo vê jî divê dereng nemînin. Ji ber ku dewleta Tirk polîtîkaya qirkirinê dimeşîne. Di şexsê Rêber Apo de dixwaze Kurdan û PKK’ê qir bike. Divê dewleta Tirk demildest tecrîda mutleq rake, divê parêzer û malbata Rêber Apo karibin biçin hevdîtina wî. Rêber Apo dîl e û mafên wî yên ji ber dîlbûnê heye, divê van mafan qebûl bikin. Em bang li siyasetmedar, têkoşerên mafên mirovan dikim, ji bo dîtina Rêber Apo divê serlêdanan bikin.

We pêşî ji ber erdhejê û piştre jî ji ber hilbijartinan agirbest ragihand. Lê belê dewleta Tirk ligel ku agirbest hebû jî êrîşên xwe domand. We jî di hefteyên borî de ragihand ku wê agirbest qedandiye. Piştî vê biryarê gerîlayan çalakiyên xurt kirin. Şer a niha di kîjan rewşê de ye?

Sedem hebû ku em agirbestê îlan bikin. Li Herêma Kurdistanê erdhejek mezin çêbû. Bi hezaran mirovên me jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn. Êşên mezin hatin kişandin. Me jî berpirsyariya xwe bi cih anî. Me xwest em êşa gelê xwe sivik bikin. Sedemek din jî pêşxistina bingeheke xurt a siyaseta demokratîk bû. Ji ber ku heta şer bidome, siyaseta demokratîk nikare zêde têbikoşe. Ji ber ku li Tirkiyeyê desthilatdariyeke faşîst û qirker heye. Mudaxeleya her tiştî dike. Nahêle du kes werin cem hev. Biryara me biryareke mirovî û exlaqî bû. Ji ber vê yekê me wê demê biryareke wiha da. Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hilbijartin çêbûn. Di nava gelan de dihate gotin ku wê AKP û MHP di pêvajoya hilbijartinê de provokasyonan bike. Ji ber ku berê jî provokasyonên wisa kiribûn. Di nava gel de tirseke wisa hebû. Me jî ev yek li ber çavan girt. Ji bo pêşîgirtina li provokasyonan me agirbest dirêj kir.

Ligel biryara me ya agirbestê jî dewleta Tirk di polîtîkayên xwe yên şer de ti guhertin nekir. Jixwe dewleta Tirk dixwaze PKK û gelê Kurd tasfiye bike. Ji ber vê yekê jî nikarîbû sedema biryara me hesab bike. Wan digotin qey gerîla lawaz bûye û ji ber vê biryareke wiha hatiye stendin.Biryara agirbestê xwestin ji xwe re bikin sedema ku derbên giran li gerîlayan bixînin. Ji ber vê jî êrîşên xwe hîn zêdetir zêde kir. Him li Herêmên Parastinê yên Medyayê, him li Başûr, Rojava û Bakur êrîşên xwe zêdetir kir. Bomberdûman kir û çekên kîmyewî bi kar anî. Hemû derfetên di destê xwe de bi kar anîn. Mirov girtin û kuştin, li zindanan cezayên giran li mirovan birîn. Piştî van tiştan êdî wateya biryara me  ya agirbestê nema. Me jî bi awayekî fermî agirbest qedand. Dewleta Tirk ti carî hêza çalakiyê ya gerîla fêm nekir. Hê jî fêm nekiriye. Teknîka wan heye, hin hêz alîkariya wan dikin, ji ber wê jî fikirîn ku bi hêsanî dikarin li gerîla bixin. Lê ev ji bo wan xeletiyek e. Piştî ku me agirbest qedand, gerîla çalakiyên xurt û bi bandor kir.

