Walî Gunduzoz xizmet neda gundên ku deng dan HDP'ê

Waliyê beriya niha yê Mûşê Îlker Gunduzoz ji gundiyên ku deng dan HDP/Partiya Çepên Kesk re got, "Karnameya we nebaş e, xizmet wê ji we re neyê kirin."

Walî û qeymeqamên ku dema beriya niha ji aliyê Wezîrê Karên Hundir ê berê Suleyman Soylû ve hatin tayînkirin, li Kurdistanê bi taybetî li deverên ku HDP/Partiya Çepên Kesk dengekî zêde lê bi dest xistin, xizmet nekirin, ji ber tecrîha siyasî ya gel siyaseta cezakirinê meşandin.

Herî dawî waliyê berê yê Mûşê Îlker Gunduzoz ji gundiyê Pazû yê bajarê Mûşê re got, "Karnameya we nebaş e, xizmet wê ji we re neyê kirin."

Rêya gundê Pazû bi salan e nayê kirin. Rêya ji 15 kîlometreyan bi kort û çalan tijî ye ku wesayit nikarin tê de derbas bibin. Li gund cihê tenduristiyê, kanalîzasyon û şebekeya bi rêk û pêk a avê nîne, elektrîk jî timî qut dibe.

Gundiyan anîn ziman ku wan ev hemû gihandin waliyê beriya niha Îlker Gunduzoz, lê belê walî ji wan re got, 'Karnameya we nebaş e, xizmet wê ji we re neyê kirin'.

Ji ber ku gund bi nasnameya xwe ya welatparêziyê tê naskirin û di her hilbijartinê de deng dide tevgera siyasî ya Kurd, walî Gunduzoz ew xist 'lîsteya reş'.

Gundî dibêjin, di dema dawet û taziyeyê de jî ji ber ku rê xerabe ye, kes nikare bê gund. Gundiyan ji wekîlên bajêr xwestin ku têkildarî mijarê bikevin nava hewldanan û pirsgirêkên heyî tavilê çareser bikin.

Parlamentera Mûşê ya ji Partiya Çepên Kesk Sumeyye Boz serdana gund kir, hin lêkolîn pêk anî û li pirsgirêkên gundiyan guhdarî kir. Boz anî ziman ku ew ê gavên pêwîst biavêjin, pirsgirêkê hem bixin rojeva meclîsê hem jî bi waliyê nû re li ser mijarê biaxivin.