Xiyaneta PDK’yê ya salên 1970-1975’an

Siyaseta qirêj a binemala Barzanî ji wê demê ve heta niha berdewam e. Her li ku derê desthilatdariya wan hebe, wê derê dixin bin xizmeta dagirkeran. Lê belê rê nedaye û nade şoreşger û azadîxwazên parçeyên din ku xebatê bikin.

Beyannameya 11’ê Adarê berhema xebata gel bû yan ya binemala Barzanî bû?

Piştî avakirina netewe-dewleta Iraqê ji hêla emperyalîzmê ve, dewletên emperyalîst bêyî liberçavgirtina ziman, çand û neteweyê, ji bo berjewendiyên xwe yên aborî û siyasî başûrê Kurdistanê bi Iraqê ve zeliqandin. Di çarçoveya netewe-dewletê de pirrengî tune ye, tenê yek netewe, yek çand û zimanê fermî heye. Ji destpêka avabûna vê dewletê, civaka başûrê Kurdistanê neketiye bin siyaseta vê dewletê. Ji bo vê yekê jî gelek şoreş û serhildan kirine. Ji sala 1960’î û pê ve Partiya Demokrat a Kurdistanê ji bo berjewendiyên xwe yên malbatî dest bi ser serhildana civaka başûrê Kurdistanê de digire. Binemala Barzanî li dijî her hewleke civaka Kurd a ji bo çareserkirina pirsgirêkan tev geriyaye.

Piştî ku hikûmeta Iraqê di 11’ê Adara 1970’yî de îtiraf bi beşek ji mafên gelê Kurd ên çandî û neteweyî kir, gelê başûr û parçeyên din ên Kurdistanê gelek kêfxweş bûn û wan digot êdî em ê ji wê bextreşî û eciziya berê rizgar bibin. Di vê mijarê de Diktor Qasimlo behsa belavbûna Beyannameya 11’ê Adarê dike û dibêje, “Belavbûna Beyannameya 11’ê Adarê mîna mizgîniya rizgarî û sirûda serketinê bû. Li seranserê Kurdistanê wek cejn hate pîrozkirin. Ji her kesî zêdetir Hizba Demokrat a Kurdistanê kêfxweş bû. Ji ber ku beşeke mezin a kadro û berpirsyarên Hizba Demokrat a Kurdistanê demeke dirêj bû ku bi hinceta parastina destkeftên tevgera li başûrê Kurdistanê çalakî li wan hatibû qedexekirin. Em kêfxweş bûn ku pirsgirêka Kurd li başûrê Kurdistanê wê bê çareserkirin û pêwîstiya tevgera Kurd bi dewleta Îranê namîne. Wextek piştî derketina Beyannameya 11’ê Adarê, hin rêveberên partiya me çûn ba Barzanî û daxwaz jê kirin ku destûrê bide da ku berpirsên PDK û pêşmergeyan pêşiya têkoşîn û hatin-çûna kadroyên Hizba Demokrat a Kurdistanê negirin û ji bo pêşvebirina rêxistinên siyasî li rojhilatê Kurdistanê alîkariya wan bikin. Hetta daxwaza wê yekê jî jê kirin ku di warê çapemeniyê de hevkariya me bike. Lê belê beravajî bendewariyên berpirsên partiya me, Barzanî di bersivê de got, ‘Çênabe ku hûn bi tu awayî hatin-çûnê bo Îranê bikin û ne baş e ku hûn li başûrê Kurdistanê jî zêde berbiçav bin û bi taybetî li ser sînor binkeyên we yên pêşmergeyan hebin. Her wiha derxistina rojname û xebatên çapemeniyê karekî baş nîn e, ji ber ku belav dibe.’ Barzanî ew yek jî pêşniyar kiribû ku niha li Iraqê rêveberiya xweser û wezîrên me yên Kurd hene. Baştir e ku hûn têkiliyê bi dewleta Iraqê re daynin û di bajarên bin desthilatdariya dewletê de bimînin.”

