Li herêma Biradostê balafireke keşfê kete xwarê
Li herêma Biradostê balafireke keşfê kete xwarê. Hate ragihandin ku hêzên PDK'ê herêm li şêniyan qedexe kiriye.
Li herêma Biradostê balafireke keşfê kete xwarê. Hate ragihandin ku hêzên PDK'ê herêm li şêniyan qedexe kiriye.
Li gorî agahiyan, îro serê sibehê li qadeke di navbera gundên Bermîze û Çinarokê yên herêma Biradostê ya Başûrê Kurdistanê balafireke keşfê kete xwarê.
Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku pêşmergeyên PDK'ê çûne herêmê û li balafira ketiye xwarê digerin.
Hate ragihandin ku herêm li gundiyan hatiye qedexekirin.