Artêşa Tirk a dagirker bombe li gundê Tirvanîşê barand

Dewleta Tirk a dagirker bi top û obusan bombe li gundê Tirvanîşê yê Metînayê barand. Ji ber êrîşê xisar li mal û baxçeyan bû.

Dewleta Tirk a dagirker bi rêk û pêk bombeyan li gundên Başûrê Kurdistanê dibarîne.

Gundê Tirvanîş ê li herêma Metînayê, danê nîvro ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve bi obus û topan hate bombekirin. Êrîş yekser li ser gund hate kirin û xisar li mal û baxçeyên gund bû.

Dagirkeran şeva 21'ê Tebaxê jî bi topan bombe li gundê Guherzê yê Amediyê barandin.

Li aliyê din, hate ragihandin ku PDK a bi dewleta Tirk a dagirker re tevdigere derewa 'êrîş ji aliyê PKK'ê ve hate kirin' belav kir û hewl da gel li ber PKK'ê rake.

Dewleta Tirk a dagirker 6'ê Tebaxê li gundê Bilindbasê yê nehiya Çemankê ya herêma Garê bombe li wesayiteke sivîlan barandibû û di encamê de sivîlê bi navê Alan Îsmaîl jiyana xwe ji dest dabû, Haşim Şekir jî bi giranî birîndar bûbû.