TÊKILIYÊN DEZGEHÊN SÎXURIYÊ YÊN SAVAK Û PARASTINÊ

Piştî ku Barzanî ev yek bi ser kadro û berpirsên Hizba Demokrat a Kurdistanê de sepand, ew neçar man ku navenda têkoşînê veguhêzin bajarên bin desthilatdariya hikûmeta Iraqê. Her wiha çekdarên Barzanî li ser sînor rê li ber hatin-çûna kadroyên Hizba Demokrat a Kurdistanê digirt da ku biçin rojhilatê Kurdistanê. Ev siyaseta qirêj a binemala Barzanî ji wê demê ve heta niha berdewam e. Her li ku derê desthilatdariya wan hebe, wê derê dixin bin xizmeta dagirkeran. Lê belê rê nedaye û nada şoreşger û azadîxwazên parçeyên din ku xebatê bikin.

Diktor Qasimli di vê mijarê de wiha dibêje, “Piştî ku li ser pêşniyara şexsî ya Barzanî me xebata xwe veguhast bajarên Iraqê, bi fermana Şah dezgehên ser bi Barzanî li dijî me ketin propagandayeke jehrî û têkiliya me û hikûmeta Iraqê wek xwefiroşî bi nav kir. Şahkareke din ji şahkarên serkirdayetiya Barzanî ew bû ku Dezgeha Parastinê ya PDK’yê bi hevkariya rasterast a li gel dezgeha SAVAK’ê çend nokerên xwe di nav Kurdên rojhilatê Kurdistanê de bi cih kirin ku li başûrê Kurdistanê bûn. Navê wan jî danîbûn ‘rêveberiya demkî ya demokrat’. Bi belge li ba min heye ku SAVAK’ê bi rêya Dezgeha Parastinê keresteyên çapemeniyê û cebilxane ji bo wê komê dişand. Temamê nivîsên wan li dijî me bûn, tenê yek carê jî li dijî Şah tiştek nenivîsîn. Ji vê jî ecêbtir ew bû ku diyar bû ku nivîsên wan Kurdên başûrê Kurdistanê nivîsîne û dane wê koma kirêkirî. Avakirina hizbeke kartonî ji hêla serokatiya Barzanî ve ne tenê li dijî me bû, di heman demê de li hember Kurdên bakur û rojavayê Kurdistanê jî bû da ku nehêle ku bi tu awayî partiyeke bihêz û yekparçe hebe li parçeyên din ên Kurdistanê.”

KUŞTINA KADRO Û GELÊ ŞOREŞGER Ê ROJHILATÊ KURDISTANÊ

Binemala Barzanî ne tenê ji bo dagirkeran sîxurî kiriye, her wiha wan bi xwe li hember Kurdên parçeyên din ên Kurdistanê ji kuştinê bigire heta radestkirinê wek dagirker û dijmin hereket kiriye.

Diktor Qasimlo behsa rewşa Kurdên rojhilatê Kurdistanê ya piştî Beyannameya 11’ê Adarê dike û dibêje, “Eziyet û tehdeya li hember kadroyên me yên li navçeyên bin desthilatdariya Barzanî bûbû beşek ji siyaseta wan a rojane. Kadroyên partiya me vedigeriyan Îranê û li wir bi dizî xebat dikirin. Rejîma Îranê nedikarî wan bigire, lê belê gava ku vedigeriyan Iraqê, Barzaniyan ew digirtin û dixistin zindanan. Beşek ji wan kadroyên ku bi wî awayî hatin girtin, hevalên Şehîd Mela Qadirê Wêrdî û endamên Komîteya Navendî û berpirsên Baneyê bûn. Şehîd Mela Qadir dema ku vedigere Baneyê, nêzîkî mehekê li wê navçeyê bû lê SAVAK’ê hay jê nebû. Tevî vê yekê, wexta ku vegeriya başûrê Kurdistanê, fermandarên PDK’yê bi hinceta ku hatin-çûna Îranê dike û rojname û nivîsên Hizba Demokrat dibe Îranê û dixwaze têkiliya şoreş û Îranê xera bike, wî destgîr dikin.”