Di encama van çalakiyan de dewleta Tirk li gelek deveran bi taybet li Xakurkê û Metîna derbên giran xwar. Bi vê minasebetê ez heval Asya, Azad û Koçer ên di şerê Xakurkê de şehîd bûne bi rêzdarî bi bîr tînim. Ev heval yek ji wan Elman, yek Tirk û yek jî Kurd bû. Wan gel temsîl dikirin. Ev jî rastiya tevgera me nîşan dide. Ev tevger ne tenê tevgereke Kurdistanî ye, tevgera gelan, azadî û demokrasiyê ye. Şer wê mezin bibe. Ji ber ku dîsa hikûmeta şer hat avakirin. Jixwe Erdogan bi awayekî vekirî got em ê şerê leşkerî û dîplomatîk bi hêztir bimeşînin. Li ser vê bingehê kabîne hat avakirin. Di pratîkê de jî vî tiştî dikin. Roj bi roj êrîşên xwe zêde dikin. Berxwedana me ya li hemberî van êrîşan jî mezin dibe. Divê gelê me û dostên me yên demokrat û sosyalîst vê rastiyê baş bibînin. Dema ku dewleta Tirk êrîşên xwe zêde dike û şer mezin dibe, divê tu kes li hemberî vê rewşê bêdeng nemîne û nebe temaşevanê vê rewşê. Li ku derê bibin bila bibin divê peywira xwe ya ji bo gelê Kurd, têkoşîna demokrasî û azadiyê pêk bînin.

We di daxuyaniya xwe ya agirbestê de diyar kir ku êrîşên dewleta Tirk bi taybetî li ser Rojava zêde bûne. Herî dawî Hevseroka Kantona Qamişloyê Yûsra Derwêş, Alîkara Hevserok Leyman Şiwêş û Endamê Meclîsê Firat Tûma di encama êrîşên dewleta Tirk de hatin qetilkirin. Hûn van êrîşan çawa dinirxînin?

Weke tê zanîn, li Astanayê civînek hat lidarxistin ku Rûsya, Sûriye û Îran jî tevlî bûn. Civîna Astanayê berê jî gelek caran hat kirin. Lê ji ti pirsgirêkê re çareserî nehat dîtin. Ne li Sûriyeyê, ne jî li Rojhilata Navîn pirsgirêkên gelan nehatin çareserkirin. Heta pirsgirêkên heyî, mezintir jî kirin. Diyar e ku di vê civînê de li ser pirsgirêka Kurd jî disekinin. Lê qebûl nakin. Li şûna ku pirsgirêkê bi rengekî siyasî, demokratîk çareser bikin, li ser bingehê ku hîn zêdetir çawa dikarin Kurdan bê bandor bikin, çawa ji holê rakin nêzîkatiyê nîşan dikin. Piştî her civînê hem li Sûriye hem jî li Rojhilata Navîn alozî zêdetir dibe. Pirsgirêk mezintir dibin. Dewleta Tirk gelek qadên Sûriyeyê dagir kiriye. Heta ku qadên dagir kirine, îlhak jî kiriye. Ji ber ku li qadên ku dagir kiriye, hemû saziyên xwe vekirine. Ji Serêkaniyê, Girê Spî, Efrînê Kurdan derdixînin çeteyên girêdayî dewleta Tirk bi cih dikin. Yanî li wir demografiyê diguherînin. Ji ber ku dewleta Tirk qirkirina Kurdan esas digire û li ser vî bingehî êrîşên xwe didomîne. Dibêje ez hemû herêmên di destê Kurdan de maye, dixwazim. Lewma li pêş çavê hemû kesê êrîşan dike.

Dewleta Tirk ku armanc dike Kurd û Kurdistanê ji holê rake, vê yekê tenê bi hêza xwe nake. Li aliyekî yên li Astanayê beşdarî civînê dibin piştgiriyê didin, li aliyê din NATO deng dernaxîne. Dewleta Tirk jî ji vê yekê cesaret digire û bi rengekî rihet siyaseta xwe ya şer didomîne. Divê hesabên şaş bi dewleta Tirk a ku xaka Sûriyeyê dagir kirî re neyê kirin. Eger tiştek wiha bikin, wê derbeya mezin ew bi xwe bixwin. Hêzên beşdarî Astanayê bûne ji Sûriyeyê re dibêjin ji bo tunekirina Kurdan wê piştgiriyê bidinê, divê Sûriye vê yekê qebûl neke. Ji ber ku ev planek e. Li dijî vê yekê divê bi gelê Kurd, Ereb û Suryanî re bibe yek. Ji xwe re esas bigire ku pirsgirêka Kurd jî çareser bike. Divê bi Kurdan re danûstandinê çêbike. Divê li dijî dewleta Tirk a dagirker têbikoşe, dewleta Tirk ji qadên dagirkirî derbixe. Bi rengî dikare ji Sûriyeyê re xizmetê bike. Eger bi gelê Sûriyeyê re şer bike, wê zirara mezin wê demê bistîne. Lewma ez bawer dikim ku Sûriye wê vê rastiyê fêm bike.

