KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Li Kerkûkê 3 çeteyên DAÎŞ'ê hatin girtin
Hate ragihandin ku li Kerkûkê doh 3 çeteyên DAÎŞ'ê hatine girtin. -
Bi Tifaqa Ked û Azadiyê re ber bi avakirina Tirkiyeya demokratîk û azad ve
Di rewşa heyî de tiştekî bi tenê heye ku divê bê kirin, ew jî; ji bo serketina Tifaqa Ked û Azadiyê her kes bi hemû hêza xwe seferber bibe û bixebite. Eger Tifaqa Ked û Azadiyê bi ser bikeve wê gel, jin, ciwan, kedkar û civak bi temamî qezenç bike. -
AKP'ê li Wanê dest bi qeydkirina endamên sexte kir
Demeke kurt beriya hilbijartinê, eşkere bû ku AKP'ê li Wanê bi rengekî nelirê endam li xwe qeyd kiriye. Kesên ku bi vê yekê hesiyan gilî kirin. Hiqûqnas Cemal Demîr bang li her kesî kir ku di vê mijarê de baldar bin. -
Ji bo paşerojeke azad heta nefesa dawî têkoşiya
Ji pêşeng û fermandarên Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Savaş Maraş a Cenga Xabûrê gerîlaya YJA Starê Binevş Vejîn ji bo paşerojeke azad biafirîne tevî hevrêyên xwe heta nefesa dawî têkoşiya. -
Şaxa ÎHD’ê ya Rihayê bû mêvanê sifreya fitarê ya Malbata Şanyaşarê
Di roja 745‘an ya Nobeta Edaletê de, Şaxa ÎHD'ê ya Rihayê bû mêhvanê sifreya fitarê ya Malbata Şenyaşarê. Ferît Şenyaşar got: "Em ê bi hev re darazê azad bikin.“ -
Sancar: Îradeya me dê dawiya rejîma zilmê û şer bîne
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar ku di fitariyê de axivî, got: “ Îradeya me dê dawiya rejîma zilmê û şer bîne. Tekoşîna me dê rêya me ronî bike. Bi ev qas zilm û zextan jî yên ku em heta vir anîn gelê Kurd e.“ -
Li Wanê vekirina buroya hilbijartinê: Em ê vê pergalê biguherînin
Li Wanê vekirina buroya hilbijartinê ya Partiya Çep a Kesk veguherî mîtîngê. Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar diyar kir ku dema lihevkombûnê ye û got: "Em ê vê pergalê biguherînin." -
'Rêber Apo yekan e hêza ku cîhanê biguherîne ye’
Li Silêmanî bi tevlîbûna gelek rewşenbîr, siyasetmedar û kesayetên naskirî semînerek li ser hêz û felsefeya Abdullah Ocalan hate dayîn. Di semînerê de hate gotin ku Ocalan yekan e hêza herî xurt a guherîna sîstema cîhanê ye. -
Li Bedlîsê buroya hilbijartinê hate vekirin: Em ê bersiveke xurt bidin desthilatdariyê
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar li merasîma vekirina buroya hilbijartinê ya Bedlîsê axivî û got, "Ev hilbijartin derfeteke gelekî mezin dide me. Em ê bersiva herî xurt bidin vê desthilatdariyê." -
Asayîşa Êzidxanê yekemîn konferansa xwe li Şengalê li dar xist
Asayîşa Êzidxanê yekemîn konferansa xwe bi dirûşmeya “Misogeriya Xweseriya Şengalê, bi xurtkirina Asayîşa Êzîdxanê re derbas dibe” lidar xist. Di konferansê de hat gotin, “Divê Êzidî mil bidin milê hev û rê nedin xayînan.” -
Gerîla Koçer Dogan di êrîşa dagirkeriyê de şehîd bû
Tevî biryara bêçalaktiyê ya hêzên gerîla, êrîşên dewleta Tirk a dagirker bênavber dewam dikin. HPG’ê ragihand ku gerîlayê bi navê Koçer Dogan di êrîşa 7’ê Adarê de şehîd bûye. -
