Jîna Emînî wê li ser gora xwe were bîranîn

Malbata Jîna Emînî diyar kir wê di salvegera qetilkirina keça xwe de, li ser gora wê merasîmekê li dar bixin.

Di 13’ê Îlona sala 2022’yan de jina Kurd Jîna Emînî ya ji bajarê Seqîz ya Rojhilatê Kurdistanê bi hinceta ku pora xwe baş nenixumandibû, ji aliyê ‘Polîsên Exlaq’ ên rejîma Îranê ve hatibû destgîrkirin.

Di dema nezaretê de êşkence li Jîna Emînî hatibû kirin, sê roj piştî ku ew rakirin nexweşxaneyê, wê jiyana xwe ji dest dabû.

Dayîk û bavê wê Mojgan Îftîxarî û Emced Emînî daxuyaniyek dan û diyar kirin ew ê li ser gora wê merasîmeke bîranînê li dar bixin.