Malbata Şenyaşar: Mirov li ber xwe nede, hingî dirize

Malbata Şenyaşar ku li Rihayê ji bo xizmên xwe yên hatin qetilkirin di çalakiya Nobeda Edaletê de ye got, "Mirov li ber xwe nede mirovê birize."

Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar li ber Edlieyya Rihayê çalakiya xwe ya ji bo edaletê dewam dikin. Nobeda Edaletê di 9'ê Adara 2021'ê de hatibû destpêkirin.

Emîne Şenyaşar ji ber nexweşiya xwe di roja 829'an a nobedê de çalakiya xwe li mala xwe ya li Pirsûsê dewam kir.

Malbatê li ser hesabê medya dîjîtal peyamek weşand û got, "Eger li holê neheqî hebe, bêdeng nemîne. Berxwedana mafdar û bi biryar her tim bi serketinê bi encam dibe. Roja ku edalet hat serketin wê ya me be. Mirov li ber xwe nede hingî dirize."