HPG'ê nasnameya 3 gerîlayên şehîd eşkere kir

HPG'ê nasnameya 3 gerîlayên şehîd eşkere kir û got, "Hevrêyên me Dilgeş, Berxwedan û Mervan ku bûn nûnerê îradebûna Apoyî ji Zapê heta Mêrdînê, ji Xerzanê heta Amedê ruhê berxwedanê yê Apoyî heta nefesa xwe ya dawî temsîl kirin."

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî 3 gerîlayên li Amedê şehîd bûn daxuyaniyek da. Daxuyanî bi vî rengî ye:

26'ê Tebaxa 2023'an li navçeya Farqînê ya Amedê di êrîşa dijmin de ji milîtanên pêşeng ên partiya me hevrêyên me Dilgeş, Berxwedan û Mervan şehîd bûn. Nûnerê îradebûna Apoyî hevrêyên me Dilgeş, Berxwedan û Mervan ku li dijî êrîşa dijmin bi fedaîtî şer kirin, ji Zapê heta Mêrdînê, ji Xerzanê heta Amedê ruhê berxwedanê yê Apoyî heta nefesa xwe ya dawî temsîl kirin."

Hevrêyê me Dilgeş ku navê fermandariya li ser xeta fedaîtî, afirînerî, zanebûn û xwestekê bû, di jiyana xwe ya gerîlatiyê ya 13 salan de ku bi serketina dagirtî bû, bû milîtanek ku her tim cudahî afirand. Li her qadê bi coş û moral tevlî kar bû, mohra xwe danî binê serketinan, têkoşîneke bêhempa meşand ku ji hevrêyên xwe re bû milîtanekî pêşeng.

Hevrêyê me Berxwedan li ser bingeha dilsoziya bi xeta şehîdan re tevlî nava refên gerîla bû, bû mînakeke ijarte ji hêjabûna li şehîdên pîroz. Hevrêyê me Berxwedan li her qada têkoşînê ev sekn nîşan da û bû yek ji milîtanên pêşeng ên partiya me PKK'ê ku partiya Rêber Apo û şehîdan e.

Ewladê leheng ê Serhedê milîtanê wezîfeyên zehmet hevrêyê me Mervan ji destpêka jiyana xwe ya gerîlatiyê ve her wezîfe û berpirsyarî bi cidiyeteke mezin bi ser xist û bû yek ji milîtanên mînak ên partiya me. Meşa xwe ya şoreşê ku ji Wanê destpê kir, di her kêliyê de bi serketinan derbas kir. Armanca xwe ya herî mezin jî ew bû ku li Amedê gerîlatiyê bike û ev yek pêk anî.

Hevrêyên me Dilgeş, Berxwedan û Mervan ku ruhê berxwedanê yê Apoyî bi rengekî hêja temsîl kirin, em di serî de ji malbatên hêja yên hevrêyên xwe, ji gelê xwe yê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin. Em soz didin ku têkoşîna hevrêyên me ji me re hiştine, bi rengekî hêjayî bîranîna wan be bi ser bixînin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne bi vî rengî ne:

Nasnav: Dilgeş Zîlan Gûzereş
Nav paşnav: Ferhat Akdenîz
Cihê jidayikbûnê: Colemêrg
Dayik-Bav: Meryem-Omer
Dem û cihê şehadetê: 26'ê Tebaxa 2023 / Amed

Nasnav: Berxwedan Farqîn
Nav paşnav: Hanîfî Saygi
Cihê jidayikbûnê: Amed
Dayik-Bav: Fatma-Cemîl
Dem û cihê şehadetê: 26'ê Tebaxa 2023 / Amed

Nasnav: Mervan Wan
Nav paşnav: Mûhterem Koç
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Siyanal-Ahmet
Dem û cihê şehadetê: 26'ê Tebaxa 2023 / Amed

DILGEŞ ZÎLAN GÛZEREŞ

Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê ku bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir, ji bo gelê me yê ku di bin êrîşên asîmîlasyon, înkar û tunekirinê de li ber mirinê bû, hêviya ji bo paşeroja azad jinûve afirand. Li gel êrîşên li derveyî mirovahiyê yên dagirkeran, gelê me bi nirxên xwe yên civakî re dilsoz ma ku reh berda nava kûrahiya dîrokê, ji bo parastina hebûn û nasnameya xwe her tim li ber xwe da. Bi pêngava partiya me PKK'ê re gelê me yê welatparêz bi îrade û hêzeke xurt tevlî nava meşa azadiyê û têkoşîna Rêber Apo bû. Têkoşîna gerîla ya dîrokî ku bi pêşengiya fermandarê me yê nemir Egîd (Mahsûm Korkmaz) li Kurdistanê bi pêş ket, li çar aliyên Kurdistanê bi lez belav bû û gelê me yê welatparêz bi Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê re bû yek, li dijî dagirkerî û dagirkeran berxwedaneke bêhempa nîşan da ku nîv sedsalê dewam dike.

