Dorpêça li gundê Bilbesê didome

Dorpêça leşkerî ya li ser gundê Bilbês ê Elkê di roja 27’an de berdewam dike.

Dorpêça leşkerî ya li ser gundê Bilbês ê Elkê ya Şirnexê di roja 27’an de didome. Li ser serê hemû girên li çar aliyên gund leşker hatine bicihkirin û li qadên daristanê yên qedexekirî ji ber xwe ve guleyan direşînin. Hat zanîn ku ji 29’ê Tîrmehê heta niha di ketin û derketina gund de GBT tê kirin û piştre destûr tê dayîn. Bi dorpêç û operasyona leşkerî re zextên li ser gund jî zêde bûne û derheqê gelek welatiyan de biryara lêgerînê hatiye dayîn. 

Welatiyê bi navê Îzettîn Cîn di 1’ê Tebaxê di çarçoveya lêpirsînê de hatibû destgîrkirin û di 4’ê Tebaxê de jî bi îdiaya “alîkarî daye rêxistinê” hatibû girtin. Welatiyê bi navê Levent Cîn jî di 19’ê Tebaxê de hatibû destgîrkirin û bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatibû girtin. Dadgehê bi şertê kontrola edlî û qedexeya derketina derveyî welat biryara berdanê dabû.