Di doza Ataman a bi şewitandinê hat qetilkirin de biryara tazmînatê

Dadgeha Destûra Bingehîn a ku serlêdana hevjîna Hediye Ataman a ku di sala 2016'an de li navçeya Erdîşa Wanê ji aliyê polîsan ve di malekê de bi şewitandinê hate qetilkirin nirxand û cezayê tazmînatê da dewletê.

Li navçeya Erdîşê ya Wanê di 18'ê Mijdara 2016'an de polîsên Tirk avêtin ser mala malbata Ataman û di serdegirtinê de xanî şewitantibûn. Di bûyerê de Hediye Ataman bi saxî hate  şewitandin û qetilkirin û hevserê wê Ahmet Ataman jî ji aliyê polîsan ve rastî êşkenceyê hat û hate destgîrkirin.

Li Ahmet Ataman ê di 9’ê Nîsana 2018’an de 18 sal û 4 meh cezayê girtîgehê hatibû birîn. Îtîraza parêzerên Ataman Mahmut Kaçan û Esra Akgun ên ku li Dadgeha Îstînafê ya Herêmê ya Erziromê dabûn, ji aliyê 6’emîn Daîreya Cezayê ya Dadgeha Edliyeya Herêmî ya Erziromê ve hat redkirin.

Ahmet Ataman ê hevsera wî hate qetilkirin, êşkence lê hat kirin û cezayên giran ên girtîgehê lê hat birîn, dest ji têkoşîna xwe ya hiqûqî berneda û ji ber binpêkirinên giran ên li ser jiyan û mafan serî li Dadgeha Destûra Bingehîn da. Ataman di serlêdana xwe de diyar kir ku polîsan di serdegirtina mala wî de hevsera wî qetil kiriye, mala wî hatiye şewitandin û di bûyerê de polîsek birîndar nebûye. Dadgeha Destûra Bingehîn a ku serlêdana Ataman ê bi îdiaya "teşebusa kuştina bi qestî ya li dijî wezîfedarên ewlekariyê û xerakirina yekîtiya dewletê" nirxand, biryara xwe eşkere kir.

‘ÊŞKENCEYEK KU RÛMETA MIROVAN BINPÊ DIKE HEYE’

Dadgehê diyar kir ku der barê binpêkirina serlêdanê Ahmet Ataman de divê ji nû ve lêpirsîn bê vekirin û biryar da ku dewlet 390 hezar TL tazmînatê bide. Di biryarê de hat gotin ku divê dadgeh der barê îdiayên binpêkirinê de biryareke nû bide û hate gotin ku êşkenceyek ku rûmeta mirovan binpê dike heye.

KAÇAN: DIVÊ DOZA ATAMAN JI NÛ VE BÊ DÎTIN

Parêzerê Ataman Mahmut Kaçan da zanîn ku di sala 2016'an de li Erdîşê komkujî pêk hat lê ev komkujî hat nixumandin. Kaçan, da zanîn ku lêpirsîna der barê polîsên di komkujiyê de cih girtine de hatibûn vekirin, bi neşopandinê bi dawî bû û got “Li ser biryara Dadgeha Destûra Bingehîn, divê Serdozgeriya Komarê ya Erdîşê lêpirsîneke nû bide destpêkirin û got ku ew têkoşîna xwe ya hiqûqî didomînin.”

Kaçan got; “Binpêkirina maf û jiyanê ya Ahmet Ataman ê ku cezayê girtîgehê yê giran lê hatiye birîn, ji aliyê Dadgeha Destûra Bingehîn ve hat qebûlkirin. Lewma em ê pêvajoya ji nû ve darizandina Ataman bidin destpêkirin. Lê belê bi vê biryarê re bi awayekî fermî derket holê ku hevsera wî Hediye Ataman hatiye qetilkirin."