Dema ku hevdîtinên Astanayê hatin kirin Mesrûr Barzanî jî çû Tirkiyeyê, bi Erdogan, Fîdan û Yaşar Guler re hevdîtin kirin. Piştre Yaşar Guler daxuyaniyek da û got, ‘hevdîtinên me yên bi Mesrûr Barzanî re baş derbas bûn, wê encamên vê yên erenî çêbibin’. Piştî hevdîtinên Mesrûr Barzanî êrîşa li ser Qamişloyê qewimî û Hevseroka Kantona Qamişloyê Yûsra Derwêş, Alîkara Hevserok Leyman Şiwêş û Endamê Meclîsê Firat Tûma şehîd bûn. Helbet Mesrûr Barzanî dikare biçe Tirkiyeyê, hevdîtinan jî bike. Em ne li dijî vê yekê ne. Lê dema ku çû Enqereyê, yan jî dema hîna li wir êrîşî Kurdan were kirin, dîsa piştî ku vegeriya êrîşî Kurdan were kirin, maneyek vê heye.

Wezîrê şer ê Tirkiyeyê Yaşar Guler jî got, ‘hevdîtinên me erênî derbas bûn, di demekî nêz de wê pratîk jî diyar bibe’. Tê zanîn ku dewleta Tirk li dijî Kurdan siyaseta qirkirinê dimeşîne; wê demê çawa çêdibe ku di navbera wan de hevdîtinên erênî çêdibin û encamên wê jî wê di demek nêz de diyar bibe. Her kes vê mereq dike; di navbera Mesrûr Barzanî û dewleta Tirk de hevdîtinên çawa hatin kirin, çi biryar hatin wergirtin? Divê vê eşkere bikin. Eger ev yek eşkere nekirin, wê were fikirîn ku eger pirsgirêkên Kurdan berçav negirtibin, ev tê wê wateyê di navbera dewleta Tirk û Mesrûr Barzanî de li dijî PKK’ê, li dijî gelê Kurd biryarên neyînî hatine wergirtin. Ji ber ku dewleta Tirk li dijî Kurdan şerekî dimeşîne.

DIVÊ HER KES XWEDÎ LI ROJAVA DERBIKEVE

Eger Sûriye muzakereya bi Kurdan re û çareserkirina pirsgirêkê esas negire, helbet Kurdên Rojava wê tifaqa xwe ya bi gelan re xurt bike. Wê li dijî dagirkeriyê berxwedana xwe mezin bikin. Wê serî li hemberî dewleta Tirk netewînin. Divê ev yek were zanîn. Lê tişta ku em dixwazin Sûriye, gelê Kurd û gelên din li dijî dewleta Tirk a dagirker rawestin. Ji ber ku dewleta Tirk dixwaze şer mezin bibe, qadên dagirkirî yên li Sûriyeyê fireh bibe. Eger Sûriye nexwaze ku xaka wê hîn zêdetir ji aliyê dewleta Tirk were dagirkirin, wê demê divê têkîliyên xwe yên bi Kurdan re pêş bixe. Dewleta Tirk li aliyekî êrîş dike, li aliyê din jî komkujiyan dike. Hema bibêje her roj li Rojava sivîlan qetil dike. Lê em meyze dikin ku her kes bêdeng e. Bêdengbûyîn, tê wateyê ku komkujiyên dewleta Tirk ên li hemberî Kurdan normal dibînin. Eger wiha nebînin divê li dijî rawestin. Lê li dijî wê nasekinin, ev tê wê wateyê ku komkujiyên dewleta Tirk erênî dibînin. Wê demê para wan jî di vê komkujiyê de heye.

