Mînîbusa karkerên çandiniyê tê de bûn qeza kir: 3 kes mirin

Li Rihayê, mînîbuseke ku karkerên çandiniyê tê de bûn qeza kir. 3 kesan jiyana xwe ji dest dan, 17 kes jî birîndar bûn.

Li ser rêya navbera navçeyên Pirsûs û Kaniya Xezalan ên Rihayê qezayekê rû da.

Mînîbusa ku karkerên çandiniyê tê de bûn qeza kir. Di encamê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan, 17 kes jî birîndar bûn.

Mînîbusa ku Alî Kasap diajot, piştî ku lastîka wê teqiya li dîwarê li kêleka rê ket.

Tîmên tenduristiyê diyar kirin ku Fethiye Kasap, bahar Akkûş û kesekî navê xwe nehate hînbûn, jiyana xwe ji dest dan.

Birîndar rakirin nexweşxaneyên li Riha û navçeyên derdorê.