HPG: Artêşa Tirk êrîşeke nû da destpêkirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku dewleta Tirk a dagirker ku li Zapê li hemberî berxwedana gerîla nikare tevbigere, êrîşeke nû ya dagirker da destpêkirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de got, “Artêşa Tirk a dagirker ya ku li Zapê xitimiye ji bo vê operasyona dagirkeriyê ji xeta Girê Amêdiyê heta beşeke girîng a Metînayê belav bike, ji 9’ê Îlonê û vir ve li ser Metîna û Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê ji hewayî û bejahiyê ve gelek bomberdûman kiriye. Li hinek deran jî bi alîkariya hewayî hinek leşker daxist erdê. Di navbera hêzên me û dagirkeran jî şerên giran çêbû. Ev şer hê jî didomin. Diyar e ku artêşa dagirker ji bo karibe xwe ji rewşa xitimî ya Zapê rizgar bike, dest bi hewldaneke wisa kiriye.

ARTÊŞA TIRK Û PDK LI KÊLEKA HEV DI ÇEPERAN DE NE

Artêşa dagirker par dema neçar mabû ji xetên jor ên bajarê Amêdiyê vekişe, ev der dabûn PDK’ê.  Di 9 û 10’ê Îlonê de artêşa Tirka a dagirker leşkerên xwe danî nêzî van derên ku dabû PDK’ê û li nêzî çeperên PDK’ê ye. Li hemû derên ku dewleta Tirk dîsa hatiye wir, hêzên PDK’ê hene û pergala wan a çeperan jî li kêleka hev e.

Divê gelê me yê welatparêz û raya giştî bizane ku Gerîlayên Azadiya Kurdistanê wê bi tundî bersiva vê êrîşa artêşa Tirk bide û berxwedana xwe ya li dijî dagirkeriyê zêdetir bike.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê çalakiyên gerîla û êrîşên derbarê artêşa Tirk a dagirker ve hatiye kirin jî ev daxuyanî da:

1.Li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl;

- 10’ê Îlonê saet 07:00, 10:30, 14:00, 14:45, 18:50 û 23:30’î dagirkerên li herêma Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran ha gulebarankirin û 6 çeper hatin xistin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hatin lidar xistin tin.

— 10’ê Îlonê saet 22:10’an dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên nîv otomatîk hedef hatin girtin û çeperek hate xistin.

 — 10’ê Îlonê saet di navbera 20:00 û 24:00’an de hêzên me yên YJA Starê 5 caran mudaxele li helîkopterên êrîşê yên ku Qadên Berxwedanê ya Girê Amediyê bombe dikirin, kirin.

— 11’ê Îlonê saet 04.00’an dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran hatin gulebarankirin û çeperek hate xistin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate lidar xistin.

— 11’ê Îlonê saet 06:20’an dagirkerên ku li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê ketin tevgerê, bi taktîka sûîqestê hatin gulebarankirin û dagirkerek hate cezakirin. Cenazeyê vî dagirkerî di bin kontrola hêzên me de ye.

2. Herêma Zapê;

— 8’ê Îlonê saet 08.00’an dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Kokerê bi çekên ferdî hatin gulebarankirin.

3. Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

– 10’ê Îlonê Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê ya Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl 6 caran û Qada Berxwedanê ya Girê Bahar jî carek; bi giştî 7 caran bi balafirên şer hate bombekirin.

— 10’ê Îlonê Qadên Berxwedanê ya Girê Amediyê û Girê Cûdî yên Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl û herêma Metîna ji aliyê helîkopterên êrîşê ve hatin bombekirin.

— Herêmên Zap, Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl, Metîna û Xakurkê bi topan hatin bombekirin.”