Rojava nirxên xwe yên mirovahiyê diparêze. Lewma her kesê ku dibêje ez demokrat im, sosyalîst im, ekolojîst im, azadîxwaz im, hunermend im, rewşenbîr im, dijberî dagirkerî, îlhak û faşîzmê me, ez nirxên demokrasî û mirovahiyê esas digirim, divê xwedî li Rojava derkeve. Ji ber ku Rojava ne tenê ji bo xwe, ji bo mirovahiyê jî têdikoşe. Ev yek di pratîkê de îspat kir. Li dijî DAÎŞ’ê têkoşînek mezin da, bi hezaran şehîd û birîndar dan. Mirovahî ji belayek mezin rizgar kirin. Niha jî dewleta Tirk mirovên ku li dijî DAÎŞ’ê sekinîn, DAÎŞ asteng kirin û nirxên mirovahiyê prastin, qetil dike. Wê demê çima mirovahî bêdeng e? Hinek dewlet ji ber berjewendiyên xwe bêdeng dimînin, lê çima rewşenbîr, sosyalîst, jin, tevgerên ekolojiyê, kesên ji bo demokrasî û azadiyê têdikoşin bêdeng in? Divê bêdeng nemînin. Ji ber ku di wê têkoşînê de hinek ji kesên min hejmartî jî cih girtin, şehîd dan û keda wan jî heye. Lewma mirovahî divê li dijî dewleta Tirk Rojava biparêze. Bi taybetî gelê Kurd ên li her çar parçeyên Kurdistanê û li dervey welêt Rojava biparêze. Ev daxwazeke neteweyî ye.

Dewleta Tirk dixwaze êrîşên xwe yên li ser Rojava hîn zêdetir bike. Armanc dike ku cihên nû dagir bike. Ji bo bikeve Rojava jî niha li qada navneteweyî dîplomasiyekê dimeşîne. Lewma divê gelê me vê yekê bibîne. Ji bo li dijî dagirkeriyê xwe biparêzin, amadekariyên xwe bikin. Tişta ji wan tê xwestin ev e. Dema êrîşên dagirkeriyê dest pê kirin xak û malên xwe terk nekin, divê li xaka xwe hûn li dijî dagirkeriyê heta dawiyê bisekinin. Eger hûn li xaka xwe bisekinin û têbikoşin, wê demê dewleta Tirk wê derbeyên mezin bixwe û nekare xaka wan dagir bike.  

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê pêvajoyeke girîng a hilbijartinê derbas bû. Ev hilbijartin bi zext, zilm û lîstikên faşîzmê yên dewletê derbasî dîrokê bû. Nîqaşa li ser hilbijartinê hê jî dewam dike. Bi taybetî êrîşên li dijî HDP’ê zêde bûne. Li dijî tevgera we jî êrîş hene. Hûn nîqaşên piştî hilbijartinê çawa dinirxînin?

Hilbijartina meha Gulanê pir girîng bû, lewma her kes nîqaşan dike. Nîqaşkirin ne xelet e û nîqaş pêwîst e, lê ya girîng ew e ku nîqaşên ku ji aliyê hêzên azadîxwaz û demokrasiyê ve tên kirin veguhere geşedanên erênî û serkeftinê. Ger nîqaş bi vî rengî bên kirin, wê wateyeke xwe hebe. Weke ku tê zanîn Tifaqa Ked û Demokrasiyê hat pêşxistin. Armanca vê tifaqê demokratîzekirina Tirkiyeyê, avakirina yekîtiya gelên Tirkiyeyê ya li dijî faşîzmê bû. Ev biryareke baş bû ku li Tirkiyê tifaqeke wiha çêbibe. Divê ev tifaq bêtir bihata mezinkirin. Di pratîkê de baş nehate pêkanîn. Hin kêmasî hebûn. Dibe ku kêmasî û xeletî hebin, lê divê ji wan ders û tecrube were derxistin. Wê demê kêmasî û şaşî wê ji holê rabin. Yên ku dixwazin bi ser bikevin divê bi vî rengî nêz bibin.

