20 ciwanên din tevlî nava refên gerîla bûn

20 ciwanan ragihandin ku ew tevlî nava refên gerîla bûne û gotin, "Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, ji bo hilanîna tola şehîdên xwe, ji bo avakirina jiyaneke azad ji mezlûman re em tevlî nava refên gerîla dibin."

Komalên Ciwan û Komalên Jin ên Ciwan dest bi kampanyayên 'Cenga Azadiyê bi ser bixin" û "Jin, Jiyan, Azadî bi ser bixe azadî" dabûn destpêkirin û di çarçoveya kampanyayê de bang li ciwanan kiribûn ku tevlî nava refên gerîla bibin.

Di 15'ê Tebaxê de komek ji 20 jin ên ciwan bersiv dan vê bangê û bi tevlîbûna xwe Cejna Vejînê ya 15'ê Tebaxê pîroz kirin, bang li ciwanên li çar parçeyên Kurdistanê kirin ku tevlî nava têkoşîna azadiyê bibin. Îro jî 20 ciwan bi daxuyaniyeke çapemeniyê ragihandin ku ew tevlî bûne.

Şervanên ciwan gotin, "Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, ji bo hilanîna tola şehîdên xwe, ji bo avakirina jiyaneke azad ji mezlûman re em tevlî nava refên gerîla dibin."

Daxuyaniya çapemeniyê ya ciwanan bi vî rengî ye:

"Weke tê zanîn ev zêdeyî 2 sal in ku tu agahî ji Rêber APO nayên girtin. Tecrîda li ser Rêbertî polîtîkaya qirkirina gelê Kurd e, Dewleta Tirk a faşist, qirker dixwaze Rêbertî ji me qut bike; lê bi helwesta şoreşgerî û dîrokî Rêber APO ev polîtîka vala derxist, her wiha hişt ku em rastiya xwe bibînin ku "Kes Nikare Roja me Tarî Bike". Rêber APO di van 50 salên têkoşîna şoreşgerî de bê hejmar hevrêyên qehreman ên ku jiyana xwe ji bo şoreşê û jiyana azad feda kirine ava kir û perwerde kir. Komploya navneteweyî ya li dijî Rêber APO, encama tirsa ku li ser hêzên hegemonîk ên modernîteya kapîtalîst ferz kir. Berxwedana Rêber APO ya li Îmraliyê nîşan da ku gotina wî ya “mirov hêza herî mezin e” heqîqet e. Berxwedana Rêbertî bi felsefeya Şoreşê hîn zêdetir pêş ket û paradîgmaya Neteweya Demokratîk li cîhanê hate naskirin.

Ev meh ji bo tevgera azadiyê dîrokî ye, di 15’ê Tebaxa 1984’an de yekem guleya li dijmin hate avêtin, pêvajoyeke nû ya ji nû ve zayîna gelê Kurd û têkoşîna li dijî zilm, qirkirin û faşîzmê destpê kir. Ji çalakiya Fermandar Egît gelê Kurd bi xurtî li hemberî dijmin dest bi helwesteke xurt kir û di têkoşîna şoreşgerî de qonaxeke nû hat dest pê kirin. Bi ruhê Fermandar Egîd, her wiha bi ruhê fedayî yê Heval Zîlan bi hezaran ciwan berê xwe dan çiyayan û ber bi azadiyê ve meşiyan.

Bi vî ruhê şoreşgerî em ê jî tevlî vê meşa azadiyê bibin. Ji bo li kêleka hevrêyên qehreman ên ku niha li çiyayên azad ên li Herêmên Parastinê yên Medyayê li Zap, Avaşîn û Metîna xwedî derdikevin re bibin mil bi mil. Li hemberî hemû êrîşên dijmin ên ku hemû teknolojiya NATO’yê bi kar tîne û çekên kîmyewî û qedexe jî di nav de bikar tîne, lê rûxmê van hemûyan gerîla dîsa jî li ber xwe didin û di parastina xaka pîroz a çiyayên Kurdistanê derbeyên mezin li dijmin dixin.

Em jî weke ciwanên ku li ser paradîgmaya Rêbertî dimeşin, êrîşên faşîst û hovane yên dijmin qebûl nakin û em yekane biryara ku bi rastî dikare ji pirsgirêkên îro gelê me re rû bi rû maye çareser bike, digrin. Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO, ji bo tolhildana şehîdên me, ji bo avakirina jiyana azad ji gelên bindest re em tevlî nava refên Gerîlla dibin. Di çarçoveya kampanya Komalên Ciwan û Komalên Jinên Ciwan CENGA AZADI SERBIXIN û JIN JIYAN AZADI SERBIXE AZADÎ ve em bersivê didin banga fermandar Heval Cemal. Her wiha em bang li hemû ciwan û jinên ciwan ên 4 parçeyên Kurdistanê û hemû ciwanên ku di bin êrîşên dijmin de ne, dikin ku tevlî vê meşa azadiyê bibin. Tevlî gerîllayên modernîteya demokratîk bibin, tevlî gerîllayên azadiyê bibin.

Em bi tevlîbûna xwe salvegera 39’emîn a Cejna Vejînê 15’ê Tebaxê pîroz dikin. Em soz didin ku em ê çeka şehîdên Zap, Metîna û Avaşîn hilgirin û têkoşîna şoreşgerî bimeşînin, xewn û armancên wan bixin pratîkê. Em ê bi têkoşîna şoreşgerî ya azadiya gelê xwe bi ser bikevin."