Meclisa Kongra Star êrîşa dewleta Tirk şermezar kir

Meclisa Kongra Star bi daxuyaniyekî êrîşa dewleta Tirk a dagirker ya li dijî wesayîta JIN TV şermezar kir û bang li hemû saziyên mafên mirovan kir ku li ber êrîşan rabin.

Meclisa Kongra Star ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, têkildarî êrîşa bi balafira bêmirov û biçek a dewleta Tirk a dagirker a li dijî wesatiyeke rojnamevanan a li ser rêya Amûdê-Qamişlo ku di encamê de karmendek JIN TV şehîd bû û rojnamevanek birîndar bû, daxuyanî da.

Daxuyaniya meclîsê wiha ye:

“Hikûmeta Tirk bêyî sekin li şerê qirkirinê li dijî hebûn û vîna jinan û Kurdan û bi taybetî li dijî hebûna pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi tevahî dewam dike.

Bêyî ku tu qanûn û rêgezên mafên mirovan nas bike, şerekê bi bêexlaqî li herêma Başûrê Kurdistanê dike.

Şoreşa Rojava her wek dijminê xwe dizane û bi her awayî êrîşan dike. Deh sal in ku ewlehî, aramî û jiyana jin, zarok, mêr û xwezaya wan di nava metirsiyê de dihêle.

Bi komên terorîst û dijmirovî re ku komkujiyê li herêmê dikin dibe piştgir. Kirinên wiha hêj berdewam in. Gelek herêm dagir kirine, gel bi darê zorê kiriye koçber da ku bigihîje armanca xwe ya guhertina demografiya herêmê. Xwezayê xera dike, daran jê dike, avê ji ser herêmê dibire. Pêşeng û birêvebirên jiyana azad bi rê û rêbazên qirêj û bêyî exlaq ji xwe re dike armanc. Îro dîsa piştî nîvro bi dronean êrîş bir ser komeke kenala JIN TV’yê. Li gor qanûnên cîhanê nabe ku ragihandin bê armanckirin. Lê ji bo dewleta Tirk bala cîhane nebe ser teror û kirinên xwe yên nemirovî ev êrîşa bi tirsonekî li endamên ragihandinê kir. 

Em Meclisa Kongra Star, dewleta Tirk ku bi êrîşên nemirovî jin, zarok û sivîl û ragihandinê dike armanc, şermezar dikin û bang li hemû saziyên mafên mirovan dikin ku xwe ker nekin û xwe li nedîtinê daneynin û bi erka xwe rabibin.“