Yên ku di vê tifaqê de cih girtine, divê têkiliyên xwe yên bi gel re xurt bikin. Ji ber ku derket holê di têkiliyên bi gel de hin qelsî û kêmasî hene. Ger têkiliya bi gel re tunebe wê siyaset jî tu carî encamekê nestîne. Ji ber ku ew tifaq, tifaqa azadî û demokrasiyê ye. Ji ber vê yekê divê li ser esasê civakê be. Divê civakê birêxistin bike û vîna xwe derxe holê. Divê bi civakê re biryarê bidin. Wê demê ew ê karibin encamekê bistînin. Eger têkiliyên wan ên bi civakê re qels bin, bi polîtîkaya tê meşandin nikarin encamê bi dest bixin. Divê polîtîkayên wan xurt bin. Niha AKP kesên bawermend li dora xwe dicivîne, ev parçe, parçeyekî bi hêz a Tirkiyeyê ye. Ji ber vê jî divê pêşî li îstîsmara Erdogan bigirin da ku li ser kesên bawermend siyasetê neke. Ji ber ku ev beş beşeke mezin a civakê ye. Ger hûn vê yekê nebînin, li gorî wê siyasetê nekin, xwedî li vê civakê dernekevin û wan nexin nav xwe, li Tirkiyeyê hûn nikarin encamekê bistînin. Di hilbijartinê  de jî ev tişt derket holê.

Ji ber vê yekê Rêber Apo li hemberî vê siyasetek pêş xist. Siyaseta wî li ser siyaseta Îslama demokratîk bû. Ji ber ku Îslam li Tirkiyeyê serdest e. Bi giranî nifûsa wê misilman e. Ji bawerî û olên cuda jî mirov hene, lê bi giranî gelê misilman e. Ger hûn vê yekê nebînin, hûn çi bikin jî hûn ê encamekê nestînin. Ji ber vê yekê pêwîst e hemû kesên di nava Tifaqa Ked û Azadiyê de vê yekê bibînin. Ji bo vê jî divê hûn bi siyaseta îslama demokratîk biçin cem vî gelî, xwedî li gel derkevin û wan bixin nava xwe. Wê demê ev tifaq wê li Tirkiyeyê encamên mezin bi xwe re bîne. Bi vê hilbijartinê re rastiya paradîgmaya neteweya demokratîk derket holê. Pirsgirêkên li Tirkiyeyê tenê bi paradîgmaya neteweya demokratîk çareser dibin. Lewma pêwîst e di vê yekê de israr bê kirin û were parastin. Çima ez vê dibêjim? Ji ber ku li hemberî wê hin êrîş hene. Ev êrîş dikarin hinek ji wan jî bandor bikin. Divê bê zanîn ev êrîş çima tên kirin û hedefên wan çi ne. Li hemberî vê jî divê paradîgmaya netewa demokratîk bi hêztir were nirxandin.

HIN KURD HENE KU BI DEWLETA TIRK RE NE Û ÊRÎŞÎ RÊBER APO Û KURDAN DIKIN

Di vê pêvajoyê de yên ku xwe berpirsyar dibînin hene. Ev jî erkên xwe pêk tînin. Dixwazin pirsgirêkên heyî çareser bikin û ji bo vê jî dixebitin. Mînak, rexneyên wan erênî ne. Dibe ku ew hinek zehmetiyan bibînin, lê ez bawer dikim ku ew ê encamên mezin bi dest bixin. Çawa ku hin ji wan bi berpirsiyarî nêz dibin û ji bo serkeftinê argumanan pêş dixin, hin ji wan jî li dijî vê yekê beredayî diaxivin. Ji ber ku ji civakê qut bûne, li hemberî civakê tu berpirsyariyê hîs nakin. Di xizmeta faşîzm û qirkirinê de ne. Ji ber vê yekê bi rihetî diaxivin. Di axaftinên xwe de êrîşî Rêber Apo, paradîgmaya Rêber Apo û PKK’ê dikin. Belkî hinek kes vî tiştî bi eşkere dikin lê hinek kes jî bi awayekî tenik dikin.

Di pêşengiya Rêber Apo de 50 sal in têkoşînek bêhempa tê meşandin. Di vê têkoşînê de gelek nirx, gelek pîvanên welatparêziyê hatin afirandin. Hinek li ser navê neteweperestiyê li dijî van nirxan derdikevin. Êrîşî Rêber Apo, PKK’ê dikin. Ew jî xwe wek neteweperest bi nav dikin. Ti eleqeya wan bi neteweperestiyê re nîne. Bi tevahî xapandin e. Neteweperest têdikoşe û berdêlê dide. Lê dema em li wan dinêrin, ne têkoşîn û ne jî berdêla wan heye. Li dijî dewleta Tirk çalakî nekirine, berdêl nedane. Li kêleka dewleta Tirk êrîşî Rêber Apo, PKK’ê, siyaseta demokratîk û projeyên Rêber Apo dikin. Ev neteweperestiyeke çawa ye?Yên neteweperest kî ji bo civaka Kurdan têdikoşe, divê bi wan re be. Divê nebin hevalê kesên ku Kurdan qir dikin. Di bin siyaseta Erdogan de faşîst, nîjadperest, şovenîst van êrîşan pêk tînin. Ne bi tenê Tirk, Kurd jî hene di nav wan de. Ev siyaseta dewleta Tirk dimeşînin.

