Dewleta Tirk a dagirker bi SÎHA'yan bombe li wesayitekê barand
Dewleta Tirk a dagirker bi SÎHA'yan li ser rêya Sinînê ya navçeya Sîdekanê ya Hewlêrê bombe li wesayitekê barand.
Dewleta Tirk a dagirker bi SÎHA'yan li ser rêya Sinînê ya navçeya Sîdekanê ya Hewlêrê bombe li wesayitekê barand.
Bi hatina Wezîrê Karên Derve yê Tirkiye Hakan Fîdan a ji bo Hewlêrê re, di saetên sibehê de balafira bê mirov û bi çek ya dewleta Tirk a dagirker li ser rêya Sinînê ya ser bi bajaroka Sîdekan a girêdayî Hewlêrê wesayîtek bombebaran kir.
Li gor zanyariyên ji çavkaniyên herêmê bidest ketine, di encama êrişê de ji bilî şewitîna wesayîtê ti ziyanên canî çênebûne.