Li Dîlokê serdegirtina malan: 2 jin hatin destgîrkirin
Li Dîlokê Mîhrîban Aslan û Hatîce Ozaslan hatin destgîrkirin û êşkenceya lêgerîna bi tazî li wan hate kirin.
Li Dîlokê Mîhrîban Aslan û Hatîce Ozaslan hatin destgîrkirin û êşkenceya lêgerîna bi tazî li wan hate kirin.
Li Dîlokê doh êvarê avêtin ser malên endamên Partiya Sosyalîst a Bindest (ESP). Di serdegirtinan de Mîhrîban Aslan û Hatîce Ozaslan hatin destgîrkirin. Her wiha hejmareke rojnameya Atilim hate desteserkirin. Du jinên hatin destgîrkirin birin Şaxê TEM a li Dîlokê.
Mîhrîban Aslan bi rêya parêzerê xwe ragihand ku li TEM'ê êşkenceya lêgerîna tazî lê hatiye kirin.
Tê payin ku îro îfadeya Aslan û Ozaslan li Şaxê TEM a Dîlokê bê wergirtin.