Çawa ku gelên Tirkiyeyê û gelê Kurd li hemberî paradîgmaya neteweya demokratîk coş û kelecaneke mezin hîs dikin û li ser vê bingehê têdikoşin, hinek jî ji vî tiştî ditirsin û êrîşî wê dikin. Yên vê dikin faşîst in, şovenîst in, nîjadperest in û bi tevahî xizmetê ji siyaseta dewleta Tirk re dikin. Divê hêzên demokrasî û azadiyê fêm bikin ka çima ev êrîş tên kirin da ku demokratîkbûyîn, Tirkiyeyîbûn û sosyalîzma Tirkiyeyê biparêzin. Ji ber ku êrîşî projeya Rêber Apo ya demokratîkbûna Tirkiyeyêbûnê dikin. Bi van êrîşan dixwazin Tifaqa Ked û Azadiyê tine bikin. Di vê pêvajoyê de pêwîst e projeya Rêber Apo pêş xistiye zêdetir were parastin. Divê hîn bêhtir demokratîkbûna Tirkiyeyê, Tirkiyeyîbûn, pêşxistina yekîtiya gelan esas bê girtin. Heke tifaqa Ked û Azadiyê li ser van esasan bê avakirin, wê hemû êrîş pûç bibin û wê tifaq jî xurttir bibe.

Tifaqa Erdogan li ber çavan e. Dîsa tifaqa ku Kiliçdaroglû ava kiribû hilweşiya. Tifaqa ku wê pêş bikeveTifaqa Ked û Azadiyê ye. Kesên ku di vê tifaqê de cih digirin divê bi berpirsyarî tevbigerin. Ya ku ji wan tê xwestin ev e. Yanî him li Kurdistanê him jî li Tirkiyeyê divê siyaseteke demokratîktir pêş bixin.

DIVÊ GELÊ KURD PIRSGIRÊKÊN DI NAVA XWE DE BI RÊYA DIYALOGÊ ÇARESER BIKIN

Li Kurdistan û Tirkiyeyê gelek bûyer diqewimin. Bi taybetî jî li Kurdistanê. Mînak van rojan li Bismilê Kurdan hev kuştin. Divê gelê me hevdu nekujin. Divê pirsgirêkên xwe bi diyalogê çareser bikin. Siyaseta demokratîk divê gel biparêze û rê li van pirsgirêkan bigire ku di nava gel de rû nedin. Ji ber ku dewleta Tirk dixwaze ev pirsgirêk hîn zêdetir mezin bibin û Kurd hev bikujin. Loma jî divê siyaseta demokratîk li vir rola xwe bilîze.

Dewleta Tirk ji ber polîtîkayên qirkirinê yên li Kurdistanê li her qadê êrîşî gel dike. Mînak tecawizê pêş dixe, hestiyên şehîdan di torbeyan de ji malbatên wan re dişîne, bi panzeran bi dehan zarok, jin, kal û pîran qir dike. Fihûş, eroîn û sîxuriyê bi awayekî bêsînor pêş dixe. Erdnîgariya Kurdistanê talan dike, daran dibire, bendavan çêdike, madenan çêdike, gundan wêran dike. Yanî îmkanên jiyana li Kurdistanê ji holê radike. Lewma divê gelê me li hemberî wan bêdeng nemîne. Mînak dewleta Tirk li kîjan bajarî van êrîşan pêk tîne, divê li wî bajarî gel li dijî wê rabe. Ya rast ew e. Kurdayetî, ol û mirovatî jî vî tiştî dixwazin.

Di hilbijartinan de jî xuya bû; gelê Kurd Erdogan red kir, gel Erdogan qebûl nekir. Ne tenê gelê Kurd, gelên Tirkiyeyê jî herî zêde Erdogan red kirin. Ew hikûmet ne rewa ye. Biryarên ku ji bo gelê Kurd dane, ne rewa ne û ti berpirsyariya gelê Kurd di van biryaran de nîne. Yanî desthilatdariya Tirkiyê bi temamî desthilatdariyeke faşîst, qirker e. Bi zora dewletê hat ser desthilatdariyê.