ŞAHÊ ÎRANÊ Û TÊKÇÛNA TÊKILIYÊN BARZANÎ Û HIKUMETA IRAQÊ

Piştî Beyannameya 11’ê Adarê, ji bo ku rewşa Kurdistanê bê asayîkirin, çar sal hatibûn danîn û paşê xweserî bo başûrê Kurdistanê tê dayîn. Lê belê tu carî pirsa kurd ji bo binemala Barzanî û PDK’yê girîng nebûye; berevajî vê yekê mijûlî berjewendiyên xwe û yên dagirkeran bûne. Ji bilî vê çendê jî, tevgereke cidî li başûrê Kurdistanê tune bû ku ji bo cîbicîkirina rêkeftina her du aliyan fişarê li hikûmeta Iraqê bike. Iraq jî ji sozên xwe poşman bû, çinku binemala Barzanî armanceke wan a serbixwe tune bû.

Diktor Qasimlo bi vî awayî behsa têkiliyên her du aliyan dike û dibêje, “Piştî çar salên Beyannameya Adarê, her du alî li dijî hev li sazkirina komployekê digeriyan. Piştî çar salan ji Beyannameya Adarê, hîna jî reşbeleke xweseriyê ya PDK’yê jî tune bû. Hikûmeta Iraqê jî di wê maweyê de cihê xwe qayim dikir. Ji aliyê din ve jî serokatiya Barzanî li gel dewlata Şah bi temamî gihîştibûn hev û bi qewlê wan Şah sozeke bêsînor dabû wan. Di vê demê de ji bo ku xelk careke din tûşî malwêraniyê nebe, me li gel Barzanî hevdîtin kir û min jê re got, “Tu bi neheq ewqas pişta xwe bi alîkarî û piştevaniya dewleta Îranê girê didî, tu nizanî Heme Riza Şah dijminê sondxwarî yê gelê Kurd e li hemû parçeyên Kurdistanê. Te qet li ser fikir nekiriye, eger rojek her du dewletên Iraq û Îranê li hev bikin, wê demê tevgera Kurdî çi lê tê? Barzanî di bersiva van pirsan de got, “Wê demê ez jî bi te re li hev dikim û em bi hev re li wan didin.”

RÊKEFTINA DEWLETA IRAQ Û ÎRANÊ Û PEYMANA CEZAYÎRÊ

Piştî têkçûna têkiliyên PDK û dewleta Iraqê, dewleta Iraqê bi hemû hêza xwe êriş bir ser Kurdistanê. Gelê Kurdistanê li hember wê êrişê sekinî, lê belê PDK’yê tu carî pişta xwe bi gelê Kurd girê neda, li şûna wê pişta xwe bi alîkariya Îranê girê da. Diktor Qasimlo di vê babetê de wiha dibêje, “Ew piştevaniya gelê Kurd ku li dijî Iraqê da PDK’yê, bêhempa bû. Lê belê Mela Mistefa pişta xwe neda alîkariya gel, li şûna wê pişta xwe da alîkariya dewleta Îran û dewletên navneteweyî.”

Di encamê de têbîniyên Diktor Qasimlo rast derketin. Dewleta Iraq û Îranê bê ku tu girîngiyeke bidin gelê Kurd, li hev kir. Mela Mistefa jî tevî palpiştiya gel, başbûna rewşa aborî û leşkerî, PDK’yê bi fermana Şahê Îranê aşbetalî ragihand. Bêguman ev yek bi daxwaza dagirkeran bû. Aşbetaliyê ne tenê Kurdên başûrê Kurdistanê rastî malwêranî û karasetê aniye, di heman demê de bandora wê li ser xebatên şoreşgerên Kurd jî hebû. Ji hêla derûnî ve civaka Kurd rastî têkçûneke bêemsal kir û paşê jî rûbirûyî gelek karesatan bûye.