Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi koma 11’emîn dewam dike

Çalakiya nobetê ya ku li Wargeha Mexmûrê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, bi koma 11’emîn didome.

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê çalakiya nobetê ya ku di 20’ê Tîrmehê de ji bo şikandina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, ji aliyê koma 11’emîn ve hat dewr girtin. Merasîma dewrgirtinê ji bo bîranîna tevahî şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştre endama Saziya Malbatên Şehîdan Dilvîn Oremarî li ser armanca çalakiyê axivî.

Dilvîn Oremarî bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha got: “Wek tê zanîn ji 25’ê Adara 2021’an ve bi ti awayî agahî ji Rêber Apo nayê girtin, bi vê boneyê gelê Wargeha Penaberan a Mexmûrê jî dest bi çalakiyê kiriye. Weke malbatên şehîdan me jî di koma 10’emîn de cih girt û bi şîara ‘Kesek nikare roja me tarî bike’ dest bi çalakiya xwe kir. Em ê tecrîda ku tê pêkanîn bi şerê gelê şoreşgerî bişkînin û bi Rêbertiya xwe re azad bijîn.”

Çalakiya Nobetê bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe” dewrîê koma 11’emîn hat kirin.