Bi wesîleya 4'ê Nîsanê şitil li hewşa mala Bûbo Taş hatin çandin
Li hewşa mala Bûbo Taş ê ku li dijî tecrîda li Îmraliyê çalakiya fedaî kir, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şitil hatin çandin. -
Tîma Tolhildanê ya YPS-YPS JIN’ê 4’ê Nîsanê pîroz kir
Tîma Tolhildanê ya Rêzan Ferqîn ê YPS-YPS JIN li Amedê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi çalakiyan pîroz kir. -
Banka Kurdistanê ji ber pere li Halk Bankê veşatine hate mehkûmkirin
Banka Navendî ya Iraqê ji ber ku Banka Kurdistanê li Halk Bank a Tirkiyeyê pere veşartine mehkûm kir û diyar kir ku ew ê ji para mezaxtina banka navendî bêpar bê hiştin. -
Gerîlayê HPG'ê Başdînç hate veşartin
Gerîlayê HPG’ê Savaş Başdînç li goristana Taxa Keşîşoglû ya navçeya Artemêtê ya Wanê hate veşartin. -
DFG: Meha Adarê rojnamevanek hate girtin, 16 hatin destgîrkirin
DFG'ê ragihand ku meha Adarê êrîş li 8 rojnamevanan hate kirin, 16 rojnamevan hatin destgîrkirin, yek hate girtin û 330 nûçe hatin astengkirin. -
Gerîlaya HPJ'ê: Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo îsal wê bibe saleke stratejîk
"Her sala nû em soza xwe ya bilindkirina têkoşînê nû dikin û li hember tecrîda girankirî ya Îmraliyê şerê xwe dijwartir dikin. Em di wê bîr û baweriyê de ne ku ew ê îsal ji bo azadkirina fîzîkî ya Rêber Apo bibe saleke stratejîk." -
Seven: Desthilatdarî bi awayekî îradî hilweşiya
Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Nedîm Seven diyar kir ku AKP û MHP’ê di warê ekonomîk, siyasî, dîplomatîk de têk çûye û got “Tişta ku divê were kirin ev e ku di vê hilbijartinê de di çarçoveya qanûnî de, dawî li vê rewşê were anîn.” -
Mele Elî: Eleqeya dewleta Tirk bi Îslamiyetê nîne, tenê zane zilmê bike
Mele Elî Spêrtî got: “Ti eleqeya dewleta Tirk bi Îslamiyet û şehadetê re nîn e. Tenê dizane zilmkariyê bike.” -
Gerîlayên PJAK'ê 4'ê Nîsanê pîroz kirin
Gerîlayên PJAK'ê salvegera 19'an a damezrandina partiya xwe û rojbûna 74'an a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi çandina şitlê daran pîroz kirin. -
Malbatên AKP'î dest danîn ser xwarina fitarê ya mexdûrên erdhejê
Li Midûriyeta Herêma 11'an a Rêyên Bejahî ji bo mexdûrên erdhejê xwarina fitarê hate dayin, lê belê malbatên AKP'î dest danîn ser vê xwarina belaş. -
Ketina Rihayê li siyasetmedarên Kurd hat qedexekirin
Ketina Rihayê ya siyasetmedarên Kurd bi hinceta “Bi armanca piştgirîdayînê çalakiyê hatine” hat qedexekirin. -
Li Binarê Qendîlê 4’ê Nîsanê hat pîrozkirin
Li Binarê Qendîlê bi boneya roja rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şitlên daran hatin çandin. -
4'ê Nîsanê li Nisêbînê bi fîşekên hewayî hate pîrozkirin
Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Akîf Dogan ragihand ku 4'ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi fîşekên hewayî pîroz kiriye. -
OHD'ê li ser lehiya li Riha û Semsûrê raporek eşkere kir
OHD'ê li ser lehiya li Riha û Semsûrê rapor eşkere kir û diyar kir ku li gel hişyariyan jî tedbîr nehatin wergirtin.