Bajarê me Colemêrg ku felsefeya azadiyê ya Rêber Apo û berxwedana me ya gerîla yekemcar lê girseyî bû, mîrateya xwe ya berxwedanê bi têkoşîna bi heybet a PKK'ê re kir yek. Colemêrg ku gerîlayan derbên giran li mêtingeran xistin, bi hezaran ewladên xwe yên leheng tevlî nava refên berxwedanê kir û xeta xwe ya welatparêziyê her demê di asta herî bilind de temsîl kir. Xelkê me yê Colemêrgê yê welatparêz ku berxwedana gerîla ya dîrokî bi serhildanan silav kir, bi hemû hêza xwe xwedî li mîrateya têkoşînê ya şehîdên me yên nemir û felsefeya Rêber Apo derket. Eşîra Pinyanîşê ya welatparêz jî yek ji şopdarên herî xurt ên vê kevneşopiya berxwedanê ye. Malbata hevrêyê me Dilgeş ku ji eşîra Pinyanîşê ye, ji ber êrîşên dewleta Tirk a mêtinger neçar ma ku ji gundê Gûzereşê yê Çelê koçî Geverê bike. Ji ber vê yekê jî hevrêyê me Dilgeş li Geverê ji dayik bû, di temenekî gelekî ciwan de partiya me PKK nas kir û li nava serhildanên li Geverê mezin bû. Hevrêyê me ku berxwedan zû nas kir, di heman demê de rastiya dijmin jî ji nêz ve nas kir. Hevrêyê me polîtîkayên qirêj ên dewleta Tirk a mêtinger nas kir ku hewl dide ciwanên Kurd ji têkoşînê dûr bixîne, li dijî van êrîşên qirêj her tim têkoşiya û ciwanên Kurd zane kir û tevlî têkoşînê kir.

Ji ber ku ji nava malbata wî û derdora wî ya nêz tevlîbûn li nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê hebû, hevrêyê me jî bala xwe da ser gerîla û zû xwest tevlî nava refên gerîla bibe. Ji ber ku li nava nirxên Kurdistanî yên li Gever a welatparêz mezin bû, vê yekê karakterê hevrêyê me jî diyar kir û bandoreke mezin lê kir. Berxwedana gerîla ya li Kurdistanê, êrîşên bêrehm ên dewleta mêtinger ên li ser gelê me û hesta hilanîna tola şehîdan kir ku hevrêyê me Dilgeş sala 2010'an biryarê bide ji bo tevlî nava refên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bibe. Taybetmendiyên wî yên Kurdistanî û dilxwaziya wî ya mezin a ji bo jiyana çiyê, kir ku bi Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê re zû bibe yek. Li qada Xakurkê perwerdeya gerîlatiyê ya bingehîn bi serketî qedand û dest bi pratîka xwe ya destpêkê ya gerîlatiyê kir. Hevrêyê me bi kelecan û coşa xwe ji hevrêyên xwe hemûyan re bû çavkaniya hêz û moralê, bi jiyan gerîla ya pîroz û hevrêtiyê re têkiliyeke kûr danî. Hevrêyê me Dilgeş bi perwerdeyê bû gerîlayekî şareza, derbasî Zagrosan bû û di Şerê Gel ê Şoreşgerî de yê li dijî artêşa Tirk a mêtinger hate destpêkirin bi roleke mezin rabû. Hevrêyê me ku di taktîkên gerîla de bû pispor û bi serketî xist meriyetê, her tim hewl da ku xwe hîn bêhtir bi pêş ve bibe. Hevrêyê me Dilgeş bi kesayetiya xwe ya dînamîk, bi coş û baweriya bi xwe her tim li pêş bû, li her qada ku lê ma bû cihê hezkirin û hurmeta hevrêyên xwe. Pêşketinên teknîkî bi taktîkên gerîla yên nûjen re kir, xist xizmeta şoreşê û ji bo vê jî kedeke mezin da.

