‘Jin wê bi şoreşa Jin, Jiyan, Azadî’yê azad bibin

Yekitiya Jinên Ciwan ên Rojhilatê Kurdistanê, got ‘’Jin, wê bi şoreşa ‘Jin, jiyan, azadî’yê azad bibin.

Yekitiya Jinên Ciwan ên Rojhilatê Kurdistanê, bi boneya salvegera ‘Jin, Jin, Azadî’yê daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de bang hat kirin ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têkoşîn bê geşkirin û kes tev li çalakiyan bibin.

Di dewama axavtinê de wiha hatiye gotin: ‘’Hemû dinyayê giringiya tezên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser azadiya jinan dît. Ji lew ma azadiya Rêber Ocalan tê wateya azadiya jinan. Jin wek erka xwe eslî dibînin ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan tê bikoşin û fikirên wî belav bikin.’’

Di daxuyaniyê de ev tişt jî hatine diyarkirin: ‘’Tiştên dikevin ser milên me gelek in. Bicihanîna stratejiya şerê gel ê bi şoreşgerî û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan sedem e ku em sedema tacîdarbûna têkoşîna me bi serkeftinê ye.

Ji wê boneyê divê mirov baş ji Rêber Ocalan fam bike, bi serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’yê hemû jinên li dinyayê azad bike. Em her tim yekitiya jinan û hevrêtiya jinan derbixin pêş. Li ser vî esasî divê mirov bi xurtî tev li çalakiyên salvegerê bibe û bi çalakiyên xwe nîşan bide ku sedsala 21’ê çawa gav bi gav bi pêş ve diçin.’’