Li çiyayên azad ên Kurdistanê...

Li çiyê mirov jinûve dibe mirov. Jinûve hîs dike, bi xwezayê re dibe ye.

Mirov pê dihese ku mejiyê mirovan hêdî hêdî vedibe, mij, dû û qirêjiya metropolan ji holê radibe.

Mirov bi rastî jî pê dihese ku fikra azad tê çi wateyê, ji ber ku li çiyê tiştekî ku bandoreke neyînî li mirovan bike nîne.

Di stranekê de tê gotin, fikir kengî azad e, bi rengekî azad û bêyî bê tewandin derbas dibin û ti nêçirvan nikare li wan bixe.

Dema ku li serê çiyayekî rûniştim û li pêşiya min Mezopotamya xuya dikir, dengê çemekî li newala daristanekê tê min û bayekî hênik tê. Hingî mirov van gotinên vê stranê fêhm dikin.

Lewma çiya mirovên ku rastiya xwe nas dikin, azad dike. Ji ber ku li vê derê hûn xwe ji stresa rojane ya koletiya bi pere rizgar dikin û xwe nas dikin. Hûn rastiya sîstemê nas dikin ku kêliyekê jî ji bo bêhnvedanê nade we. Rastiya sîstema ku rê û rêbaza xwe ya jiyanê li ser we ferz dike, nas dikin.

Çiyayên li vê derê li hemberî van êrîşên kapîtalîzmê mîna dîwarekî ne. Zinarên xwe, newalên xwe mîna dîwarekî xwezayî ne li hemberî vê sîstemê.

Geliyên li vê derê ji her kesî re dibin stargeh.

Lewma yên ku rêya rastiyê danîne ber xwe, ji bo parastina azadiya xwe ji şer re amade ne.

Di mejiyê mirovan de li şûna lîberalîzm û egoîzmê, ji bo serweriya jiyaneke komunal a bi mirov û xwezayê re ji şer re amade ne.

Şoreşa me bi vê diyalektîka têkoşînê re wê têkiliya navbera çiya û mirov xurtir bike.

Ev diyalektîk diyalektîkeke têkoşînê ye ku wê dawiya dawî dijminê mirovahiyê, dijminê dîrokê têk bibe.

Li çiyayên Kurdistanê ev diyalektîka têkoşînê di heman demê de vediguhere hezkirina jiyanê.

Ev hest vediguhere çavkaniyeke enerjiyê ya bêdawî ya hestên hevrêtiyê û hefreta li dijî kapîtalîzmê ya faşîst.

Enerjiya ku mirovên bê rastiyê zanin heta kêliya dawî ya têkoşînê ji fedakirina her tiştî re amade ne.

Ji ber vê yekê çiyayên şoreşgeran, çiyayên gerîlayan we jinûve dikin mirov.

Ev çiya çiyayên azad ên Kurdistanê ne.

Ev şoreşa sosyalîst e.