Gerîla ji bo parastina Kurdistanê di çeperê de ye

Artêşa Tirk ku meha Tebaxê êrîşên li ser qadên gerîla zêde kir, li gel hêza xwe ya teknîkê jî li hemberî gerîla têk diçe. Şerê giran nîşan dide bê gerîla hêzeke çawa ya parastina Kurdistanê ye.

Li Zagrosan demeke dirêj e di navbera gerîla û artêşa Tirk de şerekî giran diqewime. Ji sala 2015'an û vir ve şer mezin dibe. Li gel zor û zehmetiyan şer êdî gihîştiye Girê Cûdî.

Li vê herêmê artêşa Tirk nema dikare xwe bilivîne. Rastî ew e ku artêş dema ku li çalakiyên gerîla rast tê, ji bo veşartina windahiyên xwe ya cenazeyên xwe dişewitîne, yan jî bi rengê qezayê ji raya giştî re eşkere dike. Ev rewş dema dawî gelekî dikeve rojevê. Dewleta Tirk hewl dide bi rêbazên şerê taybet têkçûna xwe veşêre.

Artêşa Tirk ji bo nerazîbûna raya giştî kontrol bike car carna windahiyên xwe eşkere dike. Lê belê agahiyên radestî li ser malperên înternetê yên gerîla têne eşkerekirin. Di van agahiyan de nasname û dîmenên leşkerên hatin kuştin têne eşkerekirin. Artêşa Tirk hîn jî derewan li raya giştî dike.

Artêşa Tirk her roj gelek caran bombeyan li qadên gerîla dibarîne. Beşeke gelekî mezin a hatineya Tirkiyeyê li van bombeyan û balafiran xerc dike. Lê belê dawiya dawî jî ya 'leşker ji tehtan dikeve û dimire', yan jî 'mêş pê ve dide û dimire'. Lê gel vê têkçûnê jî dewleta Tirk pariyê dawî yê gelê Tirkiyeyê jê distîne, li şer xerc dike û bombeyan li çiyayên Kurdistanê dibarîne.

Li hemberî van êrîşan gerîla bi çekên ferdî li tunelên şer li dijî artêşa Tirk çalakiyan dike. Gerîla bi van çalakiyan hêza teknîkê ya artêşa Tirk têk dibe.

Meha Tebaxê û hefteya destpêkê ya meha Îlonê jî gerîlayan qad li leşkerên Tirk kir mîna dojehê. Di meha Tebaxê de ku salvegera Cejna Vejînê bû, bi çalakiyan, çalakiya Fermandar Egîd bi bîr anîn. Artêşa Tirk ku sala 1984'an li Dihê têk çû, bi heman rengî îro li Girê Cûdî û qada Sîdayê têk diçe. Ruhê serketinê û bingeha jiyana azad a gerîla li tunelan tê avakirin.

QADÊN GERÎLA HER ROJ BI DEHAN CARAN TÊNE BOMBEKIRIN

Meha Tebaxê bêguman xwedî wateyekê ye, lê belê tişta ku wê îro hîn bêhtir girîng dike, berxwedana gerîla ya li dijî zalim û dagirkeriyê ye. Her kesên ku rojevê dişopînin, navê Girê Cûdî û qada Sîdayê carekê bihîstiye. Tişta ku îradeya gerîla îro temsîl dike, ev herdu qadên berxwedanê ye.

Berxwedana li Girê Cûdî û Sîdayê demeke dirêj e dewam dike. Meha Tebaxê ji ber êrîşên artêşa Tirk û berxwedana mezin a gerîla dibe ku yek ji mehên herî zehmet be. Ji ber ku meha Tebaxê di hişê dewleta Tirk de bû birînek ku jê naçe. Dewleta Tirk a dagirker weke tolhildana fîşeka destpêkê di meha Tebaxê de êrîşên li ser van herêman zêde kir, lê li berxwedana gerîla aliqî.

Tenê meha Tebaxê û hefteya destpêkê ya vê mehê artêşa Tirk 120 caran bi balafiran bombe li qadên berxwedanê, bi teqemeniyên qedexekirî û bombeyên taktîk nukleer tunelên şer bombe kir. Ji van êrîşan jî bi hêsanî tê fêhmkirin bê gerîlayên leheng derbên çiqasî giran li artêşa Tirk xistiye. Ji meha Tebaxê heta 5'ê Îlonê li hemberî artêşa Tirk a dagirker 353 çalakiyên cuda hatin kirin, di encamê de 145 leşker hatin kuştin, 23 jî birîndar bûn.

Li gel van windahiyên artêşa Tirk gelek çeper û alavên teknîkî yên artêşê ji aliyê gerîla ve hatin îmhakirin.

Zarokên gelê Kurd bi canê xwe xaka Kurdistanê diparêzin. Ji bo xaka Kurdistanê ji dagirkeriyê bê rizgarkirinr her roj berdêlan dide. Bêav, bênan dimînin, lê ti carî dest ji doza xwe ya azadiyê û armanca xwe bernadin. Jiyana azad bi can û xwîna xwe ava dikin.

Meha Tebaxê 10 gerîla û fermandar bi lehengî şer kirin û şehîd bûn.

Li gorî bîlançoya ku HPG'ê eşkere kir, li gel êrîşên hovane û hêza teknîkê jî dewleta Tirk li hemberî gerîla têk diçe. Vî şerî careke din nîşanî me da ku zarokên gelê Kurd ji bo xaka Kurdistanê çawa bûne çeper.