Cenazeyên du gerîlayên HPG’ê hatin veşartin

Cenazeyên gerîlayên HPG’ê Dilgeş Zîlan Gûzereş û Mervan Wan hatin veşartin.

Cenazeyên Gerîlayên HPG’ê Dilgeş Zîlan Gûzereş (Ferhat Koç) û Mervan Wan (Mûhterem Koç) 26’ê Tebaxê di pevçûnê de li gundikê Bameydanê yê gundê Hêlînê yê navçeya Farqînê ya Amedê bûn şehîd, hatin veşartin.

Cenazeyê Gûzereş li goristaneke li navçeya Geverê ya Colemêrgê, cenazeyê Mervan Wan  jî li Goristana Karşiyaka ya navçeya Rêya Hevrîşim, hat veşartin.

Nehat hiştin ku wecîbeyên olî yên her du cenazeyan bi cih bên anîn. Ji xeynê maliyan nehat hiştin ku kes tev li meresimê bibe. Cenazeyên her du gerîlayan duh êvarê di bin dorpêça polîsan de hatin veşartin.