Salvegera 27’emîn a şehadeta yek ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê şehîd Zîlan e ku 30’ê Hezîrana 1996’an li Dêrsimê çalakiya fedayî kir. Îro jî di nava refên PKK’ê de çalakiyên fedayî tên kirin. Hûn vê ruhê fedayî ku di têkoşînê de serwer e, çawa dinirxînin?

Destpêkê di şexsê heval Zîlan, Sema û Gulan de ez hemû şehîdên şoreşê bi hurmet bi bîr tînim û li ber bîranînên wan bi rêzdarî bejna xwe ditewînim. Hemû şervanên azadiyê jî silav dikim. Heval Zîlan li dijî êrîşa li hemberî Rêber Apo sekinî. Ev yek ne tenê çalakiyek bû, gelek wateyên wê hene. Heval Zîlan peyamek da hem gerîla, hem gelê Kurd û hem jî dewleta Tirk. Bi eşkere ji dewleta Tirk re wiha got, eger ku hûn dixwazin Rêbertiya me ji holê rakin, tê wê wateyê hûn me ji holê radikin. Mafê me jî heye ku em we ji holê rakin. Lewma divê hûn biryarên ku li hemberî tevgera me û gelê me digirin, baş hesab bikin. We di paşerojê de gelek tişt kirin ku hesabê wê nehat pirsîn, we hesiband ku wê dîsa wisan be, lê êdî ev tevger tevgereke bi edalet e. Wê hesabê tiştên hatine kirin bipirse, divê hûn vê bizanin.

Heval Zîlan ji gerîla re jî wiha got, ‘bi şerê ku hûn dimeşînin hûn pêşiya xeteriyê nagirin, dijmin dixwaze Rêbertî îmha bike. Îmhakirina Rêbertî tê wateya îmhakirina we. Divê hûn jî li dijî vê dewleta qirker bi taktîkên nû şer bikin’. Ev taktîk jî nîşan kir. Dîsa ji gel re jî wiha got, ‘binêrin hûn di bin kêrê de ne, divê hûn mirinê qebûl nekin. Eger hûn naxwazin bimirin, divê hûn li dijî dijminê qirker xwe rêxistin bikin, biparêzin û têbikoşin’. Yanî peyamên wiha pir girîng da. Lewma Rêber Apo got, ‘Zîlan fermandara me ye, em jî şervanên Zîlanê ne’. Ji ber ku Zîlanê xetek diyar kir. Ne tenê çalakiyek kir, taktîk pêş xist. Lewma çalakiya ku kirî ne ji rêzê bû. Lewma îro li Kurdistanê bi hezaran mirov bi navê Zîlanê têdikoşin. PAJK, KJK û tevgera YJA Starê bi ruhê Zîlanê, li ser xeta Zîlanê xwe ji nû ve ava dike, her roja ku derbas dibe hîn mezintir dibe. Li cîhanê jî bandoreke xurt ava dike. Partiya me jî, gelê me jî, mîlîtanên me jî bi ruhê Zîlanê têdikoşin. PKK ji roja hatî avakirin ve bi hêzeke fedayî derketibû holê. Ev jî di şexsê Zîlanê de, di şexsê hevalên li girtîgeha Amedê de derket holê. Îro li Herêmên Parastinê yên Medyayê, li Zap, Metîna û Avaşîn xeta Zîlanê û ruhê Zîlanê hîn zêdetir tê jiyîn.

