Cenazeyên Dayika Aştiyê Akçelîk û kurê wê hatin veşartin

Cenazeyên Dayika Aştiyê Perîşan Akçelîk û kurê wê Cîhan Akçelîk ku di qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest dan, hatin veşartin.

Li navenda Colemêrgê û navçeyên Gever, Çelê û Şemzînanê di 15'ê Tebaxê de di serdegirtina malan de endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê jî di nav de 23 kes ji aliyê polîsan ve hatibûn destgîrkirin. 13 kes piştî îfadeya li emniyetê, 10 kes jî piştî îfadeya li dozgeriyê bi şertê kontrola edlî hatin berdan.

Ji Dayikên Aştiyê yên li emniyetê hatin berdan Adalet Safali û Perîşan Akçelîk tevî kurê xwe Cîhan Akçelîk û parêzer Erdal Safali ji bo îfadeya li dozgeriyê doh ji Geverê hat Colemêrgê. Lê belê di vegerê de wesayitê qeza kir û Safali, Akçelîk û kurê wê Cîhan Akçelîk jiyana xwe ji dest dan.

Parêzer Erdal Safali yê bi giranî birîndar bû, doh êvarê rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Wanê.

Adalet Safali doh êvarê bi merasîmeke girseyî li gundê Memkavayê hate veşartin.

'EM Ê TÊKOŞÎNA DAYIKÊN XWE DEWAM BIKIN'

Cenazeyên Perîşan Akçelîk û kurê wê Cîhan Akçelîk jî serê sibehê ji morga Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê hatin wergirtin. Piştre jî bi merasîmeke bi beşdariya Parlamenterên Colemêrgê yên Partiya Çepên Kesk Oznûr Bartin, Vezîr Parlak, Onûr Duşunmez, endamên Dayikên Aştiyê, rêveberên HDP û DBP'ê û aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) hatin veşartin.

Hevserokê HDP'ê yê Colemêrgê Lokman Ozdemîr got, "Bila serê gelê Kurd ê bi rûmet sax be. Em ê têkoşîna dayikên xwe dewam bikin."