Rojnamevanên jin ên Mexmûrê êrîşa bi ser xebatkarên Jin TV'yê şermezar kirin

Rojnamevanên jin ên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) êrîşa dewleta Tirk a bi ser xebatkarên Jin TV şermezar kirin û soza şopandina rêya heqîqetê dan.

Dewleta Tirk a dagirker 23’ê Tebaxê bi balafira bê mirov û bi çek, wesayîta Jin TV ya li ser rêya Qamişlo-Amûdê bombebaran kir û di encama êrîşê de karmendê Jin TV Necmedîn Feysel Hec Sînan şehîd bû û nûçegîhan Delîla Egîd jî birîndar bû.

Rojnamevanên jin ên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi daxuyaniyekê helwesta xwe ya li hember êrişa dewleta Tirk a dagirker ya li dijî wesayîta karmendên Jin TV diyar kirin.

‘EM Ê LI PEY HEQÎQETÊ BIMEŞIN’

Daxuyanî bi deqeyek rêzgirtina ji bo tevahî Şehîdên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê destpê kir. Piştî rêzgirtinê Rojnamevan Bêrîvan Tunç axivî. Berîvan Tunç di destpêka axaftina xwe de balkişand li ser êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li ser endamên Çapemeniya Azad û wiha got: “Wek tê zanîn duh di demjimêrên nîvro de dewleta Tirk a dagirker bi balafirek ya bê mirov û bi çek êrişî wesayîtek ya karmenêdên Jin TV kir. Em ji malbata Şehîd Necmedîn re sersaxî û ji hempişeya xwe Delîla Egîd re jî şîfayê dixwazîn. Hevalên me yên nûçegihan dema li ser erka xwe bûn hatin armanc girtin. Ev jî tirsa dewleta Tirk a li hemberî pênûs û kemeraya xebatkarên jin dide diyar kirin. Endamên çapemeniyê yên ku niha destkeftiyên şoreşa Rojavayê Kurdistanê bi raya giştî re parve dikin dibin hedefa êrişên dewleta Tirk dagirker. Dixwazin bi van êrişan çavê endamên çapemeniyê bi tirsînin. Lê bila baş bizanîn wê me bi van êrişan ji karê me dûr nekin. Em bang li sazî û dezgehên çapemeniyê dikin ku li hember van êrişan bibin xwedî helwest. Em wek endamên çapemeniyê yên jin cardin soza şopandina rêya heqîqetê dubare dikin.”

Daxuyanî bi dirûşmeyên “Jin Jiyan Azadî” û “Şehîd Namirin” bi dawî bû.