Îro li girtîgehan, ne tenê li Tirkiyeyê li welatên derveyî Tirkiyeyê jî kesên ji bo gelê Kurd têkoşîna demokrasî û azadiyê dimeşînin hemû, bi vî ruhî li ber xwe didin. Dîsa gelê me li hemû qadan, li derveyî welêt bi vî ruhî têdikoşe. Ev têkoşîn bi ruhê berxwedanê yê Zîlanê tê meşandin. Eger ku nikarin PKK’ê tasfiye bikin û gelê Kurd di qirkirinê re derbas bikin, sedemê wê ev ruhê berxwedanê ye. Di vî ruhî de bawerî û fedayîtî heye. Eger wiha nebûya me ev qas sal nedikarî li dijî artêşa Tirk têkoşînê bimeşînin. Ji ber ku artêşa Tirk ne artêşek normal e. Di NATO’yê de artêşa 2’emîn e û artêşekî gelek xurt e. Lê em li dijî vê artêşê 50 sal in têkoşînê dimeşînin. Eger ku berxwedana me wiha bi rengekî bi bandor didome, hevsengiyan xirab dike û hevsengiyan çêdike, hêviyê diafirîne û Tirkiye xistibe di rewşekî gelek xerab de, ev bi temamî çavkaniya xwe ji ruhê berxwedanê digire. Eger ku me berxwedan hetanî roja îro anîbe û gelek nirx afirandibin, bi saya vî ruhî ye. Lewma divê em hemû li ser xeta Zîlanê her tim xwe li ber çav derbas bikin û pêş bixin. Eger bi ruhê Zîlanê me xwe pêş xist, wê demê em ê bibin layiqê Rêber Apo û şehîdan. Wê demê em dikarin hêviyên gelê xwe û mirovahiyê bidin jiyîn. Tevgera me bi vî ruh û tarzê hetanî îro têkoşiya û wê ji îro û şûn de jî têbikoşe.

DEWLETA TIRK JI KOMKUJÎ Û MIRINAN KEYF DIGIRE

Weke tê zanîn di 29’ê Hezîranê de dewleta qirker ji bo Şêx Seîd biryara darvekirinê da. Bi Şêx Seîd re 46 mirovên welatparêz bi dar ve kirin. Hîna jî goristên wan nediyar e. Dewleta Tirk a dagirker Rêber Apo jî darizand. Di 29’ê Hezîranê de ji bo Rêber Apo jî biryara darvekirinê da. Yanî çawa ku di dîrokê de ji bo Şêx Seîd biryara darvekirinê dabe, di heman dîrokê de ji bo Rêber Apo jî biryara darvekirinê da. Ev yek jî rastiya dewleta Tirk nîşan dide. Eger mirov rastiya dewleta Tirk baş fêm bike, dîsa rastiya dîroka gelê Kurd baş fêm bike, dikare wate bide tiştên qewimîn. Wê demê dikare fêm bike ku çima li hemberî Rêber Apo êşkenceyek wiha hov tê kirin. Dewleta Tirk tenê mirinê ji Kurdan re rewa dibîne.

Lewma her roj dibêje, me ev qas mirov kuştin. Ji vê yekê keyf digire. Ez texmîn nakim ku li cîhanê ti kes ev qas keyf ji mirinan bigire. Lê dewleta Tirk ji komkujî, mirinan û qirkirinan kêfê distîne. Ev jî rastiya dewleta Tirk raber dike. Lewma hewldana wê ew e ku Rêber Apo û gelê Kurd ji holê rake. Ji derveyî vê tiştekî din nafikirin. Ji ber vê yekê hemû derfetên Tirkiyeyê xistine dewrê. Divê her Kurdek û mirovek vê yekê bibîne. Divê her roj bifikire ku çawa dikare xwedî li nirxên xwe derkeve û li dijî dewleta Tirk çawa dikare bisekine. Divê berpirsyariya xwe fêm bike û bîne cih.

Eger bi vî rengî nêzî Rêber Apo, têkoşînê, nirxan û dewleta Tirk bibin, wê demê wê nekevin kêmasiyan. Dibe wê berdêl bidin, êşan bikişînin lê di dawiyê de wê bi ser bikevin. Gelê me îro dizane ku kî/ê welatparêze, kî/ê nirxên welatparêziyê afirandiye, kî/ê berdêl dayîne û êş kişandine. Ji ber ku her roj Rêber Apo, PKK û gerîla ji bo azadiya gelê Kurd têkoşîneke bêhempa dimeşîne. Her roj şehîdan dide. Bi vê wesîleyê ez car din şehîdên têkoşîna azadiyê bi bîr tînim û li ber bîranînên wan bi rêzdarî bejna xwe ditewînim. Ji hemû malbatên şehîdan re jî sersaxiyê dixwazim. Ji hemû şervanan re jî di têkoşîna wan de serkeftinê dixwazim."