Li hemberî êrîşên çeteyên DAÎŞ'ê yên dijminê mirovahiyê, ku ji bo fetisandina Şoreşa Azadiyê ya Rojava pêk dianî, ji bo gelê me biparêze derbasî Rojava bû û li dijî çeteyên DAÎŞ'ê bi fedaîtî şer kir. Tevî ku ji serî û lingên xwe du caran birîndar bû, eniya berxwedanê neterikand, ji bo têkbirina çeteyên dijminê mirovahiyê kedeke mezin da. Piştî ku çeteyên DAÎŞ'ê hate têkbirin li çiyayên Kurdistanê vegeriya ku bi hesret û dilsoza çiyê bû. Bi tecrûbeyên wergirtî jî veguherî fermandarekî pêşeng. Di qada sabotajê de bi taybetî bû pispor, Gerîlatiya Modernîteya Demokratîk herî zêde pejirand û ji bo bixe pratîkê gelekî hewl da. Hevrêyê me Dilgeş her tim xwe nû dikir, di nava lêgerînê de bû û li gel pêşvebirina xwe hewl dida hevrêyên xwe jî bi pêş ve bibe. Li nava refên têkoşînê zû bi pêş ket û bû pêşeng. Di nava têkoşînê de gelek wezîfeyên krîtîk di asta berpirsyariyê de bi cih anî û bi ser xist. Her tim bawerî da û bû milîtanekî nûnerê xeta serketinê. Piştî pratîka serketîn ya li herêma Garê, derbasî Heftanînê bû, beşdarî gelek çalakiyan bû ku derbên giran li artêşa Tirk a mêtinger hate xistin. Bi perwerdeya akademiyê re di felsefeya Rêber Apo û taktîka gerîlatiya serdema nû de xwe kûr kir, her kêliya jiyana xwe da têkoşînê, bi pratîka xwe ya serketî xeta serketinê ya partiya me xist meriyetê.

Derbasî Bakurê Kurdsitanê bû û ji bo tevlî nava berxwedana dîrokî bibe ya li dijî artêşa Tirk a mêtinger tê meşandin, israr kir. Hevrêyê me Dilgeş hêrsa xwe ya li hemberî dagirkeran ti carî kêm nekir û ev hêrsa xwe jî veguherand zemîneke ji bo têkoşîneke bi bandor. derbasî qada Amedê bû û têkoşîna gerîlatiyê li Bakurê Kurdistanê dewam kir. Li hemberî ti astengiyan ranewestiya, her tim bû hêza çareseriyê. Ji bo ala têkoşînê ya şehîdên me yên nemir bi ser bixîne bêrawestan kar kir, ked da, li ser xeta serketinê ya gerîlatiya serdema nû bêteredût meşiya. Hevrêyê me li hemberî êrîşên artêşa Tirk a dagirker bi rengekî fedaî li ber xwe da, şer kir, tevlî gelek çalakiyan bû û derbên giran li dagirkeran xist. Li pişt xwe jî mîrateyeke têkoşînê ya neyê jibîrkirin hişt û tevlî nava karwanê nemiran bû. Di jiyan û şerê xwe de bû navê milîtaniya PKK'ê. Bîranîna têkoşînê ya hevrêyê me Dilgeş wê her tim rêya me ronî bike û ji aliyê hevrêyên wî ve teqez bê biserxistin.

