Li Kubayê 17 kesên 'têkildarî Rûsyayê' hatin destgîrkirin

Wezareta Karên Hundir a Kubayê ragihand ku 17 kesên wan guman jê dikirin ku ji bo li Ûkraynayê şer bike ji bo Rûsyayê mirov peyda dikir, hatine destgîrkirin.

Hikumeta Kubayê roja Duşemê bi daxuyaniyekê got, "Ji bo têkbirina tevneke qaçaxçitiya mirovan dixebitin ku hewl dide welatiyên Kubayê yên li Rûsyayê dimînin, her wiha hin welatiyên li Kubayê bi xwe ji bo tevlî operasyonên leşkerî yên li Ûkraynayê bike, beşdarî nava hêzên leşkerî bike ji bo Rûsyayê dixebitî."

Ji berpirsyarê lêpirsînê Cesar Rodriguez roja Pêncşemê daxuyaniyek da û diyar kir ku heta niha 17 kes hatine destgîrkirin, lê belê agahî neda bê welatiyên kîjan welatî ne. Rodriguez ragihand ku yek ji kesên hatin destgîrkirin 'di nava vî karî de rêxistinkar bû'. Her wiha got, du kesên din jî ew kes bûn ku mirov peyda dikirin.

Têkildarî lêpirsînê dozgeriyê jî daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Sûcdariyên qeçaxçitiya mirovan, leşkertiya ji bo pereyan û çalakiyên dijminane ji welatekî biyanî" têne nirxandin. Bi van sûcdariyan heta 30 sal cezayê girtîgehê, yan jî cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê û cezayê kuştinê bê birîn.