HPG’ê derbeke giran li dagirkeran da: 19 dagirker hatin cezakirin

Di çalakiyên gerîlayên HPG û YJA Starê de 19 leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatin cezakirin û derb li 11 çeperan jî hate xistin. HPG’ê diyar kir gerîlayan gelek taktîkên serkeftî bi kar anîne û derbên giran li dagirkeran dane.

HPG’ê got, “Hêzên me bi vîn, bawerî, ruhê fedayî yê Apoyî û cesareteke bilind li dijî artêşa Tirk a dagirker gelek çalakî li dar xistin. Tîmên me yên gerîla yên profesyonel ku taktîkên gerîla yên dewlemend ên bi hostatî bi hev re bi kar anîn û derbên giran li artêşa dagirker xistin.

Ev çalakî; ji bo bîranîna Dayika Taybet a ku di Berxwedana Xwerêveberiyê ya Silopiyê de bi nemerdî şehîd hate xistin û ji bo keça wê Heznê Înan a ku di Berxwedana Xwerêveberiyê ya Cizîrê de bi hovane hate şewitandin, hate lidarxistin. Dewleta Tirk a qirker û mêtinger, heta ku di van êrîşên xwe yên dermirovahiyê de israr bike wê têkoşîna azadiyê ya gelê me geştir bibe û wê gerîlayên azadiya Kurdistanê xwedî li vê berpirsyariya xwe ya di têkoşînê derkeve û wê hesap bipirse.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê çalakiyên gerîla û êrîşên artêşa Tirk a dagirker de ev agahî da

“Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê;

11’ê Îlonê saet 06:45, 10:10, 11:10 û 15:40’î de dema ku dagirkeran hewl didin li Qada Berxwedanê ya Girê Amêdiyê bi cih bibin û dest bi tevgerê kirin, bi taktîka sûîkastê li dagirkeran hate xistin û 5 dagirker hatin cezakirin.

Di 11’ê Îlonê saet 09:50’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin û dagirkerek hate cezakirin.

11’ê Îlonê saet 11:30’an de, dema ku dagirkeran dixwestin xwe li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi cih bikin, 3 caran bi çekên giran li wan hate xistin.

11’ê Îlonê saet di navbera 20:05 û 23:35’an de dema ku helîkopteran xwestin leşkeran deynin Qada Berxwedanê ya Girê Amêdiyê, 5 caran bi çekan giran li helîkopteran hate xistin.

Di 11’ê Îlonê saet 23.00’an de dagirkerên ku xwestin li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi pêş ve biçin, ji nêz ve bi çekên ferdî li dagirkeran hate xistin û 3 dagirker hatin cezakirin.

11’ê Îlonê saet 23:30’an de dema ku dagirkeran xwestin xwe li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi cih bikin, bi taktîka sûîqestê li dagirkeran hate xistin. Li vir 2 dagirker hatin cezakirin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hatin lidarxistin.

11’ê Îlonê saet 23:32’an de dema ku dagirkeran hewl dan xwe li Qada Berxwedanê ya Girê Amêdiyê bi cih bikin, bi bombeyên destan li dagirkeran hate xistin û dagirkerek hate cezakirin.

12’ê Îlonê saet 01:40’an de, dema dagirkeran xwestin xwe li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi cih bikin, bi çekên otomatîk ên navîn li dagirkeran hate xistin.

12’ê Îlonê saet 02:20’an de, dema dagirkeran xwestin xwe li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi cih bikin, bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate lidarxistin.

12’ê Îlonê saet 02.43’an li dijî dagirkerên ku dixwestin xwe li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi cih bikin, çalakiyeke êrîşê hate lidarxistin. Bi bombeyên destan û çekên ferdî li dagirkeran hate xistin û herî kêm 4 dagirker hatin cezakirin.

12’ê Îlonê saet 04:00’an de dema dagirkerên xwestin xwe li Qada Berxwedanê ya Girê Amêdiyê bi cih bikin, bi çekên otomatîk ên navîn li dagirkeran hate xistin.

11’ê Îlonê saet 09:00, 10:00, 11:30, 14:00, 15:00, 15:20 û 15:30’î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin û derb li 7 çeperan hate xistin.

11’ê Îlonê saet 13:00, 14:50 û 16:00’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin û derb li 3 çeperan hate xistin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate lidarxistin.

11’ê Îlonê saet 23:45’an de dema ku helîkopteran xwestin leşkeran deynin Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran 2 caran li helîkopteran hate xistin.

12’ê Îlonê saet 03:00’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin û derb li çeperekê hate xistin.

Herêma Xakurkê

Di 10’ê Îlonê de dema ku dagirker di navbera Girê Şehîd Derwêş û Girê Lêlikanê de tevdigeriyan bi taktîka sabotajê li dagirkeran hate xistin. Di vê çalakiyê de 3 dagirker hatin cezakirin û 4 dagirker jî birîndar bûn.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

Di 11’ê Îlonê de Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê ya Herêma Şehîd Delîl a Rajavayê Zapê 4 caran, Qada Berxwedanê ya Girê Bahar 2 caran, derdora Ava Zê jî 2 caran, bi giştî 8 caran bi balefirên şer hatin bombekirin.

Di 11’ê Îlonê de Qadên Berxwedanê yên Girê Amediyê yên Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê û qada Metînayê bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.

Herêmên Zap, Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê, Metîna û Xakurkê jî bi topan hatin bombekirin.”