HDP'ê Şêx Seîd û hevalên wî bi bîr anî

HDP'ê Şêx Seîd û 46 hevalên wî bi bîr anî ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatin darvekirin û got, "Ya ku 98 sal beriya niha êrîş lê hate kirin daxwaza azadî û maf a gelê Kurd bû."

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji ber salvegera 98'an a darvekirina Şêx Seîd û 46 hevalên wî li ser Twîtterê daxuyaniyek da.

HDP'ê got, "Em, Şêx Seîd û 46 hevrêyên wî bi minet û rêzdarî bi bîr tînin ku ji aliyê Dadgeha Îstîklalê ve 29'ê Hezîrana 1925'an li qada Deriyê Çiyê ya Amedê hatin darvekirin. Ya ku beriya 98 salan êrîş lê hate kirin, daxwaza azadî û maf a gelê Kurd bû. Plana Şark Islahat bi polîtîkayên înkar û asîmîlasyonê yên AKP-MHP'ê yên li dijî gelê Kurd dewam dike."