'Gerîlayên Azadiyê li ser şopa Zîlan dimeşin'

Gerîlaya YJA Starê Sara Ereb diyar kir ku Zîlan nîşan da, ti nêz nikare nêzî Rêberê Gelê Kurd û tevgera azadiyê bibe û got, "Di vê serdemê de şerê ku li qadên Zap, Metîna, Avaşîn û bi giştî li Kurdistanê diqewime bi ruhê Zîlanan dimeşe."

Gerîlaya YJA Starê Sara Ereb di salvegera 27'an a şehadeta wê de Zîlan (Zeynep Kinaci) bi bîr anî.

Sara Ereb bi bîr xist ku Zîlan Kurdeke Elewî ya ji Dersimê bû, li Meletiyê dima û got, "Şehît Zîlan sala 1993’an tevgera azadiyê nas kir. Dema ku tevgera azadiyê nas kir, girêdanbûna wê bi Rêber Apo re çêbû. Li ser vê esasê sala 1995’an tevlî tevgera azadiyê bû. Di nava refên gerîla de cih girt. Hevala Zîlan kadroyeke salekê bû, tevî ku ji aliyê fîzîkî ve zehmetî dikişand jî ji aliyê ruhî ve, ji aliyê bîrdozî û rêxistinî ve, jia liyê hevaletiyê ve timî pêşengî kir. Sala 1996’an bi komployeke navneteweyî xwestin sûîqestê li Rêber Apo bikin û di şexsê Rêber Apo de xwestin tevgera azadiyê tasfiye bikin. Hevala Zîlan ferq kir li ser Rêbertî û li ser tevgera azadiyê xeteriyek mezin heye. Hevala Zîlan ji bo ku ji Rêber Apo û ji felsefe û bîrdoziya Rêber Apo bandor bibû tevlî tevgerê bibû, van nezîkatiyên ku li hemberî Rêber Apo û tevgera azadiyê dihatin ferz kirin qebûl nekir. Weke endameke tevgera azadiyê biryara çalakiya canbexşane da."

Gerîlaya YJA Starê Sara Ereb bal kişand ser rêbaza fedaî ya çalakiya Zîlan û got, "Zîlan bi çalakiya xwe temsîla xeta jin a azad kir. Nîşan da ku ti hêz nikare nêzî Rêber Apo bibe, ti hêz nikare nêzî tevgera azadiyê bibe. Di vê serdemê de şerê ku li qadên Zap, Metîna, Avaşîn û bi giştî li Kurdistanê diqewime bi ruhê Zîlanan dimeşe. Piştî çalakiya hevala Zîlan Rêbertî got: 'Zîlan fermandara min e, ez şervanekî di bin fermana wê de me'. Kesayetiya hevala Zîlan bû temsîliyeta xeta jin a azad, bû xeta jin a azad a afrîner."

Gerîla Sara Ereb dawiya axaftina xwe de bangawazî li jinên cîhanê kir û got, "Em a niha wek hevalên jin hevalên Ereb û Kurd bi yekîtiyê li ser xeta Zîlanin. Hevala Zîlan fermandar û pêşenga me ye, em bi ruhê Zîlanan têdikoşin. Piştî şehadeta hevala Zîlan di nava gelê Kurd û gelê Ereban de keçên ku tên dinê û jinên ku tevlî tevgera azadiyê dibin navê Zîlan radikin. Li ser vê esasê em wek jinên Kurd, Ereb û tevahî jinên cîhanê bibin yek dest, li ser şopa fermandar Zîlan bimeşin û bibin şagirtê wê. Bi wesîleya vê rojê ez hemû hevalên li tunelên şer û çeperan li ber xwe didin, li çiya û bajaran têdikoşin silav dikim û hurmetê xwe dişînim. Ji hemû hevalan re serketin dixwazim."

WEÎL HELEB: EM BI RUHÊ ZÎLANAN LI BER XWE DIDIN

Gerîlayê HPG'ê Weîl Heleb jî bi vî rengî axivî: "Em di şexsê Şehîd Zîlan de hemû şehîdên şoreşê, ji şehîdê destpêkê heta yê dawî hemû hevalên şehîd bi bîr tînin, bejna xwe li hember wan ditewînin. Em bi ruhê Zîlanan li ber xwe didin. Ew çalakiyên ku heval pêk tînin, bi rêbaza hevala Zîlan e. Hevala Zîlan dema çalakî kir, bersiveke xurt da. Xwestin sûîqestekê li hemberî Serokatî pêk bîne li Şamê. Şehîd Zîlan li Dersimê li nava tabûrê Tirkan weke jineke ku salek di nava rêxistinê de bû, bi baweriyeke pir mezin çalakiyeke mezin kir. Nîşan da ku kes nikare bikeve navbera me û Serokatî. Pêşenga me ye. Em jî niha li Zap, Metîna, Heftanîn, Avaşîn em li ser vê xetê li ber xwe didin. Heta niha xeta fedaîtî dewam dike. Em bi ruhê hevala Zîlan bersivê didin dagirkeran. Em Kurd, Ereb, Asûr, Suryan em bi vî ruhî li ber xwe didin û heta dawiyê li dijî dagirkeran şer dikin."