BERXWEDAN FARQÎN

Hevrêyê me Berxwedan di malbateke bi eslê xwe ji eşîra koçerên Alîkî ya Botanê, li Farqîna Amedê ji dayik bû. Ji ber ku malbata wî koçer bû hevrêyê me Berxwedan di nav xwezayê de mezin bû û ji ber ku kesekî saf û xebatkar bû, derdora wî jê hez dikirin. Ji ber ku ew her tim bi xwezayê re di nav têkiliya nêzîk de dijiya, ji qirêjî, tevlihevî û têkiliyên sexte yên bajaran bandor nedibû. Hevrêyê me yê ku 4 salan li dibistanên fermî yên Tirkiyeyê xwend, zû pê hesiya ku ev dibistan navendên asîmîlasyonê ne, navendên qirkirinê ne ku wê wî ji cewherê xwe biqetînin, wî dev jê berda lê her dem xwe perwerde kir. Wî him cewhera xwe parast û him jî di warê jiyanê de tecrubeyeke mezin bi dest xist. Pêşketina Têkoşîna Azadiya Kurdistanê ya ji salên 1990'an û vir ve li tevahiya Kurdistanê û qebûlkirina gerîla ji aliyê gelê me ve ya bi serhildan û tevlîbûna girseyî, li welatê me bû destpêka serdemeke nû . Malbata hevrêyê me Berxwedan jî di vê pêvajoyê de têkoşîna me nas kir. Dewleta Tirk a qirker hemû nirxên mirovahiyê li aliyekî hişt û ji bo ku têkiliya gerîlayên azadiyê bi gel re qut bike, li dijî gelê me gelek êrîşên dijmirovahî pêk anî. Armanc ew bû ku gundan bişewitînin û wêran bikin û gelê me neçarî koçberiyê bikin, da ku gerîla nikaribe xwe bigihîne gelê me û gelê me li metropolan bi hêsanî asîmîle bibe. Malbata hevrêyê me Berxwedan jî rastî vê polîtîkaya dijmin hat. Di salên 90'î de gelek caran mal û konên malbata hevrêyê me şewitandin û ev tişt bû sedem ku li hemberî dijmin bertekekê nîşan bidin. Hevrêyê me Berxwedan jî ji ber van êrîşên ku di zarokatiya xwe de dîtiye, li hemberî dijmin xwedî hêrs û kîneke mezin bû. Her wiha hêrsa xwe ya heyî bi berdewamî anî ziman ku gava mezin bibe ew ê teqez hesab ji dijmin bipirse. Tevlîbûna malbat û xizmên wî yên li nava refên gerîla bû sedem ku hevrêyê me Berxwedan hezkirineke mezin ji bo gerîlatiyê hîs bike. Hevrêyê me yê gerîla ji xwe kir wekî hedefeke ku divê bigihêjê, roj bi roj dema nêzî vê hedefê bû jî heyecana wî zêde bû û ev heyecana xwe kir hinceta têkoşîna xwe. Şehadetên xizmên wî yên nêzîk li ser hevrêyê me Berxwedan bandoreke mezin kir. Fam kir ku tekane rêya parastina van şehîdan mezinkirina têkoşînê ye û dest bi lêgerîna zêdetir a têkoşînê kir. Hevrêyê me yê ku di navbera salên 2007-2009’an de di nava xebatên milîstiyê de cih girt, xizmetên mezin kir. Şehadeta gelek hevrêyên me yên ku di vê serdemê de bi wan re xebitî, her wiha şehadeta birayê wî Serdar Amed (Refîk Saygı) di sala 2011’an de bû sedem ku hevrêyê me Berxwedan zêdetir kûr bibe û metodên xwe yên têkoşînê ji ber çavan derbas bike. Ji ber ku Hevrêyê me dizanibû ku şêwaza têkoşîn û tevlîbûnê ya heyî têr nake, hevrêyê me li ser vê bingehê lêgerînên xwe kûr kir. Herî dawî di sala 2013’an de şehadeta nemerdane ya hevrê Sara (Sakîne Cansiz) ku yek ji kadroyên pêşeng ên partiya me PKK’ê ye, bû sedem ku hevrê Berxwedan tevlî nava refên gerîla bibe.

Hevrêyê me Berxwedan ku di sala 2013'an de tevlî gerîla bû ku xeyala wî ya zarokatiyê bû, hem ji ber ku koçer bû hem jî ji ber ku salên dirêj bi gerîla re xebitî, zû hînî jiyana gerîla bû. Wî têkiliyên hevrêtiyê yên gerîlatiyê ku berê bûbû şahid, jiya û ev tişt bû sedem ku hestên mezin bijî. Di nirxandineke xwe de diyar dikir ku ev hest ne bi gotinê encax bi jiyînê dikare were zanîn û mirov hay ji rastiyê wê çêbibe. Bi tecrubeyên xwe yên jiyanî û rêxistinî, ji rojên destpêkê ve bi alîkariya hevrêyên xwe yên ku nû tevlî gerîla bûne, wî dest bi pêşengtiyê kir. Hevrêyê me yê ku di perwerdehiya nû ya şervanan de bi her awayî xwe bi pêş ve bibe, di warê bîrdozî û leşkerî de gihişt asteke diyarkirî. Taybetmendiyên kesayetiya xwezayî ya hevrêyê me Berxwedan, fedakarî û xwesteka wî ya ku dixwest zêdetir tevlî têkoşînê bibe, ji hevrêyên wî yên ku bi hev re perwerde dibûn re bû mînak. 

