Li Wanê buhayê nan û ragihandinê careke din hate zêdekirin

Şerê ku desthilatdariya AKP-MHP'ê li dijî Kurdan dike bandoreke neyînî li jiyana gel dike. Mîna li bajarên Tirkiye û Kurdistanê hemûyan, li Wanê jî zemên nû li nan û ragihandinê hate kirin.

Destpêka meha Hezîranê buhayê 50 kîlo ard ji 380 TL'yî gihîştibû 550 TL'yî. Zema giran a li ard hate kirin bandor li nan jî kir. Şaredariya ku qeyûm dest daniye ser çav berda nanê gel ê xizan.

Bi zema nû re nanê ku berê bi 2 lîre û 80 qurişî hate firotin bû 3 lîre û 20 qurişî. Her wiha nanê ku firin, market û dikanan bi 3 lîreyî difirotin bû 4 lîre.

Dewleta Tirk ku gelê Kurdistan û Tirkiyeyê mehkûmî xizaniyê kiriye, rojên dawî li ser hev buhayê sotemeniyê zêde kir. Bi zemên dawî re motorîn û benzîn bû zêdeyî 25 lîre. Bi zema li sotemeniyê re buhayê çûn û hatinê jî bi asta ji sedî 25 zêde bû. Bi zema nû re bilêtek ku bi 6 lîreyî bû, bû 7.5 lîreyî.

Ji ber zêdekirina buhayê bilêtan servîskar nikarin rêwiyan bibînin.