Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser êrîşên artêşa Tirk a dagirker daxuyanî da. Daxuyanî bi vî rengî ye:
Li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl;
27'ê Hezîranê saet di 12:00 de bi çekên giran derb li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê hate xistin.
Êrîşên bi bombeyên qedexekirî;
25'ê Hezîranê çeperên me yên li Qada Berxwedanê ya Sîda ya Zapê 4 caran bi bombeyên qedexekirî hatin bombekirin.
Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;
24, 25 û 27'ê Hezîranê li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl qadên berxwedanê yên Girê Bahar, Girê Cûdî, Girê Amediyê 6 caran, li Metînayê qada berxwedanê ya Girê Hakkarî 2 caran, li Xakurkê qadên Girê Berbizina û Goşînê 2 caran, li Garê qadên Gundê Çemrobotkî û Xêrê 2 caran bi giştî 12 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.
27'ê Hezîranê qadên Kolît û Şêxzade yên Xakurkê 4 caran bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin. Ji ber bombardûmanê agir bi qadê ket û şewat hîn jî dewam dike.
24, 25, 26 û 27'ê Hezîranê li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl qadên berxwedanê yên Girê Bahar, Girê Cûdî, Girê Amediyê, li Metînayê qadên berxwedanê yên Serê Metîna, Golka, Gundê Şêlazê û Girê Hakkarî, li Xakurkê qadên Geliyê Lolanê, Girê Şehîd Heqî, Girê Şehîd Kamûran û Kolîtê 256 caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin.
Artêşa Tirk a dagirker 25 û 27'ê Hezîranê êrîş bir ser çeperên me yên li Qada Berxwedanê ya Sîdayê ya li Zapê, hewl da tunelan qul bike û bi kepçeyan hilweşîne."