Hevrêyê me Berxwedan ku piştî perwerdeyê bi qasî 2 salan li herêma Metîna xebitî, di vê demê de di jiyana gerîla û taktîkên gerîlatiyê de kûrbûneke girîng bi dest xist. Hevrêyê me Berxwedan ku bû gerîlayekî xwedî ezmûn û jêhatî, wî xwepêşvebirin esas girt û fermandarbûn ji xwe re kir hedef. Hevrêyê me yê ku difikirî ku dikare erka xwe ya fermandariya pêşeng a gerîla pêk bîne, di vî warî de kedeke mezin da. Di felsefeya Rêber Apo de xwe kûr kir û bi tevbîrên milîtanî yên ku bi dest xistibû, bawerî da hevrêyên xwe. Ji ber vê sedemê bi tevlîbûna nava xebatên ku fedakarî, bawerî û hesasiyet lazim e de, têkoşîna xwe mezin kir. Hevrêyê me yê ku salekê di nava vê xebatê de ma, li dijî êrîşên topyekûn ku dijmin dianî ser gelê me, wî xwest biçe herêmên ku şer lê dijwar bû. Piştî ku pêşniyaza wî hat qebûlkirin, di sala 2016'an de careke din berê xwe da qada Metîna. Hevrêyê me Berxwedan ku milîtanekî pêşeng ê Apoyî bû, di dema du salan a li vir de li eniya pêş şer kir, derbên giran li dijmin da. Bi cesareta xwe ya têkoşînê, bi dilsoziya xwe ya bi hevrêtiyê û bi girêdanbûna xwe ya hevrêtiyê, bû milîtanekî pêşeng ê Apoyî. 

Hevrêyê me Berxwedan ku piştre ji bo wezîfeyeke taybet li qadên cuda ma; bi helwesta xwe ya di van xebatan de û bi dilsoziya xwe ya bi felsefeya Rêbertî û jiyana azad re weke kadroyekî Partiyê erk û berpirsyariyên xwe bi awayekî serkeftî bi cih anî. Ji ber dijmin li dijî Rêbertiya me pergala êşkenceyê domdar kiriye, hewl daye têkiliya bi gelê me re qut bike û dijmin li ser qadeke berfireh êrîşî gelê me dike û dijmin êrîşên xwe yên li ser gerîla zêdetir kiriye, ev tişt bû sedem ku hevrê Berxwedan têkeve nav lêpirsînan. Hevrêyê me yê ku weke milîtanekî pêşeng difikirî ku divê bersivê bide vê pêvajoya dijwar, li Akademiya Şehîd Îbrahîm beşdarî perwerdehiyê bû û hem ji aliyê bîrdozî û hem jî di rêgezên gerîlatiya serdema nû de xwe kûr kir. Dizanibû ku serkeftin encax bi gerîlatiya profesyonel pêkan e û ket nav lêhûrbûneke kûr. Hevrêyê me Berxwedan ku di her firsendê de daxwaza xwe ya ji bo têkoşîna li Bakurê Kurdistanê anî ziman, bi taybetî xwest biçe qada Amedê ya ku lê ji dayik bû û li vir mezin bûbû. Hevrêyê me Berxwedan ku bi helwest û tevlîbûna xwe ya fedaî bawerî da hevrêyên xwe, bi baweriya xwe ya mezin a serketinê û bi coşeke şoreşgerî derbasî qada Amedê bû. Hevrêyê me Berxwedan ku layiqî baweriya hevrêyên xwe bû û hêviyên wan bi cih anî di dema xwe ya Amedê de gelek xebatên serkeftî pêk anî. Ji bo geşkirin û kûrkirina Şerê me yê Gel ê Şoreşgerî kedeke mezin û tempoyeke bêhempa da. Hevrêyê me Berxwedan ku di 26’ê Tebaxê de li dijî operasyona dijmin a li qada Farqînê lûtkeya ezmûna xwe ya gerîla ya 10 salan jiya, bi fedakarî li ber xwe da û şehîd bû. Hevrêyê me Berxwedan ku bi rastbûn, xwezayîbûn û keda xwe di dilê hemû hevrêyên xwe de cih girt, bi şehadeta xwe re talîmatên ji bo têkoşîneke zêdetir da me hevrêyên xwe. Em hevrêyê wî, em careke din soza xwe dubare dikin ku em ê di şexsê hevrê Berxwedan de xeyala jiyana azad a hemû şehîdên xwe pêk bînin.

