Dewleta Tirk li Bradostê 4 sivîl qetil kirin!
Dewleta Tirk, Başûrê Kurdistanê sê caran da ber bombeyan û bi balafira biçek a bêmirov li Mêrgemîrê 4 sivîl qetil kirin.
Dewleta Tirk, Başûrê Kurdistanê sê caran da ber bombeyan û bi balafira biçek a bêmirov li Mêrgemîrê 4 sivîl qetil kirin.
Gava Wezîrê Derve yê Tirk Hakan Fîdan hevdîtin bi rayedarên hikûmeta Başûr re kir, dewleta Tirk Başûrê Kurdistanê 3 caran da ber bombeyan. Her wiha li Mêrgemîrê ku girêdayê Bradostê ye bi balafîra biçek a bêmirov êrîş kir û 4 sivîl qetil kirin.