Du Dayikên Aştiyê û kurê Dayika Aştiyê qeza kir û jiyana xwe ji dest da – HAT NÛKIRIN

Dayikên Aştiyê ku ji bo îfade bidin dozgeriyê ji Geverê çûn Colemêrgê, gava ku wê vegerin qeza kir. Di qezayê de Dayikên Aştiyê Adalet Safali û Perîşan Akçelîk û kurê Akçelîkê Cîhan Akçelîk jiyana xwe ji dest da.

Li Colemêrgê û navçeyên wê Dayikên Aştiyê jî di nav de 15’ê Tebaxê bi ser malan de hat girtin û 23 kes hatin destgîrkirin. Dayikên Aştiyê Adalet Safali, Perîşan Akçelîk, Cîhan Akçelîk ê kurê Perîşan Akçelîkê û parêzer Erdal Safali gava vegerînê di rê de qeza kir. Dayikên Aştiyê Adalet Safalı û Perîşan Akçelîkê li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da. Cîhan Akçelîk û Erdal Safali ku bi giranî birîndar bûn, rakirina Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê.

Ji birîndaran Cîhan Akçelîk hêj negihîşt nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da, parêzer Erdal Safali li beşê nihêrtina nexweşên giran ê Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê hat razandin.

Cenazeyê Adalet Safali ku di qezayê de jiyana xwe ji dest da, li gundê Memkaya hat veşartin. Cenazeyên Perîşan Akçelîk û Cîhan Akçelîk ku kurê Perîşan Akçelîkê ye, wê sibehê saet di 09:00’an de li gundê Yarinşahê bên veşartin.