'Weke şopdarên fermandar Egîd em ê serketinê misoger bikin'

Gerîlaya YJA Starê Rêvan Rodî Pêngava 15'ê Tebaxê pîroz kir û got, "Têkoşîn, sekn û berxwedana hevalê Egîd bû mînak ji şopdarên wî re. Weke şopdarên heval Egîd em li ser rêya wî dimeşin."

Gerîlaya YJA Starê Rêvan Rodî li ser bandora Pêngava 15'ê Tebaxê ya li Kurdistanê axivî.

Rodî bi bîr xist ku di nava têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê de heta niha gelek şervanên hêja şehîd bûn û got, "Pêngava ku bi pêşengiya hevalê Egîd di 15'ê Tebaxa 1984'an li Dihê û Şemzînanê hate kirin, li dijî zalimên dagirker ên li Kurdistanê sekneke xurt afirand. Bêguman di nava vê şoreşê de cihê Pêngava 15'ê Tebaxê gelekî mezin e. Hevalê Egîd bi vê pêngavê re got, 'Hûn welatê me dagir bikin, zilmê bikin jî hûn ê nikaribin me bêdeng bikin'. Hevalê Egîd bi fîşeka destpêkê ev bersiv da dijmin.

Ji fîşeka destpêkê ya ku 15'ê Tebaxê hate teqandin û vir ve têkoşîneke mezin tê meşandin. Têkoşîn, berxwedan û sekna hevalê Egîd ji şopdarên xwe re bû mînak. Em weke şopdarên hevalê Egîd li ser şopa wî dimeşin. Li pêşberî bîranîna fermandar hevalê Egîd û hevrêyên di vê têkoşînê de şehîd bûne hemûyan bi rêzdarî bejna xwe ditewînim. Em ê li ser rêya wan têbikoşin û armancên wan pêk bînin. Weke milîtanên Rêber Apo û şopdarên fermandarê mezin Egîd em ê serketinê misoger bikin."