MERVAN WAN

Hevrêyê me Mervan li navçeya Payîzava ya Wanê di nava malbateke welatparêz a ji eşîra Pinyanişê de hatiye dinê. Di nava malbateke sade, samîmî, dilnizm û girêdayî nirxên exlaqê civakî de mezin bû. Hevrêyê me zarokatiya xwe li Wanê derbas kir. Li vir derfet dît ku partiya me PKK’ê ji hîn nêztir ve nas bike. Hevrêyê me rû bi rûyê nirxên civakî mezin bû. Her tim li dijî sîstema heyî di nava lêpirsîn û lêgerînê de bû. Sekna wî ya lêpirsînkirina sîstemê ku ji salên zarokatiyê ve destpê kir, bû wesîle ku di lêgerînên xwe de bibe xwedî sekneke hîn radîkaltir. Li ser vî bingehî li dijî ferzkirinê dewletê gavên xwe yên destpêkê avêt xebatên rêxistinî û çalakiyan û hêdî hêdî bersiva lêgerînên xwe dît. Qasî ku partiya me PKK ji nêztir nas kir, gihişt wê zanebûn û biryarê ku sekna heyî têrê nake û divê hîn zêdetir bikeve nava hewldanan. Dema ku sala 2008’an polîsên Tirk ên faşîst li nîva kolanê şîdet li hemberî dayîkên me pêk anî, bû şahidê wê bûyerê. Li dijî êrîşên îmha û qirkirinê bêdeng nema û ket nava çalakvantiyeke aktîf. Hevrêyê me Mervan sala 2012’an ji aliyê polîsên Tirk ên faşîst ve hefteyekê hat destgîrkirin û rû bi rûyê ferzkirina kiryarên şikandina rûmetê û teslîmiyetê ma. Hevrêyê me li dijî van êrîşan kîn û hêrsa xwe veguherand sekneke bi rêxistinkirî û bi tevlîbûna xebatên ciwanên welatparêz kîn û tola xwe avêt berda ser dijmin. Ji ber ji malbat û derdora wî tevlîbûn û şehadet hebûn, ev yek bû wesîle ku hevrêyê me Mervan hîn aktîftir tevlî bibe û bû dilsozê bîranîna şehîdan. Li ser vî bingehî êdî biryara tevlîbûna nava refên gerîla da û li dijî hemû êrîş û ferzkirinên sîstemê bû bersiv.

Hevrêyê me Mervan sala 2015’an li eyaleta Wanê tevlî nava refên gerîla bû û bû gerîlayek azadiyê. Birayê wî hevrê Mervan Wan (Erkan Koç) sala 1997’an li qada Çarçêlayê di şerekê de bi lehengî şer kir û şehîd bû. Hevrêyê me navê birayê xwe li xwe kir û hîna ji roja destpêkê ve da nîşakirin ku li ser xeta şehîdan xwedî seknekê ye. Hevrêyê me perwerdeya gerîla ya bingehîn li eyaleta Wanê qedand û li vir bi rengekî aktîf di xebatan de cih girt, wezîfe û berpirsyariyên xwe bi cih anî. Ji zozanên Feraşînê heta çiyayên Kato Marînosê weke şervanekî azadiyê têkoşiya. Di nava vê têkoşînê de bû xwedî tecrubeyeke jiyanê ya mezin û li ser rêya bûyîna mîlîtanek Apoyî bi gavên bi biryar meşiya. Bi dilsoziya xwe ya li hemberî hevrêyên wî û tevlîbûna xwe ya dirûst di demeke kurt de rêzdarî û hezkirina hemû hevrêyên xwe qezenc kir. Di gelek çalakiyên li eyaletê hatin lidarxistin de, bi rengekî aktîf cih girt û di cezakirina gelek leşkerên dijmin de bû xwedî rol. Hevrê Xebat Aktepe ku sala 2016’an li Wanê çalakiya fedayî kir û şehîd bû, ji nêz ve nas kir. Hevrêyê me Mervan ji bo amadekariyên hevrê Xebat a ji çalakiyê re, bi moralekî mezin tevlêkarî kir û heta kêliya ku çûyî çalakiyê li gel hevrê Xebat ma û şahidî ji wan kêliyan re kir. Çalakiya fedayî ya hevrêyê me Xebat bandoreke mezin li ser hevrêyê me Mervan çêkir. Bi vî rengî baweriya xwe ya ji jiyan û hevrêyên xwe re kûr kir û bû xwedî tevlîbûneke hîn aktîftir. Hevrêyê me Mervan li kampên zivistanê xwe di îdeolojî û felsefeya Rêber Apo de kûr kir û dilsoziya xwe ya ji hevrêyên şehîd re di pratîkê de raber kir. sala 2017’an di encama aşîta ku li ser kampên zivistanê ketî de, birîndar bû. Tevî ku birîndar bû, bi îrade û biryardariya xwe têkoşîna xwe domand. Di şert û mercên zivistana dijwar de li ber xwe da. Di heman demê de bi alîkarîdayîna hevrêyên xwe jî fedakariyek mezin raber kir.

Hevrêyê me sala 2017’an tevlî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû. Tecrube û kêmahiyên xwe hîn kûrtir analîz kir û ders ji van derxist. Ji bo ku li hemberî rastiya Rêber Apo û şehîdan hîn kûrtir bibe, li Akademiya Hakî Karer dewreyek a perwerdeyê dît. Hevrêyê me tevahî pêvajoya perwerdeyê sekneke rexne û rexnedayînê raber kir û ji bo pêşxistina xwe û hevrêyên xwe bû xwedî ked. Di Pardîgmaya Demokratîk, Ekolojîk û Azadiya Jinê de ku ji aliyê Rêber Apo ve hatiye pêşxistin, hîn zêdetir xwe kûr kir. Li ser kêmahiyên xwe lêhêrbûnên kûr kir û biryar da ku bibe mîlîtanekî Apoyî. Li ser vî bingehî bû xwedî tevlîbûneke dilsozê têkîliyên hevrêtiyê, sade û dirûst. Li ser vê rêyê timî xwe perwerde kir û berpirsyariyên xwe ya li hemberî hevrêyên xwe bi cih anî. Hevrêyê me bi rengekî serkeftî dewreya perwerdeyê qedand û ji bo ku careke din li qadên Bakurê Kurdistanê tevlî têkoşînê bibe, pêşniyar kir ku biçe amedê. Pêşniyara hevrêyê me hat qebûlkirin û ket nava wê hewldanê ku wezîfe û berpirsyariyên xwe bi layiqî bi cih bîne.

Zorî û şert û merc çi dibin bila bibin, hevrêyê me Mervan ti carî pes nekir. Ji bo çûyîna Amedê li hemberî hemû zorî û bûyerên nerênî, bû xwedî sekneke bi sebir û berxwedêr. Di pêvajoya ku ji bo çûyîna Amedê lêhêrbûn dikir de, bû xwedî jiyaneke dilsozê hêmanên hevrêtiyê. Ji amadekariyên çeper û tunelan heta her wezîfe û berpirsyariyê, bêyî dudilî tevlî bû û bû xwedî pratîkek serkeftî. Di jiyana xwe de bû xwedî sekneke mîlîtanê Apoyî yê bi moral û tişa ne pêkan, pêk dianî. Bi zanebûna ku gel û Tevgera me di pêvajoyek dîrokî ya wezîfe û berpirsyariyê de ye, çû Amedê. Ji xeynî kêfxweşiya wî ya sedsalan ku mîna stêrkekê di çavên wî de dibiriqî, bi kîn û hêrsa xwe ya li dijî dijmin li vir têkoşiya. Hevrêyê me Mervan di pêvajoya li eyaleta Amedê de, bû xwedî pratîkek serkeftî û wezîfe û berpirsyariyên xwe bi cih anî. Di şerê li dijî dijmin de heta nefesa xwe ya dawî li ber xwe da û şehîd bû. Em weke hevrêyên wî soz didin ku li ser xeta têkoşînê ya hevrêyê xwe Mervan bimeşin."