Serdana şîna Dayikên Aştiyê kirin

Seroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz û Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar serdana şîna Dayikên Aştiyê kirin.

Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Saliha Aydenîz, Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar û şandeya bi wan re çûn serdana şîna Dayikên Aştiyê Adalet Safali, Perîşan Akçelîk û kurê wê Cîhan Akçelîk a li gundê Şahê yê Geverê ku ji bo îfadeya dozgeriyê çûbûn Colemêrgê û dema vedigeriyan Geverê di rê de qeza kiribûn û jiyana xwe ji dest dabûn.

Hevseroka Giştî ya DBP'ê Aydenîz di serdanê de axivî û polîtîkayên mêtingeriyê yên bi sedsalan ên li ser Kurdan bi bîr xist û got: "Ji gelê Kurd re sersaxiyê dixwazin. Ev qezaya trafîkê encama polîtîkaya dewleta Tirk e. Gelê Kurd û dayikên wan gelê bi salan e ji bo aştiyek bi rûmet û Kurdistanek azad têdikoşin. Bi salan e dayikên aştiyê laçik spî têdikoşin. Li kolan û taxan aştiyê parastin û têkoşînê berdewam kirin. Em soz didin wan ku em ê wan laçikên spî her tim bilind bikin ezmanan. Îro êşa me mezin e, lê kîna me pir zêde ye. Heta ku ev têkoşîn bigihêje encamê, em ê li ser şopa wan bimeşin."

Şande piştî serdana şînê li gel Dayikên Aştiyê çûn serdana goristanê. Meclisa Dayika Aştiyê ya Wanê Zekiye Kaya li ser gora dayikan axivî û wiha got: "Duh du dayikên me yên hêja ku bi salan e aştiyê diparastin, jiyana xwe ji dest dan. Dayikên me ji bo aştî û edaletê têdikoşin. Ev şehîdên Kurdistanê ne. Em ê heta dawiyê têbikoşin. Ez hêvîdarim wê di demek kin de aştî were vî welatî û em jî werin ser gorên we û bêjin aştî mayînde bûye."