Ciwanan li dijî qedexeya li ser zimanê Kurdî çalakî li dar xist

Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Nûrhak Boran, ji bo balê bibe ser qedexeya li ser zimanê Kurdî, derengiya şevê li Amedê bi molotofan li dibistanekê xist.

Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Nûrhak Boran, da xuyakirin ku li taxa 500 Mal a navçeya Peyasê ya Amedê 23’yê Tebaxê saet di 01.20’an de bi molotofan li Dibistana Seretayî ya Ode û Borseyên Tirkiyeyê xistiye

Yekîneyê bi çalakiya ku li dar xist, ev peyam da: ‘’Bersiva me li dijî hikûmeta faşîst ku bi qedexekirinê li her derê dikeve hewila astengkirina zimanê Kurdî, bersiva me diyar e. Em nahêlin ciwanên me di dibistanên we de asîmîle bibin, em ê têkoşîna xwe